Li dijî komployê çalakiyên 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' (2) 2022-02-11 09:07:36   NAVENDA NÛÇEYAN - Komploya navneteweyî ya li hember Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ket sala 24’an û ji 1998’an heta niha bi dehan kesî  li dijî komployê bûn xeleka ji agir û bi  çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ komplo vala derxistin.    Di ser komploya navneteweyî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi hevkariya hêzên navneteweyî teslîmê Tirkiyeyê hat kirin de 24 sal derbas bû. Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de anîn Tirkiyeyê û ev 23 sal in  di bin tecrîdek giran de ye. Piştî komployê li her derê cîhanê gelê kurd rabû ser piyan û bi sedan kesî gotin ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir û komplo protesto kirin.   Tirkiyeya ku girêdayîna gelê kurd a bi Abdullah Ocalan ve dizanibûn, dizanibû ku fikr û perspektîfên Abdullah Ocalan wê gelê Kurd bibe azadiyê. Ji bo pêşî li vê bigire jî Tirkiye û hêzên navneteweyî  bi mantika ‘serî ji laş veqetînin’ xwestin gelê kurd bê rêber bihêlin, bê pêşeng bihêlin. Bi vê armancê komplo pêk anî. Lê dewletên ku ev kirin tiştek ji bîr kiribûn. Gelê kurd her der veguhert qada berxwedanê û komplo vala derxist. Bi sedhezaran kesî bi rojan cilên rewş li xwe kirin û komplo protesto kirin. Ciwanên kurd berê xwe dan çiyan. Bi hezaran çalakî pêk anîn. Protesto hîna jî didomin. Her 15’ê Sibatê gelê kurd reş li xwe dike û peyama ‘roja reş’ dide.   Navê ewil ê çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’   Bi sedan kesî bedena xwe dan ber agir û koplo protesto kirin. Kesê ewil ê vê çalakiyê Mehmet Halît Oral ê li girtîgeha Mereşê bû û di şeva 9’ê cotmeha 1998’an de bedena xwe da ber agir. Halîl di nameya ku nivîsandibû de xîtabê Abdullah Ocalan kir û got: “Hêrs, kîn û tola min mezin e. Lê di zindanê de ez vê nikarim li rûyê dijmin birijînim. Bi vê çalakiyê ez hezkirina xwe ya ji bo we carek din nîşan didim.  Bi vê çalakiyê dixwazim kîn, nefret û hêrsa xwe nîşan bidim. Dixwazim tola xwe bigirim. Nebû qismet te bibînim. Lê her tim di dilê min de ye. Bêguman çalakiya min bi TC şûnde gavê nade avêtin. Lê wê hemû gelê me cîhanê li wan bikin zindan. Bi hewldan û keda we ya mezin îro li cîhanê behsa me dikin û me bi tiştekî dihesînin.”   Di 18’ê cotmehê de jî li girtîgeha Bartinê Murat Kaya, di 19’ê cotmehê de li girtîgeha Amasyayê Mehmet Gul, di 20’ê cotmehê de li girtîgeha Bartinê Alî Aydin û li girtîgeha Tîpa E ya Çanakaleyê Meral Kaşoturacak, di 22y’ê cotmehê de Fettah Karataş yê li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne, Aynur Artan û Selamet Menşteş yên  li girtîgeha Mîdyadê diman û Bulent Bayram  yê li girtîgeha Tîpa E ya Semsurê diman di meha cotmehê de bedena xwe dan ber agir.   Abdullah Ocalan: Dawî li çalakiyan bînin   Di 17’ê Mijdara 1998’an de Ahmet Yildirim û Remzî Akkuş li paytexta Moskov a Rûsyayê li ber parlamentoyê bi dirûşma ‘Em li dora Ocalan ji agir bibin xelek. Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bedena xwe dan ber agir. Ev çalakî ji aliyê hemû cîhanê ve hatin temaşekirin. Piştî çalakiyê bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalakî zêde bûn. Li dijî vê Abdullah Ocalan peyama bidawîkirina çalakiyan da.   Abdullah Ocalan di daxuyaniya 19’ê Mijdarê de wiha got: “Di demên dawî de çalakiyên xweşewitandinê didomin, herî dawî li girtîgehan 8 kesî li Rûsyayê du heb (yek şehîd ket) li Elmanyayê yek û îro jî li Romayê hevalekî bedena xwe da ber agir. Ez dubare bang dikim, daxwaz dikim ku demildest dawî li van çalakiyan bê anîn. Ez qehremanî û girêdayîna we ji dil silav dikim. Lê bi rastî ji vir şûnde yên girêdayê min divê teqez serî li vê çalakiyê nedin û demildest dawî lê bînin. Ez di vê mijarê de talîmatê didim. Ez di her alî de baş im. Biryarbûna we coşa me mezintir dike û mizginiya azadiya me dide. Di vê esasê de, bi baweriya ku wê bi giştî dawî li van çalakiyan bê, we hemûyan ji dil silav dikim û hezkirinên xwe dişînim.”   