Dayika aştiyê Sultan: Sala 2022’an wê bibe sala azadiya serokatiya me (5) 2022-02-15 09:08:12     STENBOL - Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt ku bi dehan carî tevlî çalakiyên şermezarkirina komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bû, şîdet dît û doz lê hat vekirin wiha vegot: “Ez bawer dikim ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya serokatî û  zarokên me. Wê serokatî azad bibe û em ê wî hembêz bikin.”   Di ser komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan teslîmê Tirkiyeyê hat kirin re 23 sal der bas bûn.  Di 15’ê Sibata 1999’an de ku Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê Gelê Kurd daket kolanan û bertek nîşan da. 23 sal e bê navber çalakî pêk tên. Dayika Aştiyê Sultan Bozkurt a di çalakiyan de cih girt, ji ajansa me re axivî. Herwiha derbarê Sultanê de bi hinceta tevlî çalakiyan bûye gelek lêpirsîn û dosya hatine vekirin.  Keça Sultanê, Newroz Bozkurt jî 23 sal e girtiye.   Nêrîna Abdullah Ocalan a li hember jinê bandor lê kir   Sultanê pêvajoya ku Abdullah Ocalan û têkoşîna azadiya jinê nas kiriye vegot û got berê bihistibûn kesekî bi navê Apo û komek Apocî hene û piştî avabûna PKK’ê malbatê xwe nêzî vê tevgerê dîtiye û got: “Abdullah Ocalan maf da jinan û jin fêm kir. Vê bandorek mezin li ser min kir. Wekheviya jin û mêr diparast. Bi edelet bû. Ji ber vê me jê hez dikir.”   ‘Ez li derve bûma ez ê biqîriyama’   Sultanê di berdewamiyê de got dema anîna Abdullah Ocalan bihistiye hestên wê tevlihev bûne û bi van gotinan dirêjî da axaftina  xwe: “Beriya bînin Tirkiyeyê ji serokatiyê agahî nedihat girtin. Ez di 15’ê Sibatê de ji bo keça xwe diçûm girtîgehê. Em nû li Stenbolê bi cih bibûn. Min rê baş nizanibûn. Ez diçûm girtîgeha Umraniyeyê. Min rê tevli hev kir û piştre bi alîkariya ajokar ez çûm cihê xwe. Jinek li rawestgehê bû. Navê wê Muhsîne bû. Em bi hev re li wesayîtê siwar bûn. Piştre giriya. Got ‘Serokatî hatiye girtin’. Ger ez li derve bûma ez ê biqirîriyama.  Min bawer nekir. Em çûn girtîgehê girtiyan dirûşmeya ‘bijî serok Apo’ berz dikirin. Me jî dirûşme berz kir. Ew roj ji bo min gelek zehmet bû.”   Ket greva birçîbûnê hat binçavkirin    Sultanê got beriya 15’ê Sibatê di komeleya malbatên girtiyan de cih dgirt, piştî Abdullah Ocalan ji Şamê hat derxistin di çalakiyan de cih girtiye û wiha got: “Em li Bagcilarê ketin greva birçîbûnê ya dorveger. Polîsan ser me de girt û ez yekem car hatim binçavkirin. Polîsan pirtûka Abdullah Ocalan nîşan da û got ‘Binêrin ev ne musliman e’.  Min li wir got ez bi îradeya xwe ketime greva birçîbûnê. Em berdan. Gotin hun biçin partiyê em we bigirin. Min got ez ê biçim û ez ji qerekolê derketim.”   ‘Çalakiyên bertekê’   Sultan ku piştre di meclisa dayikên aştiyê de cih digire diyar dike ku di 15’ê Sibatê de devên xwe bi kurdaleyên reş girêdane, cilên reş li xwe kirine û got: “Polîsan her tim êrîşê dayikan dikir. Me hevdîtinên dîplomasiyê kirin. Em bi rojnameger, siyasetmedar û nivîskaran re dihatin gel hev. Li dijî guzankirina porê serokatiyê keça min jî li girtîgehê porê xwe guzan kir. Em çûn Sîlopiyê û em tevli ‘Nobeta aştiyê’ bûn. Me piştgirîda pêvajoya çareseriyê ya Abdullah Ocalan da destpêkirin.”   ‘Li ser Pira Galatayê çalakiya bi zincîr’   Sultanê di berdewamiyê de çalakiyên din wiha vegot: “Em dayikên aştiyê çûn ser Pira Galatayê û me bi zincîran destên xwe bi pirê ve zincîr kir. Li Tirkiyeyê yekem car çalakiyek wisa dihat kirin. Polîs hat got ‘Ji bo xwedê ji vir biçin’. Me got ‘Em naçin’. Yên di rê de derbas dibûn dijûn û heqeret dikirin. Em 16 dayik bûn. Em birin Emniyetê û du sê rojan em binçavan de man. Heqeret li me kirin. Em yek bi yek kirin hucreyê.”   ‘Dewlet çareseriyê naxwaze’   Sultanê her wiha ev tişt anî ziman: “PKK’iyên bi banga Abdullah Ocalan re hatin Tirkiyeyê, hatin girtin. Me fêm kir ku bawerî bi dewleta Tirk tune. Ez bi Erdogan bawer nakim. Li ser xwîna Kurdan xwedî dibe.  Keça min di 2018-2019’an de ket greva birçîbûnê ya Leyla Guven da destpêkirin. Me lib er girtîgehê berxwe da. Lê divê êdî çalakiyên nû pêk bên. Çareserî bi Abdullah Ocalan pêkane. Divê em dengê xwe bi cîhanê bidin bihistin.”   ‘Wê bibe sala azadiya serokatiyê’   Sultanê di dawiya axaftina xwe de balkişand ser berxwedana Abdullah Ocalan û got komplo negihiştiye armanca xwe û wiha dawî lê anî: “Wê sala 2022’an bibe sala azadiya serokatiyê. Li girtîgehê tiştek pê bê Tirkiye nikare hesabe vê bide. Divê Abdullah Ocalan bê berdan. Komplo ji bo me roja reş e. Em bawer dikin ku wê sala 2022’an bibe sala azadiya serokatiyê û zarokên me. Em ê serokatiyê hembêz bikin.”