Dem dema azadiya jinê ye (4) 2022-03-03 09:08:06     Jin 8’ê Adarê pêşwazî dikin: Piştevanî me mezin dike   NAVENDA NÛÇEYAN - Karker, kedkar, xwendekar, hiqûqnas, aktivîst, xebatkarên tenduristiyê…. Jin li dijî binpêkirina jiyana xwe têkoşînê di 8’ê Adarê de dibin qadan û vê peyamê didin: “Piştevanî me mezin dike.”   Amadekariyên 8’ê Adarê li her derê didomin. Îsal jî li her qada jiyanê jinan ji berxwedanan re pêşengî kir. Ji kedê heta siyasetê ji çandê heta hiqûqê, ji perwerdeyê heta tenduristiyê li dijî şîdeta mêr, binpêkirina kedê, hevkariya darazê û mêr, kuştinên jinan, qirkirinên jinan, polîtîkayên şer, mirinên girtîgehan kolan terk nekirin. Jin di 8’ê Adarê de jî têkoşînê bi biryar pêşwazî dikin.   Jinan der barê 8’ê Adarê de ji ajansa me re nirxandin kirin.   Berxwedana wan ji kedkaran re bû hêvî   Berxwedana karkeran a Fîrmaya Farplas a parçeyên wesayîtan ên plastîk hildiberîne û li Herêma Sanayî Organîze Îhtîsas ya Tedarik a Otomotîv a Gebzeyê ye (TOSB) didome. Songul Ozdemîr a ji Mereşê jî yek ji karkerên li berxwe dide ye. Songulê da zanîn ku  karkeran ji bo şertên wan baş bibin di 19’ê Çileyê de dest ji kar berdan û rêveberiyê daxwazên wan qebûl nekir û bi hinceta sendîkayî ne di 20’ê Çileyê de dawî li karê 150 karkerî aniye.    Wê li qadên 8’ê Adarê bin   Songulê da zanîn ku bi berxwedana bi pêşengiya jinan didome xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin û got wê bi hevalên xwe re li qadan dengên xwe bidin bihîstin. Songulê wiha got: “Divê jin li eniya pêş bin. Ji paşerojê heta niha jin hatin tunekirin û niha rewş cuda ye û jin dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Pirsgirêkên jinan dişibin hev û divê jin bibin yek. Armanc û niyeta me wek hev e. Yek dengê me nayê bihîstin. Divê em bibin yek. Em bi wisa bimeşin. Em ji bo mafên xwe û aboriya xwe têdikoşin. Ger em jin bên gel hev û bi hev re tev bigerin wê dengê me bê bihîstin. Em ê bi berxwedanê qezenc bikin. Wê demê dengê me wê baştir bê bihîstin.”   Cihê herî zêde ked tê binpêkirin: Li malê ye   Keda jinê herî zêde li malê tê binpêkirin. Bi rolên dayikbûn, xwişkbûnê keda jinê tê binpêkirin. Jin daxwazên xwe dibin qadan. Jina bi navê Hacer Şan a 49 salî ya li Xaçort a Îpekyol a Wanê dijîn, der barê rojeke xwe de wiha dibêje: “Ez sibehê zû radibim .Taştê amade dikim. Sobeyê pêdixim. Zarokan dişînim dibistanê. Karê malê hemûyî dikim. Heta derengiya şevê dixebitim.  Kes keda min nabîne. Em ne wek hev in. Ez jiyanek baştir dixwazim. Ez dixwazim xwedî mafên wekhev bim. Naxwazim jin bên binpêkirin.”   Ez ê di 8’ê Adarê de li qadê bim   Hacerê bi lêv kir ku ligel karê malê, berhemên tekstîlê jî bi pereyekî kêm çêdike û wiha dirêjî dayê: “Ez hewl didim piştgiriyê bidim butçeya xwe. Ji bo piştgiriya zarokên xwe ji fabrîkayê bantên şimikan digirim, carnan jî xemlên pêlavan digirim. Berhemên cuda tên. Ez wan digirim paqij dikim, çi karê wan hebe dikim. Ez carna hezar alavî bi 20 TL carna jî bi 30 TL çêdikim. Hefteyê 2 hezar an 5 hezar berhem derdixim. Bêguman pir diwestim. Pereyê digirim jî têrî tiştekî nake. Lê hewl didim piştgiriyê bidim butçeya malê. Tevî evqas binpêkirin jin bi têkoşînê mafên xwe bi dest dixin. Ez dikarim mafên xwe bigirim dest xwe. Ez li ser piyên xwe disekinim. Ez ê di 8’ê Adarê de li kolanê bi jinan re bim.”    ‘Li dijî betaliyê rêxistina jinan’   Dîlan Atmaca ya ji zanîngehê mezûn bûye li Îzmîrê dijî û ji 2018’an heta li cîhekî dixebite. Dîlanê wiha anî ziman: “Di qada min de îstîhdam pir kêm e. Herî dawî di şantiyê de dixebitî. Li cihê ku mêr pir zêde bûn xwestin ez jî wek mêran tev bigerim bibim xwedî mîzacek hişk. Ji ber vê ez ji kar derxistim. Piranî dibêjin em mêran digirin kar. Dibêjin bila zarokên te tunebin, astengiya li pêş gerê tunebe. Divê desturên welîdînê bidin mêran jî. Ji ber van sedeman jin nayên tercîhkirin. Jin divê li dijî van xwe rêxistin bikin.”   ‘Divê jinên ciwan li berxwe bidin’   Xwendekara Zanîngeha Dîcleyê ya beşa Matematîkê Berîvan Onar jî balê dikişîne ser pirsgirêkên xwendekaran û da zanîn ku ne tenê rojek divê her roj ya jinan be û  got: “Em yek jî ne azad in. Ez xwendekara zanîgehê me. Lê ne azad im. Zext li ser me hene. Em ditirsin bi şev dereng biçin malê. Li dibistanê zext hene. Divê jinên ciwan li dijî vê xwe rêxistin bikin. Heta jin azad nebin civak jî azad nabe.”   Xwendekara Beşa Endezyariya Makîneyê Emîne Nazli ev tişt anî ziman: “Divê em tenê wek roja kêfê li 8’ê Adarê nenêrin. Divê em wê rojê pirsgirêkên xwe bînin ziman. Em li qadan dengê xwe bidin bihîstin. Jin her qadê ji xwe re wek qada têkoşînê dibînin. Hewl didin me jinan biçewisînin. Bila jin li dijî zextên serdestiya mêr li her qadê bin. Wê piştevanî me mezin bike.”   Dema qada jiyanê parastin hêza xwe winda nekirin   Jin bi têkoşîna parastina xwe û xwezayê 8'ê Adarê pêşwazî dikin. Aktivîsta Ekolojiyê Nurcan Karasu jî yek jin wan jinan e ku vê têkoşînê dide meşandin. Nurcanê bal kişand ser parastina jiyanê ya jinan û wiha got:"Li dijî êrişên li ser xwezayê jin li berxwe didin. Mînaka herî nêz Îkizdere ye. Li dijî talana li ser Îkizdereyê jina di warê têkoşînê de li pêş bûn. Jinan li hemberî makîneyên rabirdûya wan tune dihesibandin di nava berxwedanê de bûn. Em ê bi baweriya têkoşîna xwe di 8'ê Adarê de li qadan bin û têkoşîna xwe mezin bikin."   Dewlet di qada siyasetê de jî êrîşî jinan dike   Her wiha Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê Ayşe Acar Başaran bi lêv kir ku sîstema dewlet-mêr di qada siyasetê de jî êrişî destkeftiyên jinan dike û wiha got:"Hedefgirtina pergala hevserokatiyê, Peymana Stenbolê didome. Mînaka êrişa li dijî siyasetmedarên jin a dawiyê rakirina destnedayina Semra Guzel e. Di 8'ê Adarê de em ê nîşan bidin ku em ne mecbûrî vê sîstem û rejîmê ye. Li dereke em piştevanî û tifaqa jinê xurt bikin em dikarin jiyaneke azad ava bikin. Em mînakên vêya li her derê cîhanê dibînin. Rojava jî mînakek e. Em loma bang li her kesî dikin ku bibin parçeyekî ji vê têkoşînê."