Hatîce Falay   Tevî bang û daxuyaniyên Abdullah Ocalan, heta 15’ê Sibata 1999’an li Tirkiye, Ewropa û bajarên herêmê 63 kesî bedena xwe da ber agir û dawî li jiyana xwe anîn. Yek ji damezrînerên ewil ê Meclîsa Dayikên Aştiyê Hatîce Falay a 60 salî ku ji Êlihê koçî Stenbolê kiribûn, di 13’ê Kanûnê de li taxa Guneştepe ya Gungorena Stenbolê bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da.   Serpîl Polat   Endama Yekitiya Propangada Çekdarî ya Marksîst-Lenînîst (MLSPB) Serpîl Polan li girtîgeha Sakaryayê di 17’ê Sibata 1999’an de bedena we da ber agir. Serpîlê di nameya xwe de wiha gotibû : “Ez êrîşa di şexsê Şoreşger Reber Abdullah Ocalan de li gelê kurd û gelan tê kirin şermezar dikim, Şoreşger Rêber Apo nikare bê darizandin. Ez mezinbûna hêrsa xwe bi çalakiya agirê bedena xwe davêjim der.”   Kurdan 15’ê Sibatê ‘Roja Şîna Neteweyî’ îlan kirin û di salên dawî de jî çalakiyên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ dewam kirin.   Nesrîn Teke   Nesrîn Teke ya ku nûnertiya Kovara Ozgur Halkê ya Amedê dikir beşdarî çalakiyên "Hûn nikarin roja me tarî bikin" ya piştî komploya navneteweyî ya li ser Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bû û jiyana xwe ji dest da. Nesrînê di 2'yê Hezîrana 2000'an de li ber dayika xwe Nezahat Teke, xwe şewitand.    Nesrîn li Nexweşxaneya Rojhilata Navîn hat dermankirin lê di 9'ê Tîrmeha 2000'an de jiyana xwe ji dest da û cenazaya wê anîn Amedê. Nesrîn bi tevlibûna deh hezaran di 11'ê Tîrmeha 2000'an de li Goristana Mardinkapi ya Amedê hat definkirin.   Di 22’yê Hezîranê de  nûçegîhanê Ozgur Halkê û xwendekarê zanîngeha Dîcleyê Mahmut Yener bedena xwe da ber agir. Ew jî ligel Nesrînê di 11’ê Tîrmehê de hat definkirin. Xebatkarê Ozgur Halk Esen Aslan jî di 3’yê Tebaxê de bedena xwe da ber agir.   Viyan Soran   Di 1’ê Sibata 2006’an de Endama Meclîsa YJA-Star Viyan  Soran (Leyla Walî Huseyîn) li herêma Heftanînê bedena xwe da ber agir. Viyan Soran di nameya li pey xwe hişt de wiha got: “Ez di her şeva 15’ê Sibatê de Mazlum Dogan, Zekiye Alkan, Berîvan, Ronahî, Rehşan, Sema, Fîkrî Baygeldî, Serdan û bi hezaran rêhevalên xwe yên şehîd di dilê xwe de dihewînim. Dirûşma wan a ‘Bijî Serok Apo’ her tim di dilê min de davêje. Dibe ku hûn çalakiya min qebûl nekin û rexne bikin. Lê em ji we fêr bûn ku heta bedel neyê dayîn azadî jî pêk nayê.”    Elefteria Fortulakî   Jina enternasyonalîst a Yewnanî Elefterîa Fortulakî ku li Yewnanîstanê îdeolojiya têkoşîna azadiyê nas kir, di 24'ê Adara 2006'an de dema 23 salî bû rojek piştî Newrozê bedena xwe da ber agir û bû Newroz. Elefteriya dayika 2 zarokan bû û di nameya ku li pey xwe hişt wiha got: "Ez Kurdistanê jî wek welatê xwe dibînim. Ez gelek ji Yewnanîstaanê hez dikim. Lê ez bi qasî zimanê xwe ji kurdî jî hez dikim. Dayik ji bo wekheviya gelan tiştekî xweş e. Gelê kurd ji bo wekheviya gelan têdikoşe. Ez jî wek Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê îsal Newrozê pîroz dikim lê hinek dereng mam. Biryarbûna wan gelê kurd xurtir kiriye."    Mustafa Malçok û Evrîm Demîr   Yek ji kesên di çalakiya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ jiyana xwe ji dest da Mustafa Malçok bû. Mustafa di 14’ê Sibata 2011’an de li ber çemê Dîcle ya Amedê berdena xwe da ber agir. Di nameya ji bêrîka wî derket de ev nîşe hebû ‘Wê taritiya 15’ê Sibatê bedenên dişewitin ronî bikin’.   Li navçeya Bulanik a Muşê Evrîm Demîr a 18 salî jî ji çalakiya Mustafa bi bandor dibe û di salvegera  berxwedana girtîgeha Amedê ya 15’ê Tîrmehê de li baxçeyê mala xwe agir berda bedena xwe û dawî li jiyana xwe anîn.  Li ser daxwaza Evrîmê, ligel Mustafa Malçok hat definkirin.   Nazelîn Korkut   Li taxa Balli Kuyu ya navçeya Konak a Îzmîrê Nazelîn Korkut di 14’ê Sibata 2018’an de di 19’emîn salvegera komployê de çalakî pêk anî û bi dirûşmên ‘Ji Rêber Apo re azadî’, ‘Jin jiyan azadî’, ‘Ji berxwedana Efrînê re silav’ agir berda bedena xwe.   Ji sedan kesên li dijî komployê li berxwe dan ev tenê beşek bû me girt dest. Tenê di navbera 1998 û 2008’an de  nêzî 100 kesî  li dijî êrîşên li hember Abdullah Ocalan bedena xwe dan ber agir. Piştî 2008’an ev çalakî berdewam kirin.  Di serî de jin û ciwanên kurd, gel li dijî komployê ji agir bûn xelek. Bi her çalakî û peyamê komplo carek din vala hat derxistin.