Gelo edaleteke çawa? -2 l 'Em ê edaletê ji binê erdê derxin’ 2022-02-25 09:08:36   Leyla Ayaz    NAVENDA NÛÇEYAN - Edaleta ku ji destê civakê hatiye girtin û bi destê dewletê tê belavkirin bi xwe re jî lêgerîna edaletê anî. Dirûşma “Ji bo her kesî edalet” û “Em ê edaletê ji binê erdê dexîn” bersiva pirsa edaleteke çawa dide.    Me di beşa yekem de jî behs kir ku di her serdeman de edalet cuda hatiye destgirtin û pratîzekirin. Jixwe bi demê re jî sepandina edaletê dest guhertiye. Êdî edalet ne bi destê civakê bi destê dewletê hatiye belavkirin. Dewlet bi mekanîzmaya hiqûqê, bi rêya dadger û dadgehê edaletê pêk tîne. Ev tişt jî bi xwe re lêpirsînekê tîne.    Di şert û mercên îro de tê xuyakirin ku civak ji edaleta dewletê ne raziye û loma jî ji bo pêkanîna edaletê di nav hewldanan de ne. Îro em dibînin ku lêgerîn an bi civakî, netewî, an jî bi malbatî û ferdî pêş dikeve. Em ê hinek mînakên lêgerîna edaletê yên ku di demên dawiyê de di bin hişê me de mayî bînin ser ziman.    Qerîna edaletê...   Yek ji wan Emîne Şenyaşar e û tu kes ne biyaniya çalakiya wê ye. Emîne her roj bi çalakiya “Nobeta Edaletê” ji bo ku edalet pêk bê bang dike.    Çalakiya “Ji bo girtiyan edalet” ya malbatên girtiyan e. Malbat bi nobeta xwe ya edaletê balê dikişînin ser rewşa girtiyan.    6 hezar jin bi daxwaza pêkanîna edaletê ya ji bo rewşa siyasetmedar Aysel Tugluk ketin nav tevgerê.   Dayikên Şemiyê, di hefteya 882’an de ji bo diyarkirina aqûbeta xizmên xwe yên hatin windakirin bi salane lêgerîna xwe ya edaletê didomînin. Dayikên Aştiyê, Dayikên Lacik Spî û Dayikên Girtiyan ji divê neyên jibîrkirin, ji ber ku di hemû  pêvajoyên xeter de li qadan edalet qêriyan.    'Ne şîn bi dawî bûye, ne jî lêgerîna edaletê'   Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskî "Ji bo Roboskî edalet"…    Di dema qedexeyên li Cizîrê de malbatên ku xizmên wan hatin windakirin û qetilkirin “Ne şîn bi dawî bûye, ne jî lêgerîna edaletê”...    Malbatên ku zarokên wan li Pirsûsê di encama teqînê de hatin qetilkirin “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet”…    Malbatên ku xizmên wan di teqîna Gara Enqerê hatin qetilkirin “Kula me ne bê derman e, dê edalet bibe dermanê me”…    Malbatên ku xizmên wan di teqîna li Amedê de hatin qetilkirin “Ji bo her kesî edalet"...   Li korîdorên edliyê lêgerîna edaletê    Di navbera salên 2008-2021'ê de 20 zarok bi tevahî 42 kes û di nav 4 salên dawiyê de jî 9 zarok û bi tevahî 18 kes bi maşîneyên zirxî hatin qetilkirin. Lêgerîna edaletê ya malbatan hêj li korîdarên edliyê didome.    Parêzer Ebrû Tîmtîk, bi rojiya mirinê xwest balê bikişîne ser darizandina edilane û di roja 238'an a rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest da.    'Ne edaleta mêr edaleta rasteqîn'    Li gorî daneyên ajansa me di sala 2021'ê de 311 jin hatin qetilkirin...    Nevîn Yildirim, Çîlem Dogan, Melek Îpek, Nîmet Akgun, Name Ozturk ji bo xwe ji mirinê rizgar bikin mafê xwe yê parastinê bi kar anîn û cezayên giran li wan hat birîn...    Îpek Er jî bi tecawiza çawişê pispor Mûsa Orhan re rûbirû ma û dawî li jiyana xwe anî…    Betalkirina Peymana Stenbolê rê li ber zêdebûna kuştina jinan vekir…   Li dijî her cureyên şîdetê û qetilkirina jinan li qadan "Ne edaleta mêr edaleta rasteqîn" hat bilêvkirin...   'Em ê edaletê ji binê erdê dexin'   Divê mirov qêrîna malbatên 301 karkerên Somaya ji bîr neke… “Em ê edaletê ji binê erdê derxin”… Niha jî karker û kedkar bi yek dengî ji bo pêkanîna edaletê li qadan li ber xwe didin.    Lêgerîna edaletê ji dîroka mirovahiyê kevintir e   …Komkujî, qetilkirin, şewitandin, valakirin, tunekirin, dagirkirin, bişaftin, binçavkirin, girtin, sirgunkirin, koçberî, penaberî, birçibûn û xizanî… Di encama wan tiştan de derdikeve holê ku lêgerîna edaletê wekî dîroka mirovahiyê kevnar e. Her wiha edaleta ku bi 4 forman bi pêvajoyan re hatiye dizaynkirin, wek pênasekirinê di nava civakê de nayê pratîzekirin. Lê ji bo pêkanîna edaletê jî ev form girîng in. Ev her çar form bi hev ve girêdayî ne. Yek nebe ya din jî qels dimîne.    