Fomula efsûnî ya şoreşa jinê: Jin jiyan azadî (2) 2022-11-18 09:05:58   Pervîn Buldan: Dê jin bi ser kevin   Dîlan Babat   ENQERE - Pervîn Buldan da zanîn ku ji bo jin tevli siyasetê bibin, li ser piyên xwe bisekinin, gotina xwe bêjin, rengê xwe diyar bikin, parastina xwe pêk bînin bedelên mezin didin û dema vê dikin jî hem bi lînça desthilatdariyê re hem bi zext û şîdetê re tên rû hev. Pervînê da zanîn ku tevî hemû êrîşan bêyî tavîzê bidin têdikoşin.   Di kuştinên jinan de polîtîkayên bêcezahiştinê zêdetir rê li ber kuştinên jinan vedikin. AKP ya ku bi giştî jinê dike kole, bi polîtîkayên derdixe vê dike jiyanê. 20 sale ku ji şîdeta li ser jinê re ji pirsgirêka aboriyê re çareseriyek nehatiye dîtin, alîkariyên dike jî bi şerta zarokan tîne cih. Jinên nebûne dayik an jî naxwazin bibin dayik wek ‘nîvco’ tên binavkirin û vê di her axaftina xwe de tîne ziman. Peymana Stenbolê di şevekê de hat feshkirin û bi vê jî jin terkî mirinê û şîdetê hatin kirin.   Jinên li dijî polîtîkayên desthilatdariyê dest ji têkoşînê bernadin, li edliyeyan, meclîs, kolan, malê û her qadê li berxwe didin. Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan, şîdeta li Tirkiyeyê zêde bûye axivî.   *Em her sal şîdeta li ser jinê diaxivin. Tevî vê rêbazên têkoşînê jî tên nîqaşkirin. Rastiyeke şîdetê ya zêde dibe heye. Kîjan mekanîzma vê şîdetê pêş dixe û teşwîq dike?   Bêguman ya şîdeta mêr zêde dike polîtîkaya desthilatdariyê ya li hember jinê ye û di heman demê de parastina gumanbaran, polîtîkaya bêcezahiştinê ji vê re pêşengiyê dike. Di 20 salên desthilatdariya AKP’ê de şîdeta li hember jinê zêde bûye, qetilkirina li ser jinan zêde bûye û em bi daneyan dibînin der barê pêşîgirtina şîdetê de tu tiştek nayê kirin. Sedema vê hemû desthilatdarî ye û zîhniyeteke ku her cureyê şîdetê li jinan rewa dibîne li  hember me ye.   Vê dema em tê de ne, di qetilkirinên jinan de gumanbar ceza nagirin û polîtîkaya bêcezahiştinê pir zêde pêş ketiye. Mêrên şîdetê li jinan dikin ji qetilkirinê şûnde gavê navêjin. Pergalek darazê ya ceza nade heye. Pergalek hikûmetê ya gumanbaran diparêze heye. Dema em van hemûyan bînin gel hev, sedema vê zêdebûnê dertê holê.   *Li Îranê serhildaneke li dijî rejîma ku jinan tune dike heye. Li Tirkiyeyê jî pergalek ku qetilkirina jinan xelat dike heye. Li Afganîstanê pêvajoyek ku jinan hepsê malê dike heye. Hûn di vê mijarê de çi dibêjin?   Li Rojhilata Navîn zîhniyetek ku naguhere li hember jinê heye. Li welatekî feraseteke ku girtina jinê ferz dike heye. Lê li welatekî din ji derketina kolanê bigirin heta siyasetê, heta gotinê, feraseteke ku ne rehet e heye. Em Îranê mînak bidin; Têkoşîna jinê îro gihiştiye astek din. Li Îranê êdî rewş ne wek berê ye, kevir ji cihên xwe derketine û dişikên. Em dikarin bêjin ku ketiye pêvajoyek nû. Li Îranê jinan piştî Jîna Mahsa berxwedanek mezin danîn holê û ji bo hemû cîhanê bû îlham. Îro li her derê cîhanê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ tê berzkirin.  Bêguman di têkoşîna jinên Îranê de rola vê heye.   