Ji sedsala 19’an heta îro: Di dîroka rojnamegeriya kurd de kovar (2) 2022-06-28 09:05:33   Oznur Deger   ENQERE - Kevneşopiya çapemeniya azad a kurd tevî hemû zext û zordariyan her tim nivîsandina heqîqetê domandiye. Ji sedsala 19’an heta niha  gelek caran rojname, kovar, ajans û kanalên TV bi zextan re hatin rû hev.   Dîroka nivîskî ya çapemeniya kurd xwe dispêre sedsala 19’an. Çapemeniya kurd ku bi dehan rojname û kovarî pêşxistina zimanê kurd kir hedefa xwe piştî salên 90’î  polîtîkayên qetilkirin û windakirinê yên li hember kurdan derxist holê û nasnameya çapemeniya azad derxist holê. Ji qetilkirina Musa Anter û şûnde bi sedan rojnamegerî mîrate dewr girtin û kevneşopiya çapemeniya azad didomînin.  Di salên 90’î de gelek rojnameger hatin qetilkirin û windakirin. Di rojên borî de di 16’ê hezîranê de daraza AKP-MHP’ê 16 rojnamegerê kurd girtin.   Girtina rojnamegerên Kurd zext û şîdeta ji dîroka Osmanî heta Komarê û heta salên 90’î ya li hember çapemeniya azad a kurd anî hişê mirovan. Me jî ji duh heta îro der barê çapemeniya azad de dosyayek amade kir. Di beşa duyem dosya me de em kovarên di dîroka çapemeniya kurd de derdixin pêş.   Rojî Kurd   Rojî Kurd yekem kovara Kurd ya bi pêşengiya ciwanên kurd hatiye weşandinê ye. Hejmara yekem a kovarê di 6’ê hezîrana 1913’yan de ji aliyê Cemiyeta kurd Talabe hat weşandin. Mehê carê hat derxistin û ziman kurdî û Osmanî bû. Bi giştî 4 hejmar hat derxistin û hejmara dawî di 12’yê îlona 1913’yan de hat weşandin.    Hetawî Kurd    Kovara Hetawî Kurd, wek berdewama Rojî Kurd, di 24’ê cotmeha 1913’yan de li Stenbolê hat derxistin. Derhêneriya wê Hamzeyê Mususî kir û bi armanca rewşa kurd bigirin dest hat weşandin. 10 hejmar hat derxistin û di 1914’an de weşana xwe bidawî kir.    Jîn   Kovara Jîn di cotmeha 1918’an de li Stenbolê dest bi weşanê kir. Di kovarê de nivîsên cur bi cur hatin weşandin. Mijarên wek siyasî, dîrok, ziman, wêje, perwerde û çand cih girt. Jîn girêdayê Cemiyeta Tealî ya Kurd hat derxistin. Nayê zanîn çend hejmar hatine derxistin leb i giştî 36 heb hatin bidestixin. Hejmara dawî di 2’yê cotmeha 1919’an de hate weşandin.    Hawar   Yek ji weşanên girîng ya çapemeniya kurd Kovara Hawar e. Ji aliyê Celadest Bedirxan ve di 15’ê Gulana 1932’yan de li Şamê hat weşandin. Bi rêk û pêk weşana wê nehat kirin û yekem weşana kurd ya bi tîpên Latînî hatiye nivîsînê ye. Her wiha tîpên erebî jî hatin bikaranîn. Kovar ji 20 rupelî pêk dihat 16 rupel kurdî û 4 jî  Fransî hat nivîsin. 57 hejmarên kovarê hatin çapkirin û piştî hejmara 23’an tenê tîpên Latîn hatin bikaranîn. Zaravayên kurdî yên wekê Soranî û Kirmanckî jî hatin bikaranîn.   Kovara Hawar di heman demê de cejnek jî diyariyê Gelê Kurd kir. dîroka destpêkirina weşanda Hawarê 15’ê Gulanê wek ‘Cejna Ziman a Kurdî tê pîrozkirin.    Yekem kovara fermî a Kurd: Ronahî   Mîr Celadest Alî Bedirxan li Şamê ligel Hawarê, yekem kovara fermî ya Kurd Ronahî jî derxist. Kovarê di 1’ê nîsana 1942’yan de dest bi weşanê kir û tenê nivîsên kurdî cih girtin. Ronahî ewil wek pêveka Hawar hat derxistin û piştî girtina Hawar weşana wê berdewam kir. Heta sê salan hat çapkirin û heta 1945’an 28 hejmar hat çapkirin.    Kovara Stêr   Kovara Stêr ji aliyê Dr. Kamuran Bedirxan ve di 1943’yan de li Beyrudê hat derxistin. Tenê sê hejmar hat derxistin û hejmara yekem di Kanûna 1943’yan de ya duyem di sibata 1944’an de ya sêyem jî di 1945’an de hat weşandin. Dîsa kovara Roja Nû jî di navbera salên 1943-1945’an de hat weşandin.   Nûdem   Kovara Nudem jî li Stokcholm a Swîsreyê hat çapkirin. Ev kovar ji aliyê gelek kesî ve wek Hawara Duyem tê binavkirin. Hejmara yekem di 1992’yan de li Stockholmê hat derxistin. Heta 2001’ê berdewam kir û 40 hejmar derxist.   Ji bilî van kovaran gelek kovarên din li Swîsreyê hat çapkirin. Rabûn (1975), Pale (1978), Kulîlk (1980) Muzîk û Huner (1980), Berbang (1982), Mamosteyê Kurd (1985), Kurdistan Press (1986), Çarçira (1986), Wate (1987), Berhem (1988), Bergeh (1989), Çira (1995), Dugir (1995), Helwest (1995) û Vate (1997).   Tîrêj   Kovara Tîrêj jî beriya darbeya 12’yê Îlonê bi giştî kurdî bû û di 1979’an de li Îzmîrê dest bi weşanê kir. tenê 4 hejmar hat çapkirin.    Rewşen   Kovara Rewşen li Stenbolê di 1992’yan de bi kurdî-tirkî dest bi weşandê kir û ji aliyê Navenda Çanda Mezopotamya ve heta sala 1996’an hat weşandin. Piştre Kovara Jiyana Rewşen ya kuji bilî çendhejmarên wê bi giştî kurdî bûn 52 hejmar hat weşandin. Piştî girtina wê di 2002’an de Rewşen-Name jî sê hejmar hat derxistin.   Li aliyê din jî kovara Zend ji aliyê Enstîtuya Kurd ya Stenbolê   Sibê: Bi kevneşopiya çapemeniya azad dema nû