Di nava civakê de edalet    Nîşaneya edaleta civakî di Makeqanûna Fransayê ya sala 1793’an de derdikeve pêşberî me. Lê belê pêş neket û tenê di çarçoveya azadiya kesayetiyê de bi sînor ma. Di sedsala 18’an de çend bingeh hebe jî, di sedsala 19’an de, bi şoreşa karkeran û 1’emîn Şerê Cîhanê re derket holê. Di sedsala 20’an de jî bêtir li ser edaleta civakî nîqaş hatin kirin. Her wiha edaleta civakî li ser 4 rêgezan hatiye nirxandin. Ev rêgez nebin edaleta civakî pêk nayê.   Bingeha edaleta civakî    Yek; mafên mirovan, dema civakek adil be, dê hurmetê nîşanî mafên herkesî bide û biparêze. Ya duyan gihandin, ji bo civakek adil gihandina pêdiviyên bingehîn ên wekî stargeh, xwarin û perwerdehiyê girîng e. Ger gihîştin ji hêla faktorên wekî zayend, nijad an çîn ve were sînordarkirin, ew dibe sedema cudakariyê. Ji bo gihandinê divê firsetên wekhev bên pêşxistin. A sêyemîn beşdarbûn e, heke tenê yekalî deng bên bihîstin edaleta civakî pêk nayê. Ya çaremîn û dawî jî wekhevî ye, ew yek ji hêmanên bingehîn ên edaleta civakî ye. Wekheviya zayend, ol, ziman, çand ê esas digire. Ji serdema Antîk heta îro wekhevî wek sazkara edaletê tê nirxandin.    Edaleta aborî û siyasî    Edaleta aborî, bi edaleta civakî re di nav têkiliyan de ne. Ji ber ku her tim bûye parçeyeke pergala civakî. Mafê aborî û firsendên ku ji bo ferdan tê tehsîskirin parçeyeke pergala civakê ye. Ji bo ferdên civakî debara xwe bikin hewl dide ku di qada xebatê de heqdestekî wekhev bigire û neheqiya heyî ji holê rake. Edaleta aborî ji bo hemû beşên civakê derbasdar e.    Edaleta siyasî jî tê wateya dayîna mafên siyasî û îmkanên wekhev ên siyasî ji bo hemû welatiyan da ku beşdarî rêveberiya welat bibin. Ji bo beşdarbûnê jî divê cudakariya ol, reng, qewm, bawerî, zayend û statûyê neyê kirin. Her wiha ji bo pêkanîna edaletê divê ji bo her beşên civakî siyaset bê kirin.    Bi rêya dadgehan belavkirina edaletê    Edaleta hiqûqî, tê wateya serweriya qanûnê û ne serweriya yek kesî. Ew du tiştan pêk tîne: hemû mirov li ber qanûnê wekhev in û ev qanûn ji bo her kesî wekhev e. Bi rêya dadgehan edalet tê belavkirin. Du helên edaleta hiqûqê hene, yek formulekirina qanûnên adilane û ya din jî pratîzekirina qanûnên adilane ye.   Ji bo edaletê rûbirûbûna paşerojê    Ligel 4 formên edaletê, di demên dawiyê de jî bêtir qala "Dema derbasbûna edatelê" tê kirin. Ev jî di dawiya salên 1980’yî û destpêka salên 1990’î de, bi piranî di encama guherînên siyasî yên li Amerîkaya Latîn û Rojhilatê Ewropayayê bi pêşketina daxwazên edaletê derket holê. Ev dem wek “Dema derbasbûna demokrasiyê” dihat binavkirin, lê piştre jî bû “Dema derbasbûna edaletê".   Ji bo edaletê avakirina komîsyonên heqîqetê   Dema derbasbûna edaletê, tê wateya înşakirina pêşerojeke demokratîk, aştiyane û adilane, rûbirûbûna paşerojê ye. Li vir binpêkirina mafan, komkujiyên ku pêk hatî, travmayên civakî li ber çavan tên girtin. Ji bo pêkanîn dema derbasbûna edaletê tişta esasî jî darizandina faîlan, avakirina komîsyonên heqîqetê û lêpirsîna paşerojê ye. Lê di dema derbasbûna edaletê de bi taybetî li ser prensîbên hiqûqa navneteweyî tê rawestandin. Ev tişt bi taybetî darizandina sûcdaran ferz dike û di heman demê de jî formên wek tazmînatê û mekanîzmayên lêgerîna heqîqetê di nav xwe de dihewîne.   Ji bo dema derbasbûna edaletê mirov dikare mînaka Şîlî (1990), Rojhilata Tîmor (2001), Guatemala (1994), Polonya (1997), Sierra Leone (1999) û Efrîkaya Başûr (1994) bide. Ji avakirina Tirkiyeyê heta îro ji ber polîtîkayên ku hatî afirandin her tim kurd, ermen, ereb, çerkez, rûm bûn hedef. Li dijî hedefgirtinê jî her tim lêgerîneke wan gelan a edeletê hebû. Lêgerîna edaleta civakî, siyasî, aborî û hiqûqê her li pêş bû.    * Sibê: Nêrînên ku ji Amed, Mêrdîn û Şirnexê hatî girtin dê bi sernavê ‘Pêkanîna edaletê pêwistiyek e’ dê bê dayîn.