Zimanê AKP'ê yê dijminatiya jinê dike 2023-04-11 09:06:49     NAVENDA NÛÇEYAN - AKP'ê ji roja hatiye îktidarê heta niha zimanekî dijminatiya jinê dike, bi kar aniye. Bi vî rengî destkefitiyên jinê kiriye hedef.    Di dema AKP'ê de tundiya li ser jinê her çûye zêde bûye û ev yek di daneyan de jî derketiye holê. Sedema zêdebûna tundiya li ser jinê ji ber zimanê rayedarên AKP'ê diqewime. Ev ji ber zihniyeta wan e. Niha pêvajoya hilbijartinê nêz dibe û mijareke herî girîng a jin li ser disekine ev e.    AKP'ê di dema hilbijartinê jî destkeftiyên jinê kir mijara bazarê. Bi vê re polîtîkayên li dijî jinê kir meriyetê.    'Xanimên tirk xemla mala xwe ye, şerefa mêrê xwe ye'   Ji parlamenterên AKP'ê yê berê Vecdi Gonul di civîna Teşkîlata Milê Jinê ya Kocaeliyê de ji bo jinan muameleya bîbloyê kir û got:"Xanimên tirk xemla mala xwe ye, şerefa mêrê xwe ye."   'Wê jin herin dojehê'   Parlamenterê AKP'ê yê Çankiriyê Hikmet Ozdemir kitêboka "Kesên wê herin dojehê jî rê min dan, min dît ku zêdetirî wê jin in" belav kir. Her wiha di vê kitêbokê "Çil Hadis-i Şerif" de tê gotin "jinê herin dojehê" lê belê nimêj bikin û ji hevjînê xwe re îtaatê bikin wê herin bihuştê.    Karê malê têr nakê?   Veysel Eroglu yê AKP'yî dema diçe serdana li Afyonê û jin jê kar dixwazin wiha dibêje:"Karê malê têr nakê?" Bi van gotinên xwe Veysel nêrîna AKP'yiyan a li hemberî jinê nîşan da.    Yên bêkarbûnê zêde dikin jin in...   Di sala 2009'an de Wezîrê Aboriyê Mehmet Şimşek Eskişehir di konferansa "Aboriya Tirkiyeyê û Qeyrana Malî ya Kuresel" de got:"Yên bêkarbûnê zêde dikin jin in." Bi vê gotinê jî nêrîna AKP'ê ya li hemberî jinê derket holê.    Tundî tê prolekirin   Tayyip Erdogan di 2011'an de dema Lijneya Jinê ya 16'emîn a Sendîkaya Turk Metalê hat lidarxistin got;"Tundiya li ser jinê tê prolekirin." Bi van gotinana tundiya li hemberî jinê ji nedîtîve hat.    Şibandina mala bê perde   Serokê Medya û Danasînê ya Unyeyê yê AKP'yî ji bo jinên servekirî got:"Jinên serê wan vekirî wekî malên bê perdene. Mala bê perde jî ya ji bo firotinê ye ya jî ji bo kirê ye." Bi vê parvekirinê jî zihniyeta li hember jinê derket holê.    Jin an qîz ?    Ji bo Dilşat Aktaş a derket ser tanqekê û qorika wê şikest Tayyip Erdogan gotin:"Jin e yan qîz e" bi kar anî û nêzîkatiya xwe ya li hemberî jinê nîşan da.    'Keç û law bi hev re çi dikin?'   Tayyip Erdogan, ciwan, xwendekar kir hedef û got:"Keç û xwendekarên law nikarin bi hev re bimînin. Me talîmat da wê lêgerîn çêbibe. Keç û law li heman malê bi hev re çi dikin?" Bi van gotinana sînyala mudaxaleya şêwaza jiyana mirovan hat dayin.    Endamê Meclîsa AKP'ê Erhan Ekmekçi li Çorumê dema axaftina li ser xwendina zarokan kir wiha got:"Keçên me dixwînin lê belê vê carê jî lawên me keçên divê bi wan re bizewice nabînin." Demeke dirêj li ser raya giştî ji bo vê gotinê nîqaşan dewam kirin.   'Her kurtaj Qilebanek e'   Tayyip Erdogan, di dema komkujiya Roboskiyê pêk hat de biryargirtina jinê kir hedef û got:"Kesên dibêjin bedena min biryara min e femînîst in. Ez kurtajê wekî cinayetekê dibînim. Her kurtaj Qilebanek e. Rola yekem a jinê dayiktî ye." Li vir jî bi van gotinana nêzîkatiya li hemberî jinê derket holê.    