Girîngiya Zagona 6284'an a dibe mijara bazarê 2023-04-13 09:04:17   Roza Metîna   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeya ku hem peymanên navxweyî hem jî yên navneteweyî yên derbarê jinan de tên paşguhkirin û hedefgirtin têkoşîna jinan a li dijî êrişan jî dewam dike. Piştî feshkirina Peymana Stenbolê niha jî Zagona 6284'an ji aliyê partiyên dijminatiya jinê dikin ve dibe mijara bazarê. Loma jî jin balê dikşînin ser girîngiya naveroka vê zagonê û diparêzin.   Li Tirkiyeyê her diçe êrişên li dijî jinan zêde dibin û zagonên ku jinan diparêzin dibin mijara bazarê. Zihniyeta serdest a mêr destkeftiyên jinan ji bo xwe wekî talûkeyekê dibîne û li gor vêya jî êrişên sîstematîk pêk tîne. Ev zihniyet dixwaze serweriya mêran li ser jin û zarokan hebe. Loma jî zagona 6284'an dikin mijara bazarê. Partiyên Refaha Nû û Huda Parê dema ji bo hilbijartinê bi  AKP-MHP'ê re bû tifaq zagona 6284'an kirin mijara bazarê. Ev zihniyet vê zagona ku ji bo jinan gelek maddeyên girîng di nava xwe de dihewîne wekî talûkeyeke mezin dibîne. Loma jî girîng e ku em balê bikşînin ser naveroka Zagona 6284'an. Her wiha kengî hat qebûlkirin, jinan ji bo zagonên wan diparêzin têkoşîneke çawa dan, çima ev zagon hedef tên girtin, medyaya alîgir zagonên jinê diparêze çawa hedef digire?     Zagona 4320'î   Berî zagona 6284'an, berî 2011'an  Zagona Derbarê Parastina Malbatê de di meriyetê de bû. Ev zagon pir ne berfireh bû. Di pêvajoya ku zext, zordestî, tundî zêde dibûn de ev zagon qels dima. Ji ber qelsbûna zagonan tundiya li ser jinê, kuştina jinan jî zêde dibûn. Di doza Opuzê de Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber jin li hember tundiyê nikarin jiyana biparêzin dewlet mehkûm kir. Niha dema em li pratîka dewletê dinêrin mekanîzma, çareseriyên hiqûqî, destkeftiyên jinan ên ji bo parastinê hemû di xetereyê de ne. Îktidara heyî ya ku her tim destkeftiyên jinan hedef digire dibêje ev mekanîzmayên parastina jinê mêran mexdûr dike. Li gor rapora Komîsyona Rêgirtina Jihevberdanê û Pêşnûma Zagona Mafên Mexdûran divê jin tundiya lê tê kirin bi delîlan ispat bike. Loma jî tevî ku biryara parastinê ya li ser jinê, jin dîsa tên kuştin.   Zagona 6284'an kengî hat qebûlkirin?   Zagona Têkildarî Rêgirtina Tundiya li hemberî Jinê û Parastina Malbatê yan jî Zagona 6284'an ji aliyê Meclîsa Gel a Mezin a Tirkiyeyê ve di 8'ê Adara 2012'an de hat qebûlkirin û di 20'ê Adara 2012'an de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Ev zagon bi têkoşîn û berxwedana jinan hat qebûlkirin. Çimkî ev zagon ji bo jin bên parastin û bi vê parastinê bikaribe rêxistinbûyin û têkoşîna xwe xurtir bike gelekî girîng e. Ger ev zagon di pratîkê de baş bê sepandin wê bersûc û kujerên jinan bên cezakirin. Her wiha wê ev kujer û bersûc êdî nikaribin wekî berê cesaretê bigirin û bi rehetî jinan bikujin an jî tundiyê li wan bikin.   Armanc û girîngiya Zagona 6284'an   Armanca vê zagonê ew e ku zarok û jinên tundiyê dibînin an jî bi tundiyê rû bi rû dimînin bên parastin. Li gor vê zagonê divê esas û şêwazên tedbîrên li dijî tundiya li ser zarok û jinan bên avakirin. Piştî betalkirina Peymana Stenbolê ger Zagona 6284'an jî bê betalkirin wê bandoreke neyînî li ser jinan bike. Wê zêdetir jin bên kuştin, wê jin di bin şerdên hîn girantir de bijîn, tundiya derûnî wê zêdetir bibe, wê jin ji mafê xwe yên tendirustiyê û jiyanê hîn bêtir bêpar bimînin. Zagona 6284'an ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê li dijî tundiya li ser jinê xaleke girîng e. Her wiha ji bo têkoşîna li dijî tundiyê jî hatiye qebûlkirin. Hukmên parastina jinê ya li gelek qadan di nava xwe de vedihewîne. Ji bo jin mecbûrî bextê mêran neyên hiştin, pêkanîna vê zagonê pêwistiyeke jêneger e.   Naveroka Zagona 6284'an   Li gor Zagona 6284'an biryarên tedbîrê yên ji bo kesên tundiyê dibînin tê girtin li gor rûmeta mirovahiyê tên bicihanîn. Xizmet û piştigiriya ji bo mexdûrên tundî li wan hatine kirin, wê bên dayin li ser esasên mafên mirovan wê bên dayin. Şêwazeke li gor wekheviya jin û mêr û li gor rêgezên dewleteke civakî tê şopandin. Li gor  zagona 6284'an tedbîrên taybet ên jinan ji tundiya zayendî diparêze wekî cihêkariyekê nayê hesibandin. Ji bo kesên di çarçoveya vê zagonê de tên parastin jî cihê stargehê tê pêdekirin. Ger zarok hebe ji bo zarokan jî ev tişt tê kirin. Alîkariyên di çarçoveya zagonan de tên kirin veşartî tên hiştin. Ger talûkeya mirinê hebe ji bo wê kesê tedbîra parastinê li gor vê zagonê divê bê girtin. Xizmetên mîna derûnî, pîşeyî, hiqûqî, civakî tên dayin. Kesên pêdiviya wan bi parastinê hebe di heman demê de jî ji wan jiyana xebatê jî divê bê avakirin. Ji bo zarokan jî derfetên kreş, dibistan, perwerdeyê tê pêdekirin.   