Ber bi 8’ê Adarê ve: Gotinên min bila bên qeydkirin 2023-03-04 09:06:50   Rahîme Tekîn   WAN - M. ya di temenê biçûk de hat zewicandin ji Wanê heta Orduyê tundiya dîtiye vegot û diyar kir ku bila gotinên wê bên qeydkirin û êdî xwe nade pelçiqandin.   Di beşa 4’an a dosyayê de em çîroka M. ya li dijî tundiyê têkoşîn daye ji Wanê heta Orduyê dirêj dibe vedibêjin.   Em çîroka M. ya li gundê Guvendik a Elbak a Wanê dest pê dike û heta Unye ya Orduyê dirêj dibe digirin dest. M. ku di zarokatiya xwe de jî tundiya sistematîk dibîne di 17 salî de bi kesekî ku 33 salan jê mezintir e re tê zewaciandin. M. diyar dike ku dema hatiye zewicandin hîna bi zarokan re dilîst.    Tundiya sistematîk   M. ku dizewice diçe Orduyê ji kesê pê re zewiciye û malbata wî jî tundiyê dibîne. M. dibêje ji 2016’an d eye zewicandiye û got: “Ez zewicîm min got belkî xilas bibim. Hevjînê min bi dehan carî tundî li min kir. Ez ditirsiyam. Ez zarok bû. Beriya zewacê jî tundî li min hat kirin. Min êdî tundî wek rewşek normal didît. Di 18 salî de bûm dayik. Min nizanibû li zarokê binêriya. Ji ber ez zarok bûm. Min di nava demê de tundiya sistematîk ferq kir. Yekane daxwaza min ev bû zaroka min tiştên ez dijîm ew nejî.”   Berteka ewil   M. diyar kir ku mêrê pê re zewicandî tundî li zaroka wê jî kiriye û wiha dirêjî daye: “Jiyana min bi cîranek me re guherî. Got tu çima gilî nakî. Heta wê rojê min nizanibû ku mafê min heye. Li ser vê min gilî kir. Min rapor girt. Tevî rapor hebû tevî polîsan bi dehan carî dît ku ez nav xwînê de me tiştek nekir. Li ser vê tundiya mêr berdewam kir. Gumanbar digot ew jî piştgiriyê didin min. Cendermeyan digot tu sûcdar î tu nanê wî dixwî lê tu der barê wî de gilî dikî.”   Xwişka wê jî di temenê biçûk de hatiye zewicandin   M. ji bo demekê diçe cem xwişka xwe ya ku ew jî di temenê biçûk de hatiye zewicandin. M. diyar dike ku ji ber tu aboriya wê tune bûye ji bo zarokên xwe dest ji destberdanê berdide. M. diyar dike ku ew ji ber neçarî dîsa vedigere Orduyê mala ku tundî lê tê kirin.   ‘Bila gotinên min bên qeydkirin’   M. destnîşan kir ku ew ji ewlehiya xwe û zarokên xwe bi fikar e û wiha vegot: “Ez agahî bidim hêzên ewlehiyê jî tiştek naguhere. Dibêje biçe tiştek bibe bê. Ez dizanim tiştek bi min bê jî hesab ji gumanbar wê neyê pirsîn. Piştî ez bimirim hesabpirsîn jî ji xwe tu wateya wê tune ye. Gotinên min bila bên qeydkirin. Tiştek bê serê min bila ev bê zanîn. Tiştên hatin serê min bila neyê serê jineke din. Bila jin dengê xwe bilind bikin. Ji vir şûnde ez xwe nadim pelçiqandin."