Nameyên ku ji dîwaran derbas dibin (6) 2022-11-19 09:29:17       Fîgen Yuksekdag: 25’ê Mijdarê divê bibe mîlada serkeftina jinan   Habibe Eren   ENQERE - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag da zanîn ku Tirkiye ne rejîma şerîata fermî, rejîma şerîata dûrû û fîîlî ye û got: “Îro û 25’ê Mijdarê yên pêş me, divê bibin mîlada serkeftina ‘Jinên ku porên xwe dikin al’.”   Şîdeta desthilatdariya AKP’ê ya 20 sale li hember jinan didome îro ne tenê li kolanan, bandorê li her qada siyasetê jî dike. Bi dehan jinên di siyasetê de ji bo azadiya jinan û wekheviyê têdikoşin ya ji siyasetê tên dûrxistin an jî bi zimanê bi kar tînin şîdeta xwe nîşan didin. AKP ya ku 20 sale çav berdaye destkeftinên jinan, li dijî jinên ku serî natewînin û têdikoşin jî bi darazê bersivê didin. Jinên siyasetmedar ên li girtîgehan têkoşîna jinê didomînin, desthilatdarî cezayên herî giran didin û şîdeta xwe nîşan dide.   Hevseroka Giştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ku bi salan di têkoşîna jinan de çalak bû û bi her cureyê rûyê qirêj yê desthilatdariyê hat rû hev, li girtîgehê jî doz lê hatin vekirin. Fîgenê der barê 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hember Jinan pirsên ajansa me nirxandin.   *Di vê pêvajoya ku kuştinên jinan li Tirkiye û cîhanê zêde bûne em nêzî  25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Şîdeta li Hember Jinan dibin. Hûn kuştinên jinan ên zêde bûne çawa dinirxînin?   Êdî aşkera ye û hewce bi îzahê tune ye ku desthilatdarî şîdet û kuştinên jinan gurtir dike. Ev di alî îdeolojîk, polîtîk û hiqûqî de di gelek aliyan de pêk tê. Li aliyê din jî jinê hepsê malê dike, hebûna jinê di qada aborî, civakî û siyasî de naxwaze, xeta îdeolojîk kûr dike. Tarîkat, yên olê bi kar tînin û jiyana jinê reş dikin, mejî û profîla polîtîk-îdeolojîk a desthiltdariyê ava dike. Cil û bergên jinan, terza jiyanê, daxwaza destberdanê û serînetewandina li dijî otorîteya mêr sûc tên hesibandin. Ev dagirkirina ji jorê dewletê dest pê dike û heta saziyên çapemenî û darazê dirêj bûye şîdetê rewa dike. Cînayet hatine asta komkujiyan. Lê li dijî vê rastiyê têkoşînek bi bandor tune ye. Ji ber daxwazek wisa tune ye. Destilatdariya mêr qetilkirina jinan wek ‘rastiya fitratê’ dibîne û normal dike. Heman nêzîkatî di cînayetên kar de jî heye.   Çima nayê astengkirin? Ji bo astengkirinê çi tên kirin? Tenezul nakin bersivê jî bidin van pirsan. Kuştinên jinan esasa çînî û îdeolojîk nîşan dide. Rêveberiya polîtîk û hiqûq, pergala darazê, bê navber mêrên çavsor li şîdetê teşwîq dike. Di dozên cînayetê de ‘rewşa baş’ hîna di meriyetê de ye. Mêrên kujer û îşkencekar ji birîndariyê tên darizandin û berdan. Dema derdikevin jî jinên birîndar kirine qetil dikin. Ev hevsengiyek ku destilatdarî xera nake ye. Ji ber îşkenceya pêk tîne dixwaze li hemû jiyana rojane ya civakê bi cih be. Hedef jin û zarok in. Ji ber vê 25’ê mijdarê gelek girîng e. Em li hundir bi şîdeta dewleta mêr re tên rû hev. Lê bi mîlyonan xwişkên me jî li derve nayên hesibandin. Polîtîkayên zext û hepskirinê li ser hemû jinan belav dibe. 25’ê Mijdaran wek roja hişmendî û berxwedanê ya li dijî AKP û MHP’ê ye. Em bawer in ku wê îsal gavên yekbûyî, rêxistinkirî û pêşeng bên avêtin.   *Peymana Stenbolê bi biryarnameya serokomar hat vekişîn. Dadgeha Bilind di encama dozên hatin vekirin de got ‘biryara serokomar nikare bê lêpirsînkirin’. Hûn vekişîna vê peymana girîng çawa şîrove dikin? Ji vir şûnde çi li pêş jina ye?   Vekişîna ji Peymana Stenbolê ji bo pêşîgirtina tevgera jinan bû. Di heman demê de ji bo çavtirsandina jinan bû. Ji bo vê jî hewl dan vê peymana navneteweyî ji holê rakin. Dixwazin jinan bêçare bihêlin, bêhêvî bihêlin û serdestiya mêr bidomînin. Bi pêkanînên faşîst ên paşverû xwestin biçewisînin.   Di bin şeftiya yek mêrî de pergala serdet a mêr di dijminahiyê de bûne yek enî. Ji ber vê jî biryara Dadgeha Bilind em matmayî nekirin. Dewleta mêr, daraza mêr bi teşe dike. Saziyên darazê yên bilind jî wek merciyên erêkirinê yên Qesrê dixebitin. Bêguman îtîraz û lêgerîna maf a ji bo mijara betalkirina peymanê hewce ye. Lê peyman li ku hat qezenckirin wê wisa jî bê parastin. Yanî kolan.. Dikare têkoşîn bê bilindkirin û destkeftiyên hîn pêşdetir bên qezenckirin. Ji ber vê divê em zêdetir berê xwe bidin kolanan û polîtîkayê.   *Li Îranê Jîna Mahsa Emînî ji aliyê rejîma molla ve bi hinceta porê wê hatiye dîtin hat qetilkirin, li Mêrdînê Pakîstan Oner ji ber porê xwe vekir hevjînê wê qetil kir. Li Afganîstanê Talîban her tişt li jinan qedexe kiriye. Li dijî vê zîhniyeta ku dişibe hev têkoşînek çawa hewce ye?   Ez di destpêkê de jinên Îranê silav dikim. Qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa Emînî rûyê tarî yê hegemonya faşîst oldar a paşverû ya li Rojhilata Navîn nîşan dide. Li Îranê kuştinên jinan ên bi destê dewletê tên kirin ne nû ne. Di 1979’an de di xespkirina şoreşa gel a li dijî şah pêk hat de bi hezaran jin hatin qetilkirin û destdirêjî lê kirin. Ev heman rejîm e. Em behsa desthilatdariyeke ku ewil êrîşî jinan dikin, ewil jinan dikin kole û ji ser koletiyê jî desthilatdariya xwe diafirînin, dikin. Îro em dinêrin ku jinên ji netew û nasnameyên cuda li Îranê pêşengiyê dikin.   Hemû cîhan hemfikir e ku tiştên tên jiyîn şoreşa jinê ye. Rastiya din a zelal jî ev e, rejîmên zextxwir ên Rojhilata Navîn serhildanên gel û şoreşên jinan gur dikin. Gotinên ku wê sedsala 21’ê bibe  serdema şoreşên jinan xurt dibin. Rejîma faşîst a Tirkiyeyê jî  bi pêkanînên xwe ji Îran û Afganîstanê cudatir nîne. Dema Talîban hat ser Afganîstanê, Erdogan got ‘Em nêzî hev in’. Piştre Tirkiyeyê di asta fermî de Talîban kir mêvan. Bi Îranê re jî tenê navbera wan de cudahiya mezhebê heye.   Wek hûn jî dibêjin zîhniyet wek hev e lê li Tirkiyeyê ne rejîma şerîatê ya fermî, rejîma şerîatê ya dûrû û fîîlî heye. Di serî de bi DAIŞ’ê û gelek rêxistinên ku jinan tune dihesibîne, qetil dike û dikin kole re di nava hevkariyê de ne. Rejîmên şerîatê yên vekirî ku îşkence û qetilkirina jinan bi destê polîsên exlaqê dike, li Tirkiyeyê bi destê hevjîn, hezkirî, xizm, destgirtî û mêrên dest jê bernade tê kirin. Tenê destên ku Pakîstan Oner û Jîna Mahsa Amînî qetil kirine, cuda ne. Zîhniyet heman e.   *Hûn siyasetmedarê jin çi dijîn. Herî dawî Garîbe Gezer li girtîgehê destdirêjî lê hat kirin û piştre ber bi întîxarê ve birin.  Li girtîgehan  aliyên şîdeta li hember jinan çiye?   Êrîşên gihiştine îşkenceyan yên li hember jinên girtî bi awayekî sîstematîk didome. Lêgerîna tazî, rûmetê dişkîne û yên vê qebûl nakin bi cezayên hucreyê re tên rû hev. Li ser beden û rihê jinan di asta dijwar de tecrîd, îzolasyon û cezayên hucreya yek kesî rê li ber nexweşiyên giran vedikin. Jinên bi zarok hene û  rewşa zarokan jî krîza mirovahiyê ye.  Di çarçoveya terorê de bi hezaran dayik kirin girtiyên siyasî û ji gelek mafên ku ji girtiyên edlî re hatine nasîn bêpar hiştine.   Hewl didin serê mirina Garîbe Gezer jî bigirin. Jixwe biryara neşopandinê dan ser lêpirsîn û serlêdana sûc. Di bûyerên mirinê de helwesta ku mirî sûcdar dikin bûye rutîn.  Saziyên înfazê wek maşîna mirin û nexweşiyê dixebitin. Em niha di pêvajoyeke ku desthilatdarî dilê wan kê bixwaze digire de dijîn. Ji ber vê divê hestiyariya li dijî vê mijarê berfireh bibe.   *Hûn girtiyên jin 25’ê Mijdarê çawa pêşwazî dikin? Hûn li derve li dijî şîdet û zîhniyeta serdet ya mêr dengê xwe bilind dikin û em girtiyên jin jî bi deng û bilindbûna îradeya we vê hestê dijîn. Em hîs dikin ku em di heman rihî de dibin yek. Di vê 25’ê Mijdarê de jî têkoşîna li dijî her cureyê şîdetê wê biryarbûna destkeftin û berxwedanê mezin bike.   *Ji bo jinan banga we çiye?   Şoreşa Jinê ya 10 sal berê li Rojava derket holê bi dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ dest pê kir. Îro li Îranê jî di eniya tevgra şoreşa jinan de ev dirûşme tê berzkirin. Em dibînin ku şoreşa jinan a Rojava îlham daye hemû jinên cîhanê.  Serhildana bi qetilkirina jina Kurd Jîna Mahsa dest pê kir, bi qetilkirina jina ciwan a Azerî Hadî Necafî bir nokteya jor. Jinan bi serhildan, cesaret û hişmendiya xwe gel kirin yek. Di çalakî û piştevaniyê de yekîtî, her çiqas li erdnîgariyên cuda bin jî ev pira serkeftinê ya hevpar a jinan e. Îro û  25’ê Mijdarê yên pêş me, divê bibin mîlada serkeftina ‘Jinên ku porên xwe dikin al’.