Gelo edaleteke çawa? -1 I Ji bo her kesî edalet 2022-02-24 09:04:47   Leyla Ayaz    NAVENDA NÛÇEYAN - Edaleta ku bingeha xwe ji Civaka Xwezayî digire bi serdeman re li gorî berjewendiya serdestan şekl girtiye û heta îro hatiye.  Îro li her deverê bangewaziya pêkanîna edaletê deng vedide. Gelo civak edaleteke çawa dixwaze?    Ev demek dirêje peyva edaletê ji ser zimanê me nayê xwarê. Qêrînên ji bo pêkanîna edaletê bi taybetî li korîdorên edliyeyê, li kolanan, li ser ekranên televîzyonan deng vedide. “Ji bo her kesî edalet”, “Ji bo jinan edalet”, “Ne edaleta mêr, edaleta rasteqîn” û “Ji bo kedkar, karker û xwendekaran edalet”…    Gelo civak edaleteke çawa daxwaz dike? Me vê mijarê girt dest. Em li ser pênasekirin û pratîzekirina wê ya dema borî û ya dema niha rawestiyan. Bi rastî mijareke gelekî berfireh e û wek behrek agahî hene. Me agahiyên ku berhevkirin li bejingê xistin û anîn pêşberî we.    Pênasekirineke lihevhatî nîne    Di her serdeman de li ser edaletê nîqaşên berfireh hatine kirine, lê tu carî li ser pênaseya edaletê lihevhatinek pêk nehatiye. Ji ber ku pênasekirina edaletê li gorî serdem, dem, cîh, erdnegarî, netew, ol û kesan guheriye.   Di dîroka mirovahiyê de têgeha edaletê, ji bo fîlozof, oldar, zanist, hiqûqnas û siyasetmedaran bûye mijara bingehîn a lêkolînê. Dema mirovahiyê dest bi jiyana civakî kir bi xwezayî hewcedarî bi sazkirina jiyaneke bi pîvan dît. Di nav wan pîvanan de edalet jî hebû. Mînaka vê ya berbiçav jî Civaka Xwezayî ye. Berhevkirin, çandinî û nêçîrvanî bi şeklekî kolektîf di nav civakê de pêş ket. Di civaka Xwezayî de jiyana kollektîf û adilane ji bo dîroka mirovahiyê bûn bingehên esasî.    Xwedawendên Edaletê   Piştî ku zîhniyeta pergala baviksalarî di her qadên jiyanê de hakîmiyeta xwe pêş xist êdî jiyana Civaka Xwezayî bêbandor dibû. Lê jiyana ku li dora jinê pêş ket edaleta wê di mîtolojiyan de bi rengê Xwedawendên Edaletê her tim derdiket pêşberî me. Di mîtolojiyên Sumerî, Hîtît, Misir, Yewnanî û Romayî de yên ku edaletê temsîl dikin xwedawend in. Şopên wan Xwedawendên Edaletê heta vê rojê jî hatine. Bi peykeran hatine sembolîzekirin. Di wan peykerên jinan de di destekê de mêzên  û di destê din de jî şûr heye. Her wiha an çav girtî ne û an jî çav vekirî ne. Şûr, nîşana pêşîlêgirtina sûc û hêza cezayên ku tên dayîn e. Mêzên, jî sembola edalet û sepandina wê ya hevsengê ye. Çavên girtî jî bêalîbûna wan sembolîze kiriye.   Di Yewnana Kevnar de Themîs, di mîtolojiya Misrê de jî Maat (Ma'at), di serdama Romayê de jî Justitia. Sembolên edalet, nîzam, rastî û hevsengiyê temsîl dikin. Jixwe me di serî de got şopên wan heta roja me ya îro hatine. Xwedewendên Edaletê bi tecrûbeyên Civaka Xwezayî mîrateyek ji pêşerojê re hiştin.    Bangewaziya Edaleta Îlahî    Di Cihûtî, Xiristiyanî û Îslamê de edalet wek “Edaleta Xwedê” û “Edaleta Îlahî” tê pênasekirin. Her çend çavkaniyên wan hersê olan cuda bin jî di hêla “Edaleta Xwedê” de hevpar in. Hersê ol jî edaletê di çarçoveya hevsengî, wekhevî, rêkûpek, heqîqet, rêya rast û dirustbûne de digirin dest. Lê bi demê re jî di nava ol de edalet wekî amûra siyasetê hatiye bikaranîn. Li şûna “Edaleta Xwedê”, “Edaleta oldaran” bi pêş ket. Ev tişt li ser erdnegariya Rojhilata Navîn betîr derket ser rûye erdê. Dema qerîn û hawara xelkên li ser vê erdnegariyê ji hêla oldarên ku edalet belavdikin ve neyê bihistin vê demê bang li “Edelata îlahî” tê kirin û tê gotin