Fatma Şahin a AKP'yî ji bo tundiya li ser jinê ya ku li ser medyayê tê xuyakirin got:"Medya bûyeran mezin dike."   Jina bi îffet   Bulent Arinç ê di 2014'an de Cîgirê Serok bû got:"Îffet ne tenê navek e, ji bo jinê xemlek e. Divê jin bi îffet be. Gerek mahrem-namahremê bizanibe. Divê di nav her kesî de nekene. Ka ew keçên me yên dema mirov lê binêre hinekî fedî bike. Hadîs dibêje, 'Ger fedî nekir tu çi dike bike'." Bi van gotinana jî nêrîna AKP'yiyan a li hemberî jinê derket holê.    'Wekî jinekê huş be!'   Bulent Arinç di sala 2015'an de di civîna awarte ya ji bo pêşnûmeyekê de parlamentera wê serdemê yê HDP'yî Nûrsel Aydogan kir hedef û got:"Wekî jinekê huş be!"   Di her serdemê de gotinên zayendperest ji devên AKP'yiyan derketiye. Serokê Şaredariya AKP'ê ya Ofê Halil Alireisoglu, ji bo Ayşe Yilmaz a ku xwest li ser rewşên lezgîn û afetê de perwerdeyê bide got:"Tu kî yî tu waazê dide me? Ev jin ji ku derket? Ev çi kar e. Ma mêrê ji jinan waazê bigire. Tu pêdiviya me bi girtina perwerdeya ji jinê tune ye. Cihên divê jin lê biaxivin hene, cihên ku mêr jî divê lê biaxivin hene." Bi van gotinên zayendperest dîsa zihniyeta xwe derxist holê.    Di mîtingeke AKP'ê de serokê serdemê Ahmet Davutoglu diyar kir ku jin wê ji xwe re ji bo zewacê hinekan bibînin ger nedîtin wê serî li me bidin.    Hevjîna serokê serdemê Ahmet Davutoglu, Sare Davutoglu, li ser mijara tundiya li ser jinê wiha got:"Dema tundiya li ser jinê tê gotin ez di wê baweriyê de me ku ev tê mezinkirin. Divê em tundiyê bi tevahî bigirin dest." Bi van gotinana tundiya li ser jinê hat paşguhkirin.    Mêr jî tundiyê dibînin!   Di komxebateke li Amedê de waliyê serdemê Hüseyin Aksoy, wiha got:"Kesên bi tundiyê rû bi rû dimînin ne tenê jin in, mêr jî tundiyê dibînin."  Bi van gotinana tundiya li ser jinê rewa hat nîşandan.    Kariyera jinê dayiktî ye   Wezîrê Tendirustiyê yê AKP'yî yê serdemê Mehmet Muezzinoglu jî got:"Kariyera jinê dayiktî ye."   'Wekheviya jin û mêr li dijî fitratê ye'   Serekomar Tayyip Erdogan, di Zîrveya Edalet û Jinê ya Navneteweyî de got :"Wekheviya jin û mêr li dijî fitratê ye."   Ji jina rojnameger re got 'bêedeb'   Tayyip Erdogan ji bo jineke rojnameger jî gotinên 'bêedeb' bi kar anî.    Huseyin Çelik ê AKP'yî di bernameyeke televizyonê de dev avêt pêşkeşvaneke di televizyonê de û got:"Kincekî wiha li xwe kiribû ! Temam em dest kesî nadin lê wiha jî nabe. Li cîhanê ev nayê qebûlkirin." Bi van gotinana mudaxaleya li dijî cil û bergên jinê jî derket holê.    Serokê serdemê Tayyip Erdogan ji bo cinayeta Munevver Karabulut got:"Divê em nebêjin zarokên me diçin ku derê bila herin. Kesên tenê bên hiştin wê ya herin daholjen an jî ew ê here zirnevan.    Serekomarê AKP'yî Tayyip Erdogan ji bo Mehmet Ali Çelebi yê tevlî partiya wî bû got:"Kariyera vî karî anîna zarokan e. Divê em hejmarê zêde bikin."   Jin sembolîk in   Di vekirina nexweşxaneyekê de dîsa Serekomarê AKP'yî Tayyip Erdogan ji bo hatina ser dikê got:"Em wekî sembolîk çend parlamenterên xwe yên jin bigirin." Bi van gotinana da zanîn ku jin tenê "sembolîk" dimînin.   Ji bo Peymana Stenbolê bila hevok neyên avakirin   Serekomarê AKP'yî Tayyip Erdogan di şevekê de Peymana Stenbolê fesh kir. Piştre got:" Ji bo Peymana Stenbolê bila hevok neyên avakirin."