Ber bi 8’ê Adarê ve: Bi xebatê li dijî zîhniyeta serdest têdikoşin 2023-03-02 09:01:36     Elfazî Toral - Rahîme Tekîn    WAN - Jinên li Wanê di bin şertên giran de dixebitin di heman demê de bi xebata xwe li dijî zîhniyeta serdest jî têdikoşin û diyar dikin bi piştevaniyê dikarin zîhniyeta serdest biguherin.   Îsal 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê li Kurdistan û Tirkiyeyê bi êşa dehezaran kesên di erdhêjan de jiyana xwe ji dest dan pêwazî dikin.Ji ber erdhêjê jin piştevaniyê mezin dikin û li dijî binpêkirina keda jinê jî têdikoşin. Li Wanê jinên li kargeriyan dixebitin û keda wan tên binpêkirin, tevî her tiştî têdikoşin. Jinan tiştên dijîn ji ajansa me re vegotin.   ‘Min tu car beramberê keda xwe negirt’   Necla ku li AVM xebatkara paqijiyê ye got ji bo xwe û keça xwe ya 14 salî têkoşîna mezin dide û got: “Bi gelek zehmetiyan re têm rû hev. Niha li AVM’ê dixebitim. Hemû jiyana min bi xebatê derbas bû. Lê tu car min beramberê keda xwe negirt. Ez 8 saetan li vir dixebitim. Hefteyê carekê destûrê bi kar tînim. Nav rojê de nîv saet mafê bîhnvedanê heye. Lê şertên me pir zehmet in.”   ‘Em jin pir xurt in’   Neclayê da zanîn jin pir xurt in û wiha dawî lê anî: “Pir caran mobîng li ser min pêk hat. Ji ber vê min gelek kar guhertin. Lê min dest ji têkoşînê berneda. Divê jin bixwe bawer bin. Divê em jin bi hev re di nava piştevaniyê de bin. Divê tu jin şerm neke. Ez dayikek im. Keça min 14 salî ye. Ez wek jinekê hêzê didim keça xwe jî. Divê jin tu car serî netewînin. Jin gelek xurt in.”   ‘Debara malbatê dikim’   Jina bi navê Bîrgul jî li AVM karê paqijiyê dike û wê jî ev tişt anî ziman: “Şertên xebatê zehmet in. Ji ber karekî din tune ye, li vir dixebitim. Ez hewl didim alî aborî de li ser piyên xwe bisekinim. Lê beramberê keda xwe nagirim. Heta nîvê şevê li vir dixebitim û gelek caran wesayît tune ye ku biçim malê. Tu dem ji bo min namîne. Hewl didim zarokên xwe û hevjînê xwe kêfxweş bikim. Lê dîsa jî têr nakim. Ez debara malbatê dikim.”   ‘Jin pir tên çewisandin’   Jina bi navê Hulya ku saleke li lokanteyekê dixebite bal kişand ser zor û zehmetiyan û wiha daxuyand: “Ji ber dixebitim kêfxweş im. Divê her jin bixebite. Ez kedek mezin didim. Wek dayikekê hem dixebitim hem li malê li zarokên xwe dinêrim. Ev pir zehmet e. Bêguman zexta malbatê jî li ser min zêde ye. Li van deran jin pir hatine çewisandin. Ez malbata jî dikarim mînak nîşan bidim. Li aliyekî jî ji neçarî dixebitim. Civakê hinek rol li jinan ferz kirine. Hewl didin jinan bikin rola makûl. Jinan hepsê malê dikin û dibêjin li zarokan binêrin. Jin ne tenê ev e. Ez vê zîhniyetê qebûl nakim. Divê jin girêdayê kesî nemînin. Divê jin bixebitin, li ser piyên xwe bisekinin.”   ‘Min xwe heyî kir’   Jina bi navê Gurbet destnîşan kir ku hîna 13 salî bûye li ser erdan xebitiye û piştre li dikana fêkiyan xebitiye û wiha dirêjî dayê: “Ez bi hêza xwe bawer im. Ez 30 salî me. Temenê min bi xebatê derbas dibe. Ez ji xebatê hez dikim. Aboriya xwe ez bi dest dixim. Ji vê xweştir çi heye gelo? Divê jin ji nav çar dîwaran derkevin. Divê ji zextên mêr xilas bibin. Min wek jinekê bi nasnameya xwe, hebûna xwe afirand. Zîhniyeta serdets dibe sedema qetilkirina jinê. Lê bi piştevanî û têkoşîna jinê pergal dikare bê guhertin.”   Rojê 12-13 saet dixebite   Berîvan jî yek ji jinên di şertên giran ên tekstîlê de dixebite. Berîvan ku 6 meh in di tekstîlê de dixebite wiha dibêje: “Em 18 kes li vir dixebitin. 11 jin û 7 jî mêr in. Em sibehê 08.30’an de tên û êvarê heta 9-9’an dixebitin. Em di bin mûçeyê asgarî de dixebitin. Ez beramberê keda xwe nagirim lê neçar im bixebitim. Mixabin jin tu car beramberê keda xwe nagirin. Wek hêza erzan a kar tên xebitandin. Lê jin dikarin her tiştî bikin, jin xurt in, divê bixwe bawer bin.”