Sira Şoreşê: Jin jiyan azadî (5) 2022-11-21 09:03:18     TJA bi piştevanî û îradeya jinê dadikeve qadan   Şehrîban Aslan   AMED - Aktîvîsta TJA’yê Emîne Înan der barê 25’ê Mijdarê de axivî û got: “Çi dibe bila bibe jin wê li qadan bin. Em tevgera jinan di 25’ê Mijdarê de em ê bi fikr, ruh îrada jinê li kolanan bin.”   25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Şîdtea li Hember Jinê li her derê cîhanê bi çalakiyên girseyî tê pêşwazîkirin. Li Kurdistanê jî  Tevgera Jinên Azad (TJA) di 5’ê Mijdarê de  deklerasyon aşkera kir û got bi dirûşma "Li dijî qirkirin û faşîzmê dema azadiya jinê ye" wê li qadan bin. Starta çalakiyan jî di 11’ê mijdarê de li gundê Golyazi ya Cîhanbeylî ya Konyayê ku rojnameger Nagîhan Akarsel a li Silêmaniyê hatibû qetilkirin, lê hatibû dinê hat dayîn. Di 12’ê Mijdarê de jî li Qilaban a Şirnexê  û Qelqelî ya Wanê start hat dayîn.   Aktîvîsta TJA’yê Emîne înan der barê girîngiya 25'ê Mijdarê Roja Têkolîna bi  Tundiya li Ser  Jinê ya Cîhanê ya îsal a der barê jinên Kurd de nirxandin kir.   *Li her derê şîdet li hember jinê heye. Em diçin 25’ê Mijdarê. Li her derê jî têkoşîna jinê heye. Hun dikarin vê hinek binirxînin?   Em di pêvajoyek zehmet re derbas dibin. Dîrokek me ya têkoînê ya girîng heye. Em li dijî her cureyê zext û zilma serdestiya mêr-dewletê  têdikoşin û jiyana azad ava dikin.Sala 2022’an sala berxwedanê ya li dijî zilm û zextê bû. Em wisa diçin 25’ê Mijdarê.   Li dijî jinan di her alî de êrîşek hovane heye. Jinan li dijî van polîtîkayên qirkirin û qetilkirinê bersivek zelal da. Me jinan her tim îradeya xwe, nasname, çand û zimanê xwe bi awayekî zelal îfade kir. Ji ber vê em jinên Kurd îro li Kurditsanê têdikoşin.   ‘Jin ji aliyê polîs û leşkeran ve tên qetilkirin’   Jin li her derê tên qetilkirin. Dema xwe îfade dike jî  zext lê tê kirin. Me bi dirûşma 25’ê mijdarê got "Li dijî faşîzm û qirkirina jinê dema azadiyê". Di vê nokteyê de em sekn û rola jinê baş dibînin. Hikûmet bi polîtîkayên qirêj êrîşê jinan dikin û bi taybet li bajarên Kurd ev pêk tên. Jin ji aliyê leşker û polîsan ve tên qetilkirin.   *Di vê salê de ji bo pêşî li qirkirina jinan bê girtin we çi kir?   Me wek tevgera jinê li qadan li dijî qetilkirina jinan bersivek zelal da. Têkoşîna me ya li dijî zîhniyeta serdets zelal e. Li hember jinên Kurd êrîşek mezin heye. Di vê êrîşê de jinên ku bi jinên Kurd re dikevin piştevaniyê jî hedef tên girtin. Dem hat nivîskar, hunermend û aktîvîst jî hebûn. Bêguman seknek bi biryar hebû.   *Hun têkoşîna jinên Kurd û tevgera jinên Tirkiyeyê ya ligel hev çawa dinirxînin? Gelo hevkariya wan heye?   