Formula efsûnî şoreşa jinê: Jin jiyan azadî 2022-11-17 09:09:58     NAVENDA NÛÇEYAN - Îsal jin li her derê 25’ê Mijdarê bi dirûşma ‘jin jiyan azadî’ û israra di şoreşa jinê de pêşwazî dikin. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi salan berê peyama ‘Divê hûn  Formula efsûnî ya jin jiyan azadî an jî azadiyê bidin fêrkirin û temsîl bikin’da jinan.   Piştî jina Kurd Jîna Emînî ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hat qetilkirin şûnde li Rojhilat û bajarên Îranê ev du meh in bi pêşengiya jinan xwepêşendan didomin. Jinên Kurd di çalakiyan de dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ berz dikin. Ev dirûşma li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û piştre jî li Rojhilat û Îranê û ji wir jî li cîhanê belav bûye, êdî veguheriye felsefeyê û bûye sîmeya şoreşa jinan a vê sedsalê.   Di van rojên ku 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Hember Şîdeta li Ser Jinê tê pêşwazîkirin de jin dîsa dibêjin ‘Jin jiyan azadî’ û dadikevin qadan. Ev dirûşma ku jinên Kurd bi salane berz dikin, çavkaniya wê zêdetir tê lêkolînkirin û di vê nokteyê de dîsa hemû bal dikişînin ser têkiliya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a bi jiyana jinê û azadiyê re.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji salên 1980’ê heta jiya jin, jin, azadiyê tîne ziman û dibêje azadiya jinê çavkaniya azadiya civakê ye jî.   Parçeyekê jiyanê   Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya Nîsana 1989’an de wiha dibêje: “Ez her tim dibêjim, jin parçeyek esas a jiyanê ye. Lê ne tenê parçeyek objektîf, divê bibe kirdeya bi biryar û xwedî hişmendî. Di vî alî de em tenê ji bo wê çareseriyê pêk naynin, hemû civak di vî alî de hewcedarê azadiyê ye. Em di vî alî de pêşengên azadkirinê ne. Peywira me ferz kiriye, divê em gelek girîngiyê bidinê.”   Jiyan…   Abdullah Ocalan di Hezîrana 1994’an de jî der barê pêşengiya jinê de wiha tîne ziman: “Ligel me navê wê çiye? Jiyan. We guhertiye çi? Mirin, ketin. Divê ev bê guhertin. Divê hûn ji vê re pêşengiyê bikin ne wisa? Bila mêr heyranê we bin. Divê têkiliyên wek bi qasî ku çend şeran bi ser bixîne hebe, divê hûn bi qasî ku rê bidin vê hebin.”   Jiyan bi navê jinê wekhev e   Abdullah Ocalan di nirxandina xwe ya sala 1996’an de jî têkiliya jin û jiyanê wiha destnîşan dike: “Em vê hêviya mezin, bi saya şehîdên xwe yên leheng dijîn. Em deyndarê şehîdên xwe ne. Dîsa ligel me navê jinê bi jiyanê wekhev e. Van rojan çar keçên Kurdistanê xwe şewitandine. Zekiye, Rahşan, Bêrîvan û Ronahî. Ew navê herî mezin yê ‘jin’, ‘jiyan’ ne. Jin ji her demê zêdetir wek aliyê xurt ê jiyanê di şer de cihê xwe digirin. Em  heta van şehîdên xwe yên jin ên leheng, şehîdên mezin ên Newrozê, biryarên xurt ên jiyanê silav nekin, ne pêkan e em jiyanê fêm bikin, mafê jiyanê bidin.”   ‘Em jin û jiyanê dikin yek’   Abdullah Ocalan di Sibata 1998’an de jî vê nirxandinê dike: “Di dîroka gelê me de gotina jiyan û jin heman e. Lê ber bi vê dema niha de her du gotin dijber bûne. Lê em vê navberê dîsa digirin. Yanî em jin û jiyanê dikin yek. Ev pêşketinek baş e. Ez vê pêşketinê li hemû jinan pîroz dikim. Serkeftinê dixwazim.”   Abdullah Ocalan nirxandina xwe ya Adara 1998’an jî wiha dike: “Rastiya me jî jin û jiyanê bi heman gotinê nav dike. Di rastiya me ya neteweyî de jî jin û jiyan bi hev re tê nirxandin. Lê di roja me ya îro de du gotinên ku ji hev veqetiyabin hebin ew jî ev e. Jin û jiyan, mixabin bi sed salan e bi dagirkirinê re, ketina civakî,  jiyan li jinê kirine dojeh. Divê ev bê zanîn. Ger jiyan hebe wê bi jinê hebe. Jiyan bi azadiya jinê dikare pêk bê. Ez vê wek gotinek ji rêzê bi kar naynim. Berovajî vê jiyanek ne pêkan e.”   Jina azad wek rojê ye   Abdullah Ocalan di hevdîtina Adara 2013’an a li Îmraliyê de jî der barê wateya jiyan û jinê de şîroveya xwe wiha kir: “Divê em bibin azadîxwazên jinê. Ez teşekirina jinê wek dijexlaqî dihesibînim. Jina azad wek rojê hiltê. Gotinên jin jiyan gelek watedar in. Divê jin xwedî hêz, azadî û biryarê bin. Jin gelek girêdayê min in. Evqas girêdayî nebin. Ji sedî sed girêdayîn nabe. Jin hebûnek bi nirx e. Gotinên jin jiyan ji ber vê girîng in.”   Abdullah Ocalan di Hezîrana 2013’an de jî ‘Jin jiyan azadî’ wek ‘formula efsûnî’ venasî û wiha dibêje: “Şert û mercên jiyanê darbeyek mezin a herî qirêj û koledariyê ya li hember jinê ye. Ji bo min jî çavkaniya serbilindiyê ye. Ya girîng wek kes û sazî çawa naveroka vê teşeyê jiyanê tê tijekirinê ye. Gelek behsa evîn û hewcedariya ji bo jinê dikin. Lê hûn jî baş dizanin ku ev ne xwedî hişmendiyê ne. Tiştê jê re dibêjin hewcedarî û evîn ji hestê paşverû wêdetir nînin. Hemû pirtûkên Xwedayan ji Adem heta niha bi çîrokên kuştina evînê tije ne. Lê dîsa jî hûn Formula efsûnî ya jin jiyan azadî yan jî azadiyê bidin fêririn û temsîl bikin.”