Dem dema azadiya jinê ye (8) 2022-03-07 09:07:37   Jinên ji çar parçeyên Kurdistanê: Em şoreşa azadiyê bi 8'ê Adarê re dikin yek   Medya Uren   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser xaka Mezopotamyayê jinan yekem car bingeha civaka wekhev û komînal avêtin. Xwedawendan ji wê rojê ve têkoşîna azadiyê dane destpêkirin û heta serkeftinek mayînde ji bo me kirin mîrate. Niha jî jinên kurd ên xwediyê vê axê xwe bi têkoşîna azadiyê ya bi pêşengtiya Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan û rêhevalên wî hatiye destpêkirin xwe bi rêxistin kirin û bûn zincîra vê têkoşînê. Bi feyz û hêza jinên mîna Zîlan, Berîvan û Sarayan bi milyonan jinên kurd tora xwe mezin kirin. Jinan ramana "Jina Azad Civaka Azad e" hembêz kirin û 8'ê Adarê watedartir kirin.   8'ê Adarê yek ji serhildanên bi nav û deng a jinên kedkar e. Di 8'ê Adara 1857'an de li bajarê Newyorka Emerîkayê 40 hezar karker ji bo heqdestê xwe bistînin di fabrîqeya tekstîlê de dest bi grevê dikin. Li ser êrişa polîsan gelek jin tên girtin û 129 jin di fabrîqayê de tên şewitandin. Vê bûyerê li cîhanê deng veda. Femînîsta Elman Clara Zetkîn di Enternasyola 2'yemîn a sala 1910'an de pêşniyar kir ku 8'ê Adarê bibe Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê û ev pêşniyar bi dengdayîneke mezin hat qebûlkirin. Ev serhildana jinan êdî pêl bi pêl mezin bû û jinên serhildêr ên kurd jî têkoşîna xwe bi vê rojê re dikin û mezin dikin.   Têkildarî têkoşîna jinên kurd û hembêzkirina wan a 8'ê Adarê ji Rojavayê Kurdistanê endama Ofîsa Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Derya Hanan, ji Şengalê ya Başûrê Kurdistanê berpirsa têkiliyên derva ya TAJÊ Suham Şingalî, ji Bakurê Kurdistanê endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruken Işik û ji Ewropayê jî endama TJK-E yê Kezban Dogan bi ajansa me re axivîn.   Serhildanên jinan   Ji Ewropayê Kezban Dogan jî di serî de qala dîroka têkoşîna jinê kir û wiha got: "Di sala 1919'an de li hemberî împeretoriya Osmaniyan raperîna gelê kurd a bi navê Cemiyeta Kurd a Tealî hebû. Di nava cemaatê de arîstokratên kurd ên navdar ên weke Mîr Celadet Elî Bedirxan û Kamûran Bediraxan hebûn. Piştî wê jî cemiyeta Jina bi navê Kurdayetî ku ji aliyê malbata Bedirxaniyan ve pêk hatiye kom bûn. Ev jin çalakiya xwe ya yekem jî di sala 1921'ê de li qada Sultan Ehmed bi daxuyaniyekê pêk tînin. Ev jin doza nasnameya kurd û jinbûnê dikin. Dema em li dîrokê temaşe dikin jî dewletê malbata Bedirxanan sirgun kir û pêkhateya jinan jî pê re belav kirin. Piştî wê demek dirêj bêdengiyek çêbû, heta sala 1977'an de li Amedê Komeleya Jinên Şoreşger û Demokrat hate avakirin. Cara yekem jî ev komele di 8'ê Adara 1978'an de pîrozbahîyê li dar dixin. Di sala 1980'ê de jî bi darbeya leşkerî re hemû çepgir û têkoşer hatine girtin û di navbera van de jî komeleya jinan hebû. Piştî wê jî demek dirêj bêdengiyek çêbû."   'Ev sores tê gurkirin'   Kezbanê di dewamiya axaftina xwe de jî diyar kir ku bi rabûna Partiya Karkerên Kurdistanê re bêdengî bê dawî ji holê hate rakirin û got: "Jinan bi rêxistinê re xwe bi bingehek qayîm bi rêxistin kirin. Êdî ji çiyan ber bi kolanan, ber bi qadan ve serhildana jinê pêk hat. Heta roja îro jî ev şoreş tê gurkirin û em encamên wan dibînin. Ger em bi taybetî jî Ewropayê binirxînin, jinênên kurd ên ku piştî pêvajoya salên 90'î xwe li her deverê bi rêxistin dikirin li Ewropayê jî xwe bi rêxistin dikirin. Niha jî em di bin sîwana TJK- E'yê de xwe bi rêxistin dikin. 8'ê Adarê ji ber ku bûyereke li ser vê axê qewimiye, hemû tiştên diqewimîn jî bandor li ser jinên kurd ên Diasporayê jî dikir. Em dikarin bêjin ji bo jinan bi wateya Newrozê re bêje heman e. Ji ber ku em têkoşîn û serhildana xwe bi bîr dixin."   