Bi 'Jin jiyan azadî' ber bi 25'ê Mijdarê ve (3) 2023-11-19 09:08:29     Cîhanek bê stargeh pêkan e!   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Ji Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Zeynep Tuna diyar kir ku di têkoşîna ji bo cîhaneke ku tundî lê bidawî bibe de li Tirkiyeyê stargeh qels in û ji bo jinan ne bi ewle ne. Zeynebê got divê li ser tedbîrên pêşîgirtinê bê sekinandin.   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tûndiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nêz dibe û parastina jiyana jinan zêdetir di rojevê de ye. Ji bo jinên di bin xetereyê de ne û tundî lê hatine kirin stargeh cihekî girîng digirin. Li Tirkiyeya ku 85 mîlyon serjimara wê heye 149 stargeh hene. Li Îzmîr ku 5 mîlyon serjimara wê heye 7 stargeh hene.    Rêvebera Komeleya Piştevaniya Jinan a Îzmîrê Zeynep Tuna der barê mijarê de nirxandin kir.   Hejmara stargehan pir kêm in   Zeynebê got li Tirkiyeyê 33 stargeh aydê rêveberiyên herêmî, yek aydê Îdara koçberiyê, yek aydê Mor Çati bi giştî 149 stargeh hene û soz tê dayîn ku ev hejmar di 2026’an de bibin 159. Zeynebê wiha dirêjî dayê: “Serjimara Tirkiyeyê 80 mîlyon e. Ev hejmar qet têr nake. Li Îzmîrê yek ya buroya qebûlkirinê sê heb stargehên aydê wezareta xizmetên malbatî û civakî hene. Yek li Bayrakli yek li Odemîş û du heb jî yên şaredariya bajarê mezin a Îzmîrê bi giştî 4 stargeh aydê rêveberiyên herêmî ne. Di alî kapasîteyê de têr nakin. Lê di dema pandemiyê de gelek jinan jê fêde girtin.”   ‘Stargeh di rewşa heyî de ji bo jinan ne ewle ne’   Zeynebê daxuyakirin ku di 2020’î de Komxebata Stargehan kirine û di wir de kampanyayek der barê stargehek çawa tê xwestin de kampanya hatiye destpêkirin û wiha bi lêv kir: “Jin li stargehan nikarin telefonan bi kar bînin, ji saetên diyarkirî wêdetir nikarin derkevin derve û xwe wek li girtîgehê ne, hîs dikin. Jinên ji tundiyê dertên wek çareya dawî stargehan dibînin. Ji ber tedbîrên baş tune ne jin xwe li stargehan ewle dibînin. Jin ji temenê 12’yî mezintir zarokên xwe yên kur nikarin bibin. Ji ber vê jî naxwazin biçin. Ger ku stargeh di van mijaran de neyên başkirin wê cazîbeya xwe winda bikin.”   Hedefa me cîhanek bê stargeh e!   Zeynebê nirxandina xwe wiha domand: “Jin nikarin zarokên xwe yên di ser temenê 12’yî de bibin stargehan. Ji ber vê jin dixwazin bi zarokên xwe re li cihên ewle bimînin. Bi vî awayî pêşî li dayikan digirin ku neçin stargehan. Divê stargeh veguherin krîterên mirovahî. Hedefa me jixwe cîhanek bê stargeh e. Lê dema em diçin vê jî ji bo me stargehên baş û têr pêwist in. Jinên ji tundiyê direvin divê travma wan bê başkirin. Jinên 3 meh an jî 6 mehan girtî dimînin piştre tên derxistin. Jinên dertên divê derfetên wan ên aborî, kar hebin. Piştî  stargehê xizmet bê dayîn.”   ‘Jin bi fikar dijîn’   Zeynebê daxuyakirin ku li dijî tundiyên tedbîrên girîng pêwist in û wiha anî ziman: “Kolan ne bi ewle ne. Jin bi fikar dijîn. Her saniye tundî tê jiyîn. Em dibînin lê em nikarin pêşî lê bigirin. Ji bo jinan divê qadên hişmendîkirinê bên avakirin. Rêxistinên Civaka Sivîl û rêvebreiyên herêmî girîng in. Divê hevpar bixebitin û di vî alî de ligel jinan bin.”