Ber bi 8’ê Adarê ve jin vedibêjin… (4) 2021-03-03 09:01:36     Jina ji tarîtiya DAÎŞ'ê rizgar bû û ber bi rojê ve çû rave dike   Evîn Zenda-Elmas Nayîf   ŞENGAL - Sûad Seydo Xelef a ji tarîtiya DAÎŞ'ê rizgar bû û ber bi rojê ve çû tîne ziman ku hemû tişt dûr û tarî bû û dibêje:"Ez ji vê demjimêrê şûnde tu carî ranawestim. Ez ê her tim xebat û têkoşîna xwe bidim meşandin. Ez dixwazim em jin di cîhan û jiyaneke bê şer û bê ferman de bijîn."   Bajarê xweda û xwedawendan Şengal di hinek kêliyan de bû Derwêş û Edûlê, hinek kêliyan jî bû dilopek av a azadiyê ya li çolên Mûsûlê...Şengala her serî rakir bû stargeha jinên porên wan dirêj. Jin û mêrên wê bi tava serê sibehê jiyan ji nû de afirandin...Dema di siharê de bi 'xweda' re sohbet dikirin nizanibûn ew ê fermana 73'an çi di jiyana wan de kêm bike...Sibehek bi dilpakiya rojê dest pê kir ji aliyê tarîtiyê  ve hat dorpêçkirin û piştre mehşer hat. Jinên Êzidî dê di vê mehşerê de têbikoşiyan.   Hilgirtina kabûseke reş a piştî cilên spî ne hêsan bû. Jin, zarok, mêr hemûyan xwestin ji nû de ji dayik bibin. Ew têkiliya di navbera mirin û jiyanê de hewka xwe nîşan dabû. Du bijêra hebûn li hember wan, ya ew ê di tarîtiyê de bihatana hepskirin an jî wan ê sohbeta xwe ya bi tavê dîsa dewam bikirana.   Jina ji tarîtiyê rizgar bû û xwe gihaşt tavê Sûad Seydo Xelef a Êzidî , ji me re çîroka xwe rave dike...   Her çiqa axa tu li ser dijî aîdî te jî be carinan tu li ser wê axê xerîb dibîne. Carinan mirov dixwaze rewşa di nav de ye biguherîne carinan jî tiştê ku heye tu mecbûr e pê re bijî. Sûadê tîne ziman ku ew zarokatiyeke wiha jiyaye. Sûadê dema bi biçûk bû qansî li gundê xwe bextewar bû ewqas jî tirs di dilê wê de hebû.   "Li Gundê Dûmîzê ji dayik bûm, lê niha li Şengalê dijîm. Em li bendê ne ji bo hinekî rewşa me baş bibe. Em ê jî wê demê derbasî gundê xwe bibin. Rewşa me ya malbatê rewşek normal bû, hew me xwe îdare dikir. Her ku em mezin bûn me li gor derfetên xwe kar kir û me debara xwe wiha dimeşand. Dema ez zarok bûm ji ber rewşa nebaş ya malê min her tim dixwest ez bibim xwedî pîşeyekî ku ez bikaribim aboriya xwe û malbata xwe bi rê ve bibim. Di malê de zarokatiyek min a gelek xweş derbas bû. Ez her tim xwendevana dayika xwe bûm. Lê her tim zextên di civakê de li ser jinê çêdibûn min didan fikirandin û min digot 'gelo ger ez jî mezin bibim ez ê jî wiha bibim, wê wiha zext li min jî bikin?' Her tim ev tirsa min hebû."   Dema salnameyan 2014 nîşan didan cara yekem deriyê li hewşa wan ewqas bêdeng û tarî bû...Tav wê rojê bi Êzidaxaniyan nekeniyabû. Sûadê fam kiribû tiştek di rêya xwe de naçe.   "Em bi çîrokan mezin bûn û ev çîrokên me her li ser fermanan bûn. Carinan bi min dûr dihat min digot qey ew ê êdî neyê serê me. Min ji dayik, bav û birayê xwe guhdar dikir. Ez ketibûm 29 saliya xwe. Ew roj hatibû. Êdî tiştên mi bi rêya çîrokan lê guhdar kiribû hatibû serê min.Di despêkê de ji me re gotin DAÎŞ zextê li we nake, tenê dibe hêzên xwe yên leşkerî bi cih bikin. Bi wê tirsê  heta demekê derbas bû û pey re sibehekê em rabûn me dît ku gel tev reviyane. Em heta lûfên Şengalê reviyan pey re DAÎŞ hat. Malbata me ya yekem bû ku hat girtin. Dayik, bav, zarok, jinên ciwan û yên zewicî ji hev cuda kirin, her kom bi cihekî ve birin. Em birin daîreya serjimarê li wir jî her roj hinek ji me dibirin. Piştî demekê em birin Badoşê li wir jî em jinên ciwan tenê hiştin. Dawiyê em birin Tilehferê. Cardin em tev kom bi kom ji hev dûr dixistin, peyre em birin Rojava. Em gelek diêşandin, li me didan, em birçî dihiştin û em ji derve dihiştin. Wekî kole her tiş bi me dikirin. Jixwe ji wê rewşê xerabtir rewş tunebû, ji bo wê me jî bersiva wan didan wan. Yan jî me gotinên wan daxwazên wan pêk nedianî ji bo wê jî li me didan û îşkence li me dikirin. Hemû kêliyên wir zor bûn lê dema keçên 10 salî dibirin çi dixwestin bi wan dikirin. Ji tecawizê bigire heta her tiştî. Me gelek êş dikişandin."   Şêniyên Şengalê yên gelek carî tarîtî li ser wan hatibû ferzkirin vê carî jî tarîtiyeke hîn mezin li ser wan hatibû ferzkirin. Hemû tişt dû û tarî bû....Lê Sûada di 29 saliya xwe de dikeve bin esaretê di 33 saliya xwe de ji vê tarîtiyê rizgar bûbû.   "Çar sal û nîv ez di destên DAÎŞ'ê de mam lê piştî wê demê em çûn Bahozê. Wê demê me dizanî bû ku li dora me hêzên me rizgar bikin hene. Ew jî YPG û asayiş bûn lê DAÎŞ'ê ji me re digotin 'nêzî wan nebin ji ber ew ê we nebin malbatan, ew ê we bibin dewletên derve'. Piştre ez, keçek din û xortekî din em çûn da em biçin cem hevalan. Hevalekî me yê mêr çû gel hevalan û ji wan re got 'em Êzidî ne'. Piştî wê şev saet di 1'ê de hevalên asayişê hatin me rizgar kirin. Ez tu carî nikarim terîfa wê hestê bikim, ji ber ji kêliya destpêkê heta ya xelasbûnê min her tim xeyalên wê kêlîyê kiribû. Pişt re hevalan em birin Mala Êzidîyan. Li wir em bi malbatên xwe re ketin peywendiyê û em gihiştin wan. Lê rexmê ez hatim malbatê jî cardin min xwest ku ez xebat û tekoşînê ji bo tevahî jinên dîlgirtî bidim meşandin. Loma ez niha di nava Tevna Arikariya Jinên Êzidî de kar dikim. Ez ji ber van xebatên xwe pir serfiraz im, ji ber ez li vir karên pîroz didim meşandin. Ji bo siberoja keçên me yên Êzidî ez kedê didim.   Hinek kêliyên têkoşînê hene ku hêzê dide mirov...Sûadê ya ew kêliyên têkoşînê ji xwe re wekî rêgeza jiyanê hilbijartiye tîne ziman ku ew ê her bixebite.   "Ez ji vê demjimêrê şûnde tu carî ranawestim. Ez ê her tim xebat û têkoşîna xwe bidim meşandin. Ez dixwazim em jin di cîhan û jiyaneke bê şer û bê ferman de bijîn. Daxwaza me ji tevahî jinan ew e ku ji xwe bawer bin û vîna xwe bi hêz bikin ji ber em weke jin dikarin tevahî zorî û zehmetiyan li pey xwe bihêlin û rûpelên rengîn li jiyana xwe binexşînin."