ku “Min teslîmê Xwedê kir…”   Bi şîroveyan avakirina pergala edaletê   Her çend ku mîtolojî û ol li ser pênase û destgirtina edaletê bi bandor bîn, ewqas jî felsefe bi bandor e. Kakilên edaletê bi felsefeyê re jî cudatir teşe girt. Nirxandin û pênasekirina edaletê ya Sokrates, Platon, Arîstoteles, Augustine, Aquinas, Hobbes, Hume, Kant û Mill, Rawls û yên din di avakirina pergala edaletê de rolek girîng lîstine. Şîroveyên ku di serdemên xwe de kirinê niha di mekanîzmayên dewlet, hiqûq, qanûn, siyaset, aborî û civakê de bi bandor in.   5 cureyên edaletê    Fikr û ramanên ku ji bo pratîzekirina edaletê derketin holê, bi demê re hem ji civakê re û hem jî ji dewletan re bûn çavkanî û tecrûbeyên girîng. Ev bingeha ku hat danîn bi 5 cureyan tê nirxandin. Edaleta belavkirî, prosedûr, cezakirin, çêker û edaleta diguhere.    Di edaleta belavkirî de, pere, mulk, rûmet, şeref, nîşane, serwet û aborî heye. Ev tiştên heyî li gorî qabiliyet û statuya di nav civakê de tê belavkirin. Lê belê edaleta belavkirî di nava kesên wekhev de tê kirin. Lê belê her çend ku rêgeza wekheviyê ji xwe re wek pîvan bigire jî di esasê xwe de wekheviyeke bi şert e. Cureyek din jî edaleta cezakirinê ye û mirov heq dikin ku bi heman rengî bên cezakirin. Wek tolhildanê tê nirxandin. Lê belê li dijî edaleta cezakirinê jî edaleta çêker dikeve dewrê. Edaleta çêker jî balê dikişîne ser başkirina rewşê. Hewl dide ku zirara di nav têkiliyên navbera kesan û civakê de derketiye holê tamîr bike. Edaleta diguhere jî balê dikişine ser pevguhertina tiştan a bi heman nirxî ya di navbera kesan de pêk tê. Her wiha armanc dike ku di danûstandinê de herdu alî jî zirarê nebînin. Cureya dawî jî edaleta prosedurê ye, biryaran digire û sepandina edilane ya biryarên ku hatî girtin dişopîne.    Tarîfkirina her 5 cureyên edaletê bi xwezayî berê me dide hiqûq û qanûnên dewletan. Li vir jî tişta herî girîng jî derdikeve pêşberî me edalet ne ji bo civakê, ji bo bi hêzkirina mekanîzmayên dewletê tê pratîzekirin. Edalet, ne wekî ku ji serdema Civaka Xwezayî derketiye, îro bêtir li gorî berjewendiya serdestan şekl girtiye.     'Ez li edaletê digerim'   Em ê beşa xwe ya ewilî bi nirxandina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bikin. Abdullah Ocalan edaletê wiha tarîf dike: "Divê mirov bawer bike ku di gerdûnê de prensîbeke edalet û dadê heye. Tu pêkhatin bêyî şertên xwe û ravekirina xwe dernakeve holê. Xweza, di pêkanîn û çêkirinê de ji dîtina me wêdetir bi edalet e. Ji qabîliyetên me yên çavdêriyê yên şaşkirî û berevajîkirî divê mirov civaka şaristaniyê berpirsiyar bibîne, belkî bi vê tespîtê şîroveya me li cih be. Çêbûna mirov jî pêşketineke adil e ku pêk hatiye. Mirov dikare bibêje; bi tevahî nîzama gerdûnî, cîhana biyolojîk û pêkhatinên civakî di xizmeta hebûna mirov de ne. Ma ji vê mezintir edalet dibe? Eger dewlet û hiyarerşiya mezin a di civakê de ev rastî berevajîkirî bin û ser van rastiyan girtî bin, divê mirov weke berpirsiyarê vê jî dîsa van hêzên mirov ên berevajîkar bibîne. Hingî jî mirovên li pey edaletê diçin wê bi xwe wezîfedar bin. Ji bo edaletê yê/ya her cure mane û çalakiyê bike dîsa mirov e. Bêguman mirovên bibêjin ‘ez li edaletê digerim’ ew kes in ku divê daxwazkar bin, pêdiviyan bi awayekî manedar, çalak, rêxistinkirî û bi dewamî bi cih bînin."   •Sibê beşa; Bi sernavê 'Em ê edaletê ji binê erdê derxin’ em ê bal bikişînin ser lêgerîna edaletê ya civakê.