Lê Tevgera Jinên Kurd ji ser vê mijarê, ji bo azadiya jinê, wekhevî û wekheviya zayendê bi salane têdikoşe. Berxwedana Îranê berxwedana Tirkiyeyê, berxwedana welatên din yên Rojhilata Navîn hêzek mezin a jinê derdixin holê. Li gorî min ji bo di têkoşîna jinê de daxwaz û maf li her merciyê bên ziman, hewce bi rêbazên cuda hene. Divê em ji bo têkoşînê li bende qetilkirina jinekê nebin. Em têkoşîna hevpar daynin holê em hêza xwe di zemînek hevpar de derxin holê wê pêşî li qetilkirina jinan bê girtin.   *Bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ li Tirkiye û Kurdistanê çalakî pêk dihatin û ev dirûşme her diçe belav dibe. Ev wê bandorek çawa li têkoşîna azadiya jinê bike?   Ji şoreşa Rojava û şoreşa jinên li Rojava dikare dirûşma ‘jin jiyan azadî’ mînak bê girtin. Li Rojava têkoşîna jinê pêşî li çavsoriya çeteyê DAIŞ’ê girt. Li Rojava yên her tim qezenc kirin jin bû. Ji ber vê jinan li her derê cîhanê dirûşma ‘jin jiyan azadî’ wek perspektîf danîn pêş xwe û ji bo vê jî divê xetek têkoşînê li her derê bê hûnandin. Dema jin daxwazên azadiyê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ bikin yek,  divê rê û rêbazan bibînin. Ev ne tenê di 25’ê Mijdar an jî di 8’ê Adaran de bi sînor e. Ev tenê têr nake.   25’ê Mijdarê nêz dibe. Em ê bernameyek 10 rojan aşkera bikin. Em ê zemînên  hatina gel hev biafirînin lê ev ne mijareke ku tenê di 25’ê mijdar û 8’ê Adarê de bê destgirtinê ye. Divê jin her roj her saet vê mijarê bidin ber xwe û xet û zemînek nû ya têkoşînê daynin holê.   *Partiya we û jinên endamên partiya we di bin êrîşan de ne. Hûn jî bi dehan carî li ser çapemeniya dijîtal rastî tehdîdan hatin. Berdevka meclîsa jinan ji aliyê polîsan ve hat tehdîdkirin. Hûn van êrîşan çawa digirin dest?   Jin tirsa herî mezin a desthilatdariyê ye.  Ji HDP’ê û jinên di HDP’ê de cih digirin ditirsin. Ev tirsa wan jî ji têkoşîna ku HDP û jinên HDP’î didin pêk tê. Ji siyaseta ku dikin pêk tê. Di bingeha van êrîşan de têkoşîna jinan cih digire. Em partiyek jinê ne. Em siyaseta ku ferzên partiyeke jinê tîne cih, dimeşînin. Bêguman jin ji bo gotina xwe bêjin, têkevin siyasetê, li ser piyên xwe bisekinin bedelên mezin didin. Dema vê dikin rastî şîdet û zexta desthilatdariyê tên. Lê tu car bêyî tavîzê bide têdikoşe.   Em dizanin ku desthilatdarî ji HDP’ê ditirse, em dizanin ku tirsa herî mezin a desthilatdariyê siyaseta ku jinên HDP’ê dimeşîne ye. Heta dikarin bila bitirsin, bila zextê bikin. Em ji polîtîkaya xwe tawîzê nadin.    *Di pêvajoya dawî de jinên Kurd hedef hatin girtin û qetilkirin. Nagîhan Akarsel mînaka vê ye. Têkoşîna jinên Kurd li cîhanê gihiştiye astek girîng. Me di konferansa TJA’yê de jî ev dît.  Têkoşîna jinên Kurd peyamek çawa dide cîhanê?   Tenê vê demê li hember jinên Kurd êrîş nehatin jiyîn. Di demên borî de jî êrîş hatin jiyîn. Di encama êrîşan de jin, bi taybet jinên Kurd carek din hatin gel hev û her tim riya têkoşînê dîtin. Li ku derê cîhanê dibe bila bibe, di her êrîşa li hember jinên Kurd de sedemên polîtîk hene. Her êrîş û qetilkirin, polîtîk bû. Jinên Kurd bedelên mezin dan. Li dijî van bedelan jî têkoşîn dan. Di demên dawî de êrîşên li hember jinan gihiştin astek dijwar. Divê ev tenê bi qetilkirinan bi sînor nemîne. Gelek jinên Kurd ên niha girtî ne hene. Gelek aktîvîstên jin niha girtîne. Êrîşa herî mezin li hember jinên Kurd pêk tê. Lê bi giştî li her derê jin ji aliyê rejîman ve desthilatdariyan ve hedef tên girtin. Bêguman qetilkirina Jîna Mahsa û Nagîhan Akarsel polîtîk in. Li dijî van qetilkirinan bi mîlyonan jinên helwestê nîşan didin hene.   *Ligel van ji Rojhilat heta Rojava li her derê têkoşînek mezin a jinê heye. Sedsala 21’ê wek sedsala jinê tê venasîn. HDP di vê esasê de riyek çawa dişopîne?   Em her tim dibêjin wê sedsala 21’ê bibe sedsala jinê. Ji bo di vê sedsalê de jin neyên qetilkirin, şîdet û zextê nebînin, ji bo li her qadê bibin xwedî gotin, di mekanîzmayên biryarê de cih bigirin, me hedef danî pêş xwe û em vê pêk tînin. Niha em dikevin pêvajoya hilbijartina nû. Li pêş me pêvajoyek nû heye. HDP wê dîsa rol û mîsyona xwe bîne cih. Di alî nûneriya jinê de di alî tevlibûna jinê de, têkoşîna li dijî zîhniyeta mêr em ê têkoşînê dîsa bidin ber xwe. Wekheviya jin û mêr mijarek girîng e. Lê tu partî gavek şênber navêje. Em jî tevli wan e. HDP’ê jî di mijara wekheviyê de hîna tişta ku tê xwestin bi dest nexistiye. Hîna gelek riya ku em pê de biçin heye. Lê em di hişmendiya berpirsyariyên xwe de ne. Em ê sedsala 21’ê bikin sedsala jinê.   *Ji 25’ê Mijdara sala borî heta niha we jinên HDP’ê bi jinên partiyên din re di têkoşîna hevpar de çi bi dest xist? Jin bi hev re xurt in gelo?   HDP di her alî de partiyek diyalogê dike, muzakerê dike ye. Di her gotina xwe de me ev bang li jinan kir. Me got ‘werin em bi hev re mijara jinê biaxivin, em rûnin, nîqaş bikin, zemînên çareseriyê ava bikin’. Lê mixabin li dijî van bangan ji partiyên din zêde deng derneket. Lê tevî vê gelek zemînên em têdikoşin û bi rêxistinên jinan re di nokteya hevpar de tên gel hev hene. Di vekişîna Peymana Stenbolê de em bi rêxistinên jinan re hatin gel hev, me helwesta hevpar nîşan da. Jin bi hev re çawa dikarin xurt bibin? Bêguman divê bên gel hev, zemîna hevpar a têkoşînê biafirînin û xurt bibin. Dem bi dem em vê bi rêxistinên jinan re dikin. Lê ev têr nake. Hêvîdar im ji vê demê şûnde hemû jin dema mijar dibe ya jinê bên gel hev.   *Hûn der barê 25’ê Mijdarê de çi peyamê didin?   Ji bo hemû jinên cîhanê daxwaza min ev e ku carek din bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ di xeta têkoşîna hevpar de bên gel hev û di her zemînê de di her şert û mercî de di xeteke hevpar de bên gel hev. Divê ev zemîn teqez bê avakirin. Divê nêrîna desthilatdariyê ya li hember jinan biguhere, gumanbarên jinan bên cezakirin, nêrîna li hember jinê bê guhertin.   Li pêş me hilbijartinek heye. 5-6 mehên din şûnde wê her kes li qadan bin. Em bang li hemû jinan dikin; werin di HDP’ê de siyasetê bikin, bibin endamê partiyê. Hewcedariya me gelek bi jinan heye. Dirûşma me îsal wê ‘wê jin xwedî li sindoqan derkeve’ be. Ji ber sindoqa neyê parastin bi tu awayî wê bi ser nekeve. Ji ber vê jî em jin wê sindoqên xwe biparêzin ku bi ser bikevin. Ne tenê di 25’ê Mijdar û 8’ê Adaran de em her tim divê di nava têkoşîna hevpar de bin.