Têkoşîna ji bo Zagona 6284'an hat dayin   Li gor zagona 6284'an beyana jinê esas tê girtin. Ji bo jinên tundiyê dibînin ev zagon gelekî girîng e. Jinên tundiyê dibînin dikarin daxwazên parastin, guhertina agahiyên nasnameya xwe, veşartina navnîşanê, biryara dûrxistina kesên tundiyê dikin, welayeta demborî, nefeqe, alîkariya aboriyê ya demborî, sigortaya tendirustiyê ya giştî bikin. Loma jî ji bo zagonên bi vî rengî yên jinê diparêzin jinan bi salan li berxwe dane. Jin bazariya vê zagonê wekî êrişeke li dijî têkoşîna xwe pênase dike. Ji bo zagonên bi vî rengî yên destkeftiyên jinan diparêzin bikevin meriyetê jin hatine binçavkirin, hatine girtin, tundî dîtine, heqaret li wan hatiye kirin, biçûk hatine xistin, hatiye xwestin bi nanê xwe bên terbiyekirin. Ango ji bo ev zagon derkevin pêş jinan gelek bedelên mezin dane. Kesên zagonên destkeftiyên jinan diparêzin, kirin hedef hatin xelatkirin lê belê jinên ji bo parastina van zagonana daketin qadan hatin cezakirin. Lê belê jinan tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedan.   Çima tê xwestin bê rakirin   Kesên li dijî îradeya wekheviyê şerê bi salan dest pê kirine naxwazin ev zagona ku jin û zarokan diparêze di pratîkê de pêk were. Ev kesên dijminatiya jinê dikin dixwazin zagona Medenî ji holê rabe û serdestiya mêr di nava malbatê de hebe. Ev zihniyet dixwaze serweriya mêran li ser jin û zarokan hebe. Loma jî zagona 6284'an dikin mijara bazarê. Partiyên Refaha Nû û Huda Parê dema ji bo hilbijartinê bi  AKP-MHP'ê re bû tifaq zagona 6284'an kirin mijara bazarê. Ev zihniyet vê zagona ku ji bo jinan gelek maddeyên girîng di nava xwe de dihewîne wekî talûkeyeke mezin dibîne. Û bi hinceta wê yekîtiya malbatê xirab bike dixwaze wekî Peymana Stenbolê ji holê bê rakirin. Cîgirê Serokatiya Giştî ya Partiya Refaha Nû Dogan Aydal diyar kiribû ku wan lîsteya rakirina zagona 6284'an ji AKP'ê re ragihandine û bersiva 'tu pirsgirêk tune ye' girtine.   Medyaya alîgir destkeftiyên jinê hedef digire   Medyaya alîgir a ku li gor berjewendiyên îktidara heyî tev digere di warê dijminatiya li ser jinê de li paş nema. Her tim berdevkiya hedefgirtina mafê jinê kir. Rojnameya Akîtê qebûlkirina zagona 6284'an wekî "zagona malbatê xira dike" pênase kir. Her wiha bi gotinên mîna "6284 bav ji malbatê vediqetîne","Zilma 6284'an jiyana wan tarî kir" çapemeniya alîgir ev zagona ku mafê parastina jinê diparêze kir hedef. Xwest di bin hişiya civakê de wekî ku tiştekî gelekî talûke ye nîşan bide. Medyaya alîgiriya zihniyeta yekperest û dijminê jinê dike, rayeya mehra fermî ya ji bo miftîtiyê hat dayin, parast û ji tundiya li ser jinê re bingehek ava kir.   Tirkiye peymanên navneteweyî paşguh dike   Ji bo parastina mafê jinê di qada navneteweyî de mekanîzmayên hevpar ên hiqûqî tên avakirin. Bi vê mekanîzmaya hevpar tê xwestin di qada navneteweyî de ked, pêşketin, parastin, hunera jinê bibe yek û hêzeke hîn xurt derkeve holê. Li derekê dema jin tundiyê nebîne, bê parastin wê demê rêya pêşketin, huner, siberojeke ronî jî vedibe. Peymana Stenbolê û CEDAW jî berhemên hevpar ên têkoşîna li qada navneteweyî ne. Lê belê li Tirkiyeyê ev têkoşîna her tim hatiye astengkirin. Peymana Tunekirina her Cure Cihêkariyên li dijî Jinê (CEDAW) di 1979'an de ji aliyê Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ve hat qebûlkirin. Ev peymaneke navneteweyî ye. Tirkiye jî di sala 1985'an de ev zagon erê kiriye lê belê di pratîkê de ji aliyê tu îktidaran ve bi rêk û pêk nehatiye sepandin. Tirkiye bi gavên ku navêje, peymanên navneteweyî paşguh dike. Her çiqas erê bike jî di pratîkê de dernaxe pêş û nahêle ku ev zagon bibin bingeha parstina maf û destkeftiyên jinan. Her wiha Tirkiye hiqûqa xwe ya navxweyî jî dixe bin piyan. Hiqûqa xwe ne ji bo parastina jinan ji bo çewisandina jinan bi kar tîne. Ev zilm û zordestî jî encax bi têkoşîna hevpar a jinan bi dawî bibe. Hêz, îrade û keda jinê ya hevpar ew ê derî li azadî û serfiraziya jinê veke.