Nameyên ku ji dîwaran derbas dibin (2) 2022-11-15 09:07:49       Tucar dest ji xebatan bernadin bernadin!   Marta Somek   STENBOL - Hevseroka GOÇÎZDER Kamîle Kandal ya bi hinceta xebatên qada civaka sivîl meşandiye hat girtin ji girtîgeha Bakirkoy a Jinan  nivîsî û got: “Dest ji xebatan berdan tune. Wê me jinan ji xebatên komele, civaka sivî û parastina maf dûr nexin. Em ê di serî de mafê jinên penaber, têkoşîna jinan û têkoşîna azadiyê bidomînin.”   Bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li ser Jinê em nivîsên girtiyên jin pêşkêşî we dikin. Di vê beşa dosya me de em ê nivîsa Hevseroka Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) Kamîle Kandal pêşkeşî we bikin.    Sûc: xebatên civaka sivîl!   Kamîle di 3’yê hezîrana 2022’yan de di çarçoveya lêpirsîna serdozgeriya komarê ya Stenbolê de bi 22 hevalên xwe re hat binçavkirin, piştî 8 roj binçavkirinê di 11’ê hezîranê de Kamîle û 15 hevalên xwe bi hinceta xebatê saziyê hatin girtin. Kamîle ya li girtîgeha Jinan a Bakirkoy girtiye wê bi hevalên xwe re di 13-14-15’ê kanûnê de derkeve pêşberî dadger.   Kamîleyê pirsên me yên der barê xebat û armanca komeleyê de bersivand.   * Em dixwazin GOÇÎZDER nas bikin. Ji kê pêk tê, bi çi armancê hat avakirin û faliyetên wan çine?   Komele di 2016’an de hat avakirin. Ji aliyê kesên xwestin di qada koçberiyê de mexduriyeta koçberiyê de lêkolînan bikin di mijara koçberiyê de hişmendiyê ava bikin hat avakirin. Ji nav jî tê fêmkirin û bi armanca parastina mafê penaberan û pirsgirêkên wan bişopînin hat avakirin. Em hem li ser koçberiya navxweyî hem jî ya derve dixebitin. Pirsgirêkên penaber dijîn qada xebata me ye. Em koçberbûna bi zorê ku ji derveyê welat bi zor ji warê xwe hatine kirin û bajarên xwe terkirine digirin dest. Xebatên komeleya me, binpêkirinên ku koçber û penaber dijîn, parastina mafê wan, piştgiriya wan ya hiqûqî û di vê qadê de lêkolînkirin, komkirina daneyan û rapor amadekirine. Her wiha piştevaniya bi wan re, şopandina dozên wan û di civakê de li dijî qada penaberiyê avakirina hişmendiyê ye. Em bi saziyê civaka sivîl û şaredariyan re der barê qadê de xebatan dimeşînin.  Bi qurtasî  faliyetên me ev in.   * Hûn di bi hevalên xwe re hatin girtin. Gelo çima komeleya we hedef hat girtin? Wek hemû qadê aşkeraye ku li ser rêxistinên civaka sivîl jî zext hene. Em jî komelene. Xebatek me ya siyasî tune. Em rêxistina civaka sivîl in. Em saziyeke ku ji kesên dixwazin pirsgirêkan çareser bikin, hatine gel hev pêk hatine. Divê ev baş bê fêmkirin. Em komeleyek serbixwe ne lê xebatên me carna bi hinek partiyên siyasî re tê gel hev, carnan jî tên hember hev. Em xebatên objektîf dimeşînin.  Em komeleyek ku lêkolînên xwe aşkera dike ne. Karê me lêkolînkirina pirsgirêkan e, derxistina encaman û pêşniyarên çareseriyê ne. Em xebatên xwe bi endamên pîşeyî yên pispor yên wekê civaknas, psîkolog, antropolog û parêzeran re dimeşînin.   Li aliyekî behsa demokrasî û azadiyan tê kirin li aliyê din li ser STO, çapemenî û odeyên kedê zext hene. Ji ber van faliyetên min behs kiriye em hatin girtin. Di çapemeniyê de em wek sûcdar nîşandan û faliyetên me îlegalîze kirin. Lê yên STO nas dikin kêm zêde dizanin. Komele ji asta avakirinê heta dawî qadên fermî yên dikarin bên şopandinê ne û girêdayê wezareta karê hundirin. Saziyên em behsa wan dikin, qadên ku gel pê rehetin û pê aram dibe ne. Ger ev qad ji holê bên rakirin wê civak bê bîhn bimînin.   