Polîtîkayên şerê taybet dizane rola xwe çawa bilîze. Li Kurdistanê  li hember îrada jinê û têkoşîna jinê cuda êrîş tên kirin. Ev ji bo bajarên rojavayê Tirkiyeyê jî wisa ye. Me bi jinan re piştevanî yekisî û seknek xurt derxist holê. Em bi jinan re tên gel hev. Em dibin hevkar. Jinan demên dawî de li hember feshkirina Peymana Stenbolê seknek zelal nîşanda. Lê mînak ji ber polîtîka û êrîş cudane, jinên wî alî hinek xwe ji derve dibînin. Bêguman em vê ji bo hemû jinan nabêjin.   *Wek TJA we îsal çi kir?   Têkoşînek mezin hebû û li dijî vê jî êrîşek hovane. Ev êrîş li her qadê ji ser bedena jinê tê kirin. Me tevgera jinê bi kampanyayan tecrîd di rojevê de girt. Mijara girîng tecrîd bû. Tecrîdê bandor li ser hemû jin û civakê kiriye. Bi Birêz Ocalan re hevdîtin nayên kirin. Lİ girtîgehan tecrîd giran bûye. Ji bo tecrîd bê rakirin em têdikoşin. Yek ji mijarên din a di alî jinan de krîza aboriye. Jin li ku derê vê cih digirin. em li ser vê sekinin. Em li ser qirkirina xwezayê sekinînin. Li hember nasnama jina Kurd êrîş heye. Hikûmetê her tim HDP hedef girt, TJA hedef girt. Ji ber îradê nikare teslîm bigire êrîşê nasnamê dike. Mînak niha bi sedan jin girtîne. Ji ber jin serdestiyê qebûl nakin. Em wek TJA li dijî van êrîşan têkoşîna xwe didomînin.   *We îsal konferans pêk anî, hun dikarin binirxînin?   Di pêvajoyek wisa de konferansek bi heybet pêk hat. Ne tenê jinên Kurd ji hemû aliyan jin tevli bûn. Ji her welatî jin tevli bûn rewşa li welatên xwe gotin. Ji Lubnan, Başur, Rojhilat û Rojava, gelek welatên din mîvan hebûn. Hemû jinan peyamên hevpar û bersivên zelal dan. Lê peyama herî girîng ev bû ‘Em ji tevgera jinên Kurd moral, hêz û enerjiyê digirin’. Me ev ji kurahî hîs kir. Ev peyam ji bo me gelek girîng bûn. Bi 700 delegeyî re nêzî hezar û 500 jin hatin gel hev. Konferans bi moral derbas bû. Di şexsê Jîna Emînî ya li Îranê hat qetiklirin de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ rastiya xwe gerdunî derxist holê. Ev dirûşme bû dirûşma gerdunî.    *Bi konferansê we destpêkek çawa kir, hun dikarin der barê vê  de nêrînên xwe bêjin?   Di esasa sernavan de em çûn biryarbûnê. Mînak nokteya herî girîng tax bûn. Me hemû moral û motîvasyon da taxan. Em bi jinan re hatin gel hev. Me biryar girtibû û me xwest em bikin jiyanê. Em bi pêkhateyên xwe re hatin gel hev. Em bi jinên bajarên rojava re hatin gel hev. Me bername derxistin. Me xebatên atolyeyan meşandin. Em l itaxan bi jinan rehatin gel hev. Me li cihên cuda civîn pêk anîn.    *Herî dawî tiştekî dixwazî bêjî heye, hun dikarin nêrînên xwe bînin ziman?   Li her çar parçeyê Kurdistanê berxwedanek mezin heye. Em ê bi moral û motîvasyon biçin 25’ê Mijdarê. Nobetên edeletê hene. Em peyama li dijî vê pergalê carek din didin; Çi dibe bila bibe tevî hemû zextan em ê li qadan bin. Em tevgera jinan wê bi rih, îrade û yektiya jinan li qadan bin.   Sibê: jin li dijî binpêkirina kedê çawa li ber  xwe didin?