Bi 'Jin jiyan azadî' ber bi 25'ê Mijdarê ve (4) 2023-11-20 09:06:45     Li Îranê vegera li beriya îlona 2022’an tune ye!   Zelal Tunç   NAVENDA NÛÇEYAN - Aktîvîst Mahbat Mahboub têkşîna jinan a li Îranê nirxand û diyar kir ku veger li beriya îlona 2022’an tune ye  û got: “Ev têkoşîn ji bo me hemûyan çavkaniya îlhamê ye û girîngiya piştevaniya femînîst û hêza wê bibîr tîne. Hêviya min ev e 25’ê Mijdarê bibe roja nasîna têkiliya ‘jin jiyan azadî’ ya têkoşîna femînîst a jinan ya hemû cîhanê.”   Jin li dijî rejîma mêr û her cureyê tundiya serdestiya mêr di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li kolanan daxwazên xwe diqîrin. Beriya 25’ê Mijdarê li Rojhilat û Îranê jin li dijî rejîmê dengê xwe bilind dikin. Ji aktîvîstên Îranê ku di çalakiyên ‘jin jiyan azadî’ de rolek aktîf lîst, Mahbat Mahboub, der barê têkoşîn û berxwedana jinê de axivî.   ‘Jin tu carê wê venegerin beriya îlona 2022’an’   Mahbatê diyar kir ku rêveberiya Îranê wek desthilatdariyên din pergala xwe li ser hemû gelan ferz dike û got: “Mudaxalekirina hebûna jinan a civakê de parçeyeke xweza vê rejîmê ye. Wek tê dîtin rejîma Îranê serî girtin û newekheviya zayendî bi qedera xwe ve girê daye.  Dema şoreşa ‘jin jiyan azadî’ de me dîst ku jinên ciwan li dijî zextan serî hil didin. Ev berxwedan didome lê rejîmê li şûna çareseriyê tenê zext anî rojevê. Jin wê tu carê venegerin beriya îlona 2022’an.”   ‘Rê li ber tundiyê vekir’   Mahbatê daxuyakirin ku jin li dijî zextên desthilatdariyê têkoşîna xwe bi awayekî şexsî û kolektîf dimeşînin û wiha domand: “Desthilatdariyê her tim atmosfera civakî ber bi têkbirinê biriye. Şertên ne aram yên civakî, xizanî,  bikaranîna hişbirê, rewşa krîtîk a hawirdorê, piştî serhildana Jîna guhere.Li ser aliyan tundî zêde  bû. Bi taybet li hember Belucî, Kurd û Ereban tundiya sistematik pêk hatiye.”   Qanûnên ku malbatê esas digirin derdikevin   Mahbatê her wiha ev tişt anî ziman: “Qanûn ji bo parastina malbatê tên derxistin. Der barê mafê jinan de tu guherîn nayê kirin. Rejîma Komara Îslamî tu carî ji bo tundiya li ser jinê tiştek nekir. Di meha Nîsana 2023’an de qanûnek hat erêkirin. Bi vê qanûnê malbat tê parastin. Ji bo parastina mafê jinan tu qanûn tune ne. Di 40 salên dawî de dijminahiya li hember jinan hatiye tespîtkirin.  Jin di şert û mercên newekhev de dijîn.  Qedera wan ji mêran re tê hiştin.”   ‘Girîngiya têkoşîna hevpar’   Mahbatê wiha dawî lê anî: “Tu hikûmetê nikaribû berxwedana jinan ya daxwazkirina maf biçewisîne. 25’ê Mijdarê wê bibe roja yekbûna têkoşîna hemû jinên Kurdistan, Îran, Afganîstan, Tirkiye, Fîlîstîn û hemû cîhanê. Hêviya min eve 25’ê Mijdarê bibe roja nasîna têkiliya ‘jin jiyan azadî’ ya têkoşîna femînîst a jinan ya hemû cîhanê.”