'Em şoreşa azadiyê bi 8'ê Adarê re dikin yek'   Ji Rojavayê Kurdistanê endama Ofîsa Jinê ya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Derya Hanan bal kişand ser mijara serhildanên jinê û wiha axivî: "8'ê Adarê roja serhildana jinê û li hemberî bêmafiyan têkoşîn e. Em jî weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi vê watedariyê vê rojê pêşwazî dikin. Em bawer dikin ku bi wesîleya vê rojê wê jin yekîtiya xwe xurtir bikin. Kurd xwedî çandeke têkoşînê ne û em nikarin bi vê rojê re sînordar bihêlin. Tê zanîn hawîrdorên me bi êrişên dijminan re pêçayiye. Di serî de dewleta tirk a dagirker êrişê zimanê me, çanda me û nasnameya me dike. Di kesayeta jinê de dixwazin kurdan tune bikn. Li dijî wan têkoşîna me berdewam e. Em weke jin ne tenê xwedî li nasnameya xwe ya zayendî em xwedî nasnameya xwe ya çandî jî derdikevin. Di vê astê de em ê jinên kurd xwedî li vîna xwe ya ku fikir û ramanên azadiya jinê pêş xistiye ango li Birêz Abdullah Ocalan xwedî derkevin û wî rizgar bikin. Em ê bi taybetî weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma 'Em ê şoreşa xwe biparêzin û axa xwe rizgar bikin' xebatên 8'ê Adarê  bidin destpêkirin. Çawa ku kedkarên jin ên di fabrîqayê de dixebitîn li dijî bêmafiyan serî hildan, em ê hemû jin jî yekîtiya xwe pêk bînin û serî hilbidin."    Derya herî dawî jî 8'ê Adarê li cangoriyên şoreşa azadiyê û hemû jinên li dijî bindestiyê têdikoşin pîroz kir û got:"Em şoreşa azadiyê bi 8'ê Adarê re dikin yek."   'Em ê hêza xwe û vîna xwe nîşan bidin'   Suham Şengalî ya ku diyar kir 8'ê Adarê îsal ji bo jinên Şengalê xwedî girîngiyek cuda ye wiha nirxandinên xwe parve kir: "Piştî fermana 74'emîn jinên êzidî weke hemleyek amadekariyên 8'ê Adarê dikin. Li dijî fermanan, qirkirina nîjadî û qirkirina jinê em xwe bi rêxistin dikin. Em her roja xwe dikin 8'ê Adarê. Bi vê minasebetê jî em bi dirûşma 'jin pêşî li fermanan digirin û azadiya Şengalê mîsoger dikin' dest bi xebatên xwe dikin. Em bi semîneran, civînan û komcivînên pêk tînin xwe bêhtir pêş dixin û bi rêxistin dikin. Îsal jî ji ber êrişên pêk tên, ji bo me salek girîng e. Em ê di 8'ê Adarê de bi hemleyek bi hêz serî hilbidin. Em ê hêza xwe û vîna xwe nîşan bidin."   'Jinên kurd ji bo têkoşînê nimûne ne'   Endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Işik jî têkildarî dîroka 8'ê Adarê axivî û wiha pê de çû: "Ev roj jî ji têkoşîna jinê mîrateyek e. Gelek jinan bi yekîtiyê li dijî desthilatdariyê serî hildan. Jinên kurd jî xwedî çandek têkoşînê ne. Ev çanda wan jî bi sedsalan e li ser vê xakê didome. Di salên 90'î de jî li Stenbolê bi jinên Kurdistanî û Tirkiyeyê re çalakiyên 8'ê Adarê dest pê kiribûn û hercarê jî jin rastî êrişan hatin. Li vir jinên kurd bi du nasnameyan rastî êrişan tên. Ji ber wê yekê jî jinên kurd bi hişmendiya azadiya jinê û azadiya civakê daketin qadan. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi vê re bi jinan şiyarbûnek pêk hat û xwedî li mafê xwe derketin. Jinan ne rojekê tu rojan bindestî qebûl nekirin. Jina kurd jî bi têkoşîn û tarza jiyana xwe jî ji hemû cîhanê re dibe nimûne. Jinên kurd pêşengtiya şoreşê dikin û ev şoreşa wan ji bo hemû jinên cîhanê dibe feyz. Gelek jinên kurd ên ji bo azadiya jinan têdikoşin îro di girtîgehan de ne. Weke her salê îsal jî ji bo me girîng e û em bi coşeke mezintir xwe amade dikin."    Rûkenê herî dawî jî got pêwîst e henek û gotinên bêwatekirina 8'ê Adarê ji aliyê kesî ve neyên bikaranîn, divê ev roj tenê weke roja jinê neyê dîtin û li gorî wê nêzîkatî hebe. Ev roj  serhildana jinê bi bîr dixe. Lê em çanda xwe ya têkoşînê her roj berdewam dikin."