Jin rave dikin... (1) 2021-02-28 09:02:57     Çîroka Mercana li Mexmûrê: Em bûn penaberên ser axa xwe   Rojarya Royem   MEXMÛR - Mercana ku di encama polîtikayên dewletê yên zextê de dikeve ser rêya koçberiyê gundê lê ji dayik bûye, aliyê sînor ê din ê bi têlan ji hevdu hatine veqetandin bi me re parve dike û daxwaza xwe ya Kurdistaneke azad lê zêde dike...   Her jinek bi çîrokek cuda têkoşîna jiyanê dide. Bi hêvî û xeyalên xwe li dijî zihniyeta baviksalarî û nasnameya wê tune dihesibîne disekine. Yek ji van jinên ku li dijî kesên nasnameya wê tune dihesibînin li ber xwe daye Mercan Esmer a ji Gundê Hilaliyê yê Qilabana Şirnexê ye. Mercana ku bi daxwaza Kurdistaneke azad dijî dema behsa çîroka xwe ya penebariyê û piştî penaberiyê dike hezkirin, hesreta welat, bêrîkirin, êş di qelîştekên rûyê wê de didin der.     Mercana 70 salî ya ku dema ber bi rêwîtaya xwe ya zarokatiyê ve diçe behsa rastiya jiyanê û zehmetiyên wekî kurdekê pê rû bi rû maye dike. Dema behsa çîroka xwe dike zivistana çetîn a Gundê Hilaliyê yê Qilabana Şirnexê li ber çavên mirov zindî dibe.   Mirov çiqasî jî mezin bibe her bîranînên zarokatiyê li ber çavên mirovan zindî dibin. Mirov bi bîranînên xwe dijîn û li gor wê rêyekê ji xwe re diyar dike...   “Ji ber tiştek tune bû di wê demê de zarokatî gelek zehmet bû. Cil û berg, pêlavên me, goreyên me tunebûn. Em di nava sermayê di nava berfê de xwas digeriyan. Piranî  zarok bê cil bûn bi vî awayî jiyan pir zor û zehmet bû. Di wê demê de her tişt zehmet bû. Rê jî xirab bûn. Hemû kesî bi derfetên xwe cot dikirin, bi çenteyên xwe dexl û dan diavêtin. Diçûn bin keraxan garis, ceh, kerkol û genim diçandin. Bi wî awayî  jiyana xwe didan berdewamkirin. Heta me jiyana xwe bihurand me gelek rezaletî û zehmetî dîtin. Di zarokatiyê de leyîstokên me mazî, gwîz hebûn. Me bi dargan sê qalogên daran çêdikir. Me her yekê darek di destên xwe de digirt, dora kê hatiba ew hol datinî wir û zarok li dora wê kom dibûn. Her yekê dor bi dor dara xwe li wê holê didan lê ew kesê ber holê disekinîn dihişt dara xwe lê bide, kê hatiba dara xwe lê bide ew kesê ber holê ew singê daran lê dida ji bo dara wan li holê nekeve. Lê belê carinan jî lê didan û paşê dora yeka din dihat û her wisa heta dora hemûyan bihata dileyîstin. Bi wî singê daran leyîstokên din jî dihatin lîstin, weke gozanê, mazyanê, berganê. Dema baran nebarîba kêl vedigirtin. Ne tenê zarokan mezinan jî ev kêlan dileyîstin. Lîstokên kurdan zehf in. Bisiklet û leyistokên me yên cuda yên din tunebûn. Dar û berên me, gwîz, maziyên me hebûn. Me bi vana dilîstin."   Mercanê tîne ziman ku wê mala xwe li dû xwe hiştiye û xelayên xwe yên serkeftinê tu carî bi dawî nake û dibêje em ê li Kurdistanê bijîn...   "Em her bi êrişan jî rû bi rû diman. Berî em bên Mexmûrê gundên me ji aliyê hukumetê ve dihatin gulebarankirin. Didan ber top û hewanan, dewarên me dikuştin, şaredariya me, dikanên me şewitandin. Mêr dihatin birîndarkirin. Dema em li gund bûn ji me re digotin heger hûn gund terk nekin em ê we gişan bikujin. Digotin biçin Iraqê. Me malên xwe wisa hiştin û em derketin. Derfet nebû ku hema em betaniyekê bi xwe re bînin. Em bûn penaberên ser axa xwe. Em her bi hêvî ne ku em ê her bi ser bikevin û em ê li Kurdistanê bijîn. Em tu carî hêviyên xwe bi dawî nakin."   Her mirovek xeyalekî wan ê zarokatiyê hene..Xeyalê Mercanê jî ew bû ku bibe xwediyê pêlavekê û kirasekî nû li xwe bike...   "Di zarokatiya xwe de xewn û xeyalê min tenê ew bû ez pêlavekê bikim lingê xwe, kirasekî nû li xwe bikim, ez xwarinek xweş bixwim, ez li cîhanê bigerim. Di zarokatiyê de mirov tenê xwe dihizire, tenê leyistokên xwe û jiyana xwe dihizire Di zarokatiyê de xwestek û daxwaza me yek jî ew bû ku em biçûna ser darên bilind weke dara spîndarê, me digot em biçin ser spîndarê. Em wekî malbatî girêdayî hevdu bûn. Em bi hev re dijiyan. Tiştekî din jî ya di jiyanê de mejiyê min pêş xist. Piştî demekê beşdariya min a civîn û perwerdeyê bû. Me gelek tişt di civîn û perwerdeyan de fêm kirin. Berî vê weke ku mirov di şikeftekê de bimîne bû. Berî vê tenê em bi kar mijûl bûn û haya kesekî ji hevdu tunebû. Zêde haya me ji der û dorê tunebû. Partî çawa tê avakirin, dewlet çi ye, rêxistin çi ye têkildarî van em ne xwedî agahî bûn. Piştî em beşdarî perwerde û civînan bûn me fam kir ku dinya ne wek em difikirin e. Wekî zarokên nû hînî axaftinê bibin em hînî gelek tiştî bûn. Çavên me vebûn. Meş perwerde, beşdariya grevên birçîbûnê, civîn hemû ji bo min girîng bûn. Me bêtir fam kir ku em kurd in û mafên me jî hene. Me got divê em tiştekî ji bo xwe bikin. Em bi xwe çi ji destên me bê em ê bikin."   Her mirov dema li dû xwe dinihêre xweziya xwe li gelek tiştî tîne. Mercanê jî xweziya xwe bi wan rojan tîne ku li zozan, mêrg û çîmenan digeriya...   "Em dibêjin xwezî bi wê rojê, ew roja em diçûn serê zozanan, em diçûn serê mêrg û çîmenan, em diçûn li çiyayên xwe digeriyan, em diçûn çolistan û çolên xwe digeriyan. Lê belê ez xwezî li welatê îxanet lê be naynim. Em dinyayek wiha dixwazin ku aştî lê hebe, çek tune be û em ala xwe li asîmanên Kurdistanê bibînin û serokê me li gel me be. Bila Xwedê aştiyê bide cîhanê da ku em ji jiyana xwe tiştekî fam bikin û xweş bijîn."