Salên dawî de gelek penaberên ji welatên din hatine û her wiha ji welat koç kirine hene. Di vê mijarê de gelek komele û weqf hatine avakirin û em jî yek ji wan e. Lê hinek xebat, rapor, pirtûk û weşanên me ew nerehet kirine. Lê wek me diyar kiriye derdê me eve ku rastî derkevin holê. Lê em sûcdar nîşan dan. Salên 90’î de ji bajarên kurd koçberiyek mezin çêbû. Ev mijar di zanîngehan de bûn mijar û tezan. Dema me di vê mijarê de xebat meşandin bûn pirsgirêk. Anket, proje, xebatên me ew nerehet kirin. Lê der barê koçberiya salên 90’î deli TBMM’ê jî arşîv hene. Pirsên der barê mijarê de ji wezaretê hatine pirsîn jî hene.   * Desthilatdarî bi binçavkirin û girtinan çi armanc dike?   Em rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û hele ku em kesên xwedî mafên ku divê agahiyan bigirin, deyndarên rojnameger, kedkarên çapemeniyê û TV’yên ku rastiyan digihînin me, ne. Lê mixabin em tê girtin û di civakê de nerehetiyek cidî diafirîne. Mirov nêzî kê bin jî di kîjan nêrîna siyasî de bin jî divê çapemenî azad be, nûçeyên azad bên çêkirin û bigihêjin civakê. Girtina van qadan, darbeya li azadiya maf û ramanê ye. Ev wê pirsgirêkên civakê hîn bêtir giran bike.    * Ne tenê lêkolînên we, di çarçoveya çalakiyên 8’ê Adarê de hevdîtinên hatine kirin jî sûc hatine hesibandin. Di vir de hewldana krîmînalîzekirin û tenêhiştinê ya têkoşîna jinê heye gelo?   Xebat, lêkolîn, encamên wan, pirsîn hatine pirsîn û bersivên hatine dayîn desthilatdarî nerehet kir. Jinên koçbr bûne pêvajoya koçberbûnê de şîdet û binpêkirinên jiyabûn vegotibûn. Li şûna derdê welatiyan guhdar bikin û çareyê bibînin, ji xebatên me meşandine nerehet bûn. Dewletên civakî zextê li welatiyên xwe nakin, destur nade zext bên kirin, ji kesên zextan dikin jî hesab dipirse. Lê ger ku bêje memurê min nake an jî di qada koçberiya bajar de armanca rantê hebe, ji rêgeza dewleta civakî, demokrasî û azadiyan dûr dikeve. Di mijara jinê de jî pêşî li girtina pirsgirêkan di serî de mafê her kesî û jinane. Jin bi her cureyê pirsgirêkên koçberiyê re tên rû hev û têdikoşin. Lê panema me ya ‘koçberî û jin’ a 8’ê Adarê wek sûc danîn pêş me.   * 25’ê Mijdarê nêz dibe û têkoşîna we ya li dijî şîdetê jî tê darizandin. Hûn jî di bin şîdet û zextê de ne. Hûn dixwazin çi bêjin?   25’ê Mijdarê, 8’ê Adarê, Peymana Stenbolê ji bo me destkeftiyên girîng in. Em karê dikin ji têkoşîna jinê cudatir nagirin. Lê hestiyariya me ya li hember têkoşîna jinê û baweriya me wek sûc tê ber me. Em bi rastî gelek matmayî man. Têkoşîna jinê wek sûc hatiye nîşandan. Jinan 50 salên dawî de li her qadê têkoşîna maf û azadiyê da. Wê bide jî. Jinên penaber û koçber jî wê di vê qadê de têkoşîna xwe bidin. Saziyên jinan, rêxistinên jinan, rêxistinên civaka sivîl, jinên di komele û weqfan de dixebitin wê bi jinên çapemeniyê re bimeşin û têkoşînê bidomînin.   * Hûn 25’ê Mijdarê di girtîgehê de pêşwazî dikin. Bi vê wesîleyê peyama we çiye?   Em ji şîdeta bav, hevjîn, dewletê nisîbên xwe digirin. Em jinên hatine girtin û hîna têkoşîna xwe didomînin, dema mafê jinên penaber û koçber diparêzin tên darizandin û ev şîdeta herî mezine. Em jin bi her cureyê şîdetê re tên rû hev. Lê jin dest didin hev û dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê vê fêrî hemû cîhanê bikin. Jinên cîhanê êdî dîrokê dinivîsin. Dest ji xebatan berdan tune. Wê me jinan ji xebatên komele, civaka sivî û parastina maf dur nexin. Em ê di serî de mafê jinên penaber, têkoşîna jinan û têkoşîna azadiyê bidomînin.   Jin Jîyan Azadî   SIBÊ: Midûra Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş, ji girtîgeha jinan a Amedê nivîsî.