Li dijî paşveçûyina mafên jinan pusula, Şoreşa Rojava! 2022-11-23 09:01:18     Peyama ji Yewnanîstanê: Heta em hemû azad nebin, em ê tu kes ne azad bin   Melek Avcı   ENQERE - Endama Komîteya Zayendê ya NAR Chryssoula Monakî û endama Komîteya Têkiliyên Navneteweyî Lîtsa Frydas wiha gotin: “Di mijara mafê jinan de li her derê şûndeketinek heye. Ji ber vê jî şoreşa Rojava riyeke derketinê ya ji pergala serdest ya kapîtalîst e. Tevgera li Îran û Rojava, femînîstan li seranserê cîhanê û Yewnanîstanê dike tevgerê.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hember Jinê (International DayfortheElimination of ViolenceagainstWomen) ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve di 1999’an de piştî qetilkirina sê xwişkên hev şûnde hat îlankirin. Îro jinên cîhanê li dijî binpêkirina serdestiya mêr û şîdetê têdikoşin û daxwaza azadiyê bilind dikin.   Tevî jinan gelek maf bi dest xistine jî, di vê demê de bi destê dewlet û pergala civaka serdest êrîş zêde bûne û beramberê vê têkoşîn jî bilind dibe. Di vê dema ku şîdet her diçe zêde dibe de em dengê jinên cîhanê bi we didin bihîstin. Me bi endamên Neo Arîstero (Çepa Nû ya Ji bo Rizgariya Komunîst) ku dawiya salên 1989’an de ji aliyê endamên Ciwanên Komunîst ên Yewnanîstanê (KNE) ve hatiye avakirin hevdîtin kir. Endama Komîteya Zayendê ya NAR Chryssoula Monakî û endama Komîteya Têkiliyên Navneteweyî Lîtsa Frydas bi wesîleya hefteya 25’ê Mijdarê rewşa jinên Yewnanîstanê nirxand.   *Hûn dikarin helwesta civak û polîtîkayên desthilatdariyê yên li hember jinan binirxînin?   Li Yewnanîstanê cihê jinê û rewşa jinê zehmet e. Di civaka Yewnan de nêrînên xwe dispêrên zayendê hene. Jin û zarokên keç ji ber zayenda civakî bi cureyê şîdetê re tên rû hev. Jin ne tenê li dijî cureyê di mekanîzmayên dewletê de jî ji bo edalet û wekheviyê têdikoşin.   Dêra Rûm Ortadoks bi mevzuata xwezaya nû ya ku hiqûqa malbatî, pergala darazê, polîs û pergala serdest ya kapîtalîst dihewîne û hikûmeta paşverû ya welat di nav hevkariyê de ne. Ji bilî vegera têgehên sedema navîn yên der barê mafê mirovan, çand û perwerdeyê de, zextên hêzan di polîtîka hikûmeta Yewnan de dertê holê. Mirovên qurbaniyên pergalê jî bi taybet kêmar, penaber, jin û zarok in. Qanûna malbatî ya nû ya ji aliyê Parlamentoya Yewnan ve hatiye erêkirin û ji aliyê lobiyek baviksalar ve hat ferzkirin, qanûnek dijminê jin û zarokan e. Di heman demê de giştînameya ‘parastina jiyana mirovan û mafê pêşîgirtina kurtajê’ ya ku ji aliyê Meclîsa Rahîbên Pîroz ve hatiye derxistin, pirtûkên li dêran tên xwendin jî karekterên teokratîk yê paşverû yê saziyan nîşan dide.   *Li welatê we jin herî zêde bi kîjan cureyên şîdetê re tên rû hev? Hûn dikarin vebêjin?   Şîdeta xwe dispêre zayendê, îstîsmar û destdirêjî vê demê zêde bûye. Destdirêjî, li dijî zarokan destdirêjî, kuştinên jinan, bazirganiya jin û zarokan û di heman demê de pergala edalet û polîs jî jin û zarokan ji îstîsmarê naparêze, xilas nake. Ev rewşa welatê me nîşan dide. Derketina van bûyeran dibe sedema serhildanên me. Edaleta burjûva ya çîna baviksalar, girêdayê hêza serdet e û sirên pergalê vedişêre. Di demên borî de li Omonîa ya Atînayê li qerekolekê keçikek 19 salî rastî destdirêjiya du polîsan hat û polîs hatin berdan. Di jiyana xebatê de jin ji mêran kêmtir heqdest digirin. Jin di karên wek hemşîretî, kreş, paqijî û garsoniyê de cih digirin. Bêguman ev ji betaliyê baştir e. Di mevzuata welayeta zarokan de jî di hiqûqa malbatê de guherînek ku rewşê ber bi xerabiyê ve dibe çêbû. Ev ji bo dayik û zarokan tê wateya tecrîda ferzkirî hepskirinê. Di encamê de di alî destkeftî û mafan de şûndeketinek heye. Li Yewnanîstanê her cureyê şîdeta zayenda civakî heye. Mirov nikarin yekî ji ya din cudatir bikin.    *Li dijî vê teşeyê şîdetê hûn çalakiyên çawa pêk tînin hûn jin xwe çawa bi rêxistin dikin?   Em ji bo têkoşîna li dijî vê rewşê hewl didin tevgerek femînîst ya radîkal, çînan diparêze û armanca wan heye ava bikin. Li aliyê din jî li dijî pergala kapîtalîst têkoşînê bidin. Li  aliyê din jî di her astê de daxwazkirina wekheviya zayendî. Em guherînên giştî û rizgariya jinê dixwazin. Li Yewnanîstanê ji bo mafê jinan ji bo parastina jinan ya ji pergalê ji karsazan, ji bo ji şîdetê bê parastin gelek sazî û rêxistin hene. Bêguman pergaleke ku jinan û mafan binpê dike jî heye. Em bi hevkariya rêxistinên xwe li wezaretan li parlamento û qerekolan mîtîngên protestoyî pêk tînin, li dadgeha meşan pêk tînin û mîtîngên piştevaniyê pêk tînin. Em ji bo mexdûrên şîdetê piştgiriya aborî û manewî didin. Em hewl didin tora piştevaniyê ava bikin. Ji ber vê ji bo jin di hawirên bi ewle de bijîn, em piştgiriya qanûnî, tibî, aborî û psîkolojîk dixwazin.   Em di piştevaniya femînîst û çînî de ligel hev in. Tiştê divê em bikin têkoşîn û rêxistinbûn e. Ji bo jin mafê tayînkirina qedera xwe bi dest bixin û ji van zextên çavsor xilas bibin em têdikoşin. Ji bo cîhaneke ku şîdet û newekhevî lê tune, em têdikoşin.   *Li Îranê bi pêşengiya jinan şoreşek tê jiyîn. Li wir nasnameya Kurd derdikeve pêş û di çalakîbûnê de Şoreşa Rojava ya mînak tê girtin heye. Hûn der barê vê de çi difikirin, ev wê bandorek çawa li ser jinên cîhanê bike?   Ji bo hemû jinên cîhanê û femînîstan rewş zehmet e. Di mijara mafê jinan de li her derê şûndeketinek heye. Ji ber vê jî şoreşa Rojava rêyeke derketinê ya ji pergala serdest ya kapîtalîst e. Tevgera li Îran û Rojava, femînîstan li seranserê cîhanê û Yewnanîstanê dike tevgerê. Tiştên li Rojava û Rojhilata Navîn tên jiyîn me eleqeder dikin. Qetilkirina jina Kurd Jîna Emînî, bû sedema serhildanan. Ev du meh in li herêmên Kurd yên Iraq û Îranê serhildanê dest pê kiriye û li her derê belav bûye. Em bi heyraniyek mezin li van jin û ciwanên li berxwe didin dinêrin. Li welatê me ev du mehên dawî ye ji bo van serhildanan gelek çalakiyên piştevaniyê hatin kirin. Em bi jinên Rojava û Îranê re di piştevaniyê de ne.   *Dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Teqez wê wisa be. Tevgera jinan li her derê cîhanê bilind dibe û di eniya pêş ya têkoşînên siyasî û civakî de cih digirin. Li Şîlî, Arjantîn, Sudan, Lubnan, Macarîstan, Îran, Iraq, Efganistan û her derê cîhanê jin bi awayekî çalak di nava protestoyan de cih girin. Daxwazên xwe yên der barê wekheviya zayenda civakî û mafan de tînin ziman. Em endamên NAR vê peyamê didin: Divê jin û mêr ji bo civakeke ku şîdeta zayendî lê tune ye, zext û binpêkirin tune be têbikoşin. Ji bo wekhevî, azadî û cîhanek azad em bi hev re têbikoşin. Heta em hemû azad nebin em tu kes ne azad in.