Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê rêxistina rewakirina terorê ye (2) 2020-12-16 09:01:42   'Divê kûjerê Hevrîn Xelef were darizandin'   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Hevseroka Bîroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Merwa Dirêyî têkildarî peyama ku ji bo darizandina kujerê Hevrîn Xelef ji sê aliyên fermî re hat şandin wiha got: "Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê sîwana terorîst û kujeran e. Her wiha axa Sûriyeyê firotiye dewleta tirk. Bû sedema qetilkirina Hevrînê. Hêviyên me hene ku xwesteka me ya di nameyê de ya darizandina kujerê Hevrînê pêk were."   Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 2'yê Kanûnê de têkildarî hevdîtina Opozîsyona Sûriyeyê ya li Ezazê ku di nav de kûjerê siyasetmedara Kurd û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef ê bi navê Hatim Ebû Şeqra derket, nameyek ji Komseriya NY'yê ya Mafên Mirovan Michelle Bachelet, Nûnerê Navneteweyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen û Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Têkildarî Karûbarên Sûriyeyê re şand.    Rêveberiya Xweser di nameya xwe de diyar kir ku Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê bûye sîwana kes û komên ku sûcên şer û terorê dikin. Her wiha bal kişand ser kiryarên ku li herêmên dagirkirî tên kirin. Di nameyê de bang li aliyên ku name ji wan re hatiye şandin hate kirin ku kujerê Hevrîn Xelef di dadgeheke taybet de were darizandin. Têkildarî mijarê Hevseroka Bîroya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê, Merwa Dirêyî axivî.    'Opozîsyona Sûriyeyê li dijî gelên Sûriyeyê tên bikaranîn'    Merwa di destpêkê de bal kişand ser destpêkirina aloziya Sûriyeyê û wiha got:"Ji ber mudaxaleyên dewletên navneteweyî aloziya di nava Sûriyeyê de dirêj bû. Ji bo ev dewlet berjewendiyên xwe pêk bînin Sûriye kirin parî û di nava xwe de parve dikin. Her wiha komên çete û terorîst bi rêxistin kirin. Malbata Beşar El-Esed jî bi alîkariya Rûsyayê hukmê xwe parast û Opozîsyona Sûrî jî li dijî gelên Sûriyeyê tên bikaranîn."    'Xwe ji parçeyekî vê aloziyê nabînin'   Merwayê wiha dewam kir:"Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê bi awayekî fermî hat avakirin û di qada navneteweyî de jî weke sîwana tevahî kom û kesên dijberî Rêjîma BAAS'ê hat pejirandin. Opozîsyona Sûriyeyê weke aliyekî fermî yê aloziya Sûriyeyê beşdarî civînên Astana û Cenevreyê jî dibe, lê me dît ku ew civîn bê encam bi dawî dibûn. Opozîsyona Sûriyeyê hêviyên gel bi cih neanîn, berovajî vê yekê hemû komên çete ji Cebhet El-Nûsra, DAIŞ, Ehrar El-Şam û hwd. di bin sîwana xwe de diparêze. Her wiha xaleke din ku girîng ev e  ku dema siyasetmedar, endam û rêveberiyên Opozîsyonê derdikevin ser ekrana televzîyonan em dibînin cihê beşdarbûna wan an li Stenbolê ne yan jî li Enqere yê ne. Bi giştî mirov dikare bêje kesên ku qaşo nûnertiya gelên Sûriyeyê dikin, niha li derveyî vê aloziyê bi malbatên xwe re di otêlan de dijîn û xwe parçeyekî ji vê aloziyê nabînin."   'Opozîsyona Sûriyeyê talanker e'   Merwayê bal kişand ser kiryarên opozîsyonê û wiha dewam kir:"Ji ber ku Opozîsyona Niştîmanî ya Sûriyeyê li qada navneteweyî fermiyeta xwe heye, dewletên serdest Opozîsyonê li dijî me bi kar tîne, di bin siya vê yekê de tevahî kiryar û berjewendiyên xwe pêk tîne. Her wiha Opozîsyona nebû bersiva xwestekên gelên Sûriyeyê, berovajî vê yekê di dagirkirin, wêran, talan û qetilkirina Gelên Sûriyeyê de rola sereke lîst. Efrîn di encama alîkariya Opozîsyonê ya bi dewleta tirk de hat dagirkirin. Niha jî çeteyên ku bi eslê xwe ji Sûriyeyê ne li Serêkanî, Girê Spî, Ezaz, El Bab û Cereblûsê komkujiyan pêk tînin. Opozîyona Sûriyeyê ev herêm firotin dewleta tirk û talanker e."   'Divê kûjerê Hevrîn Xelef were darizandin'   Me weke Rêveberiya Xweser peyam ji sê aliyê pêwendîdar û fermî Komseriya NY'yê ya Mafên Mirovan Michelle Bachelet, Nûnerê Navneteweyî yê Sûriyeyê Geir Pedersen û Komîteya Lêpirsînê ya Navneteweyî ya Serbixwe ya Têkildarî Karûbarên Sûriyê şand. Di civîneke fermî ya Opozîsyona Sûriyeyê ya li Ezazê çeteyê bi navê Hesan Feyad El-Hayis yê bi nasnavê Hatim Ebû Şeqra ku qatilê siyasetmedara Kurd û Sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşeroj Hevrîn Xelef û gelek sivîlên din e, xuya kir. Ev nêzikatî di kîjan zagonên navneteweyî de derbasdar e gelo? Yekî qatil ku delîlên cînayetên wî hene cihê xwe di civîna Opozîyona Niştîmanî ya Sûriyeyê de digire, her wiha di nava Efrînê de digere. Her wiha Hatim Ebû Şeqra fermandarê koma bi navê Ehrar El-Şerqiyê ye, endamên vê komê jî çeteyên DAIŞ'ê û Cebhet El-Nûsra ne. Bê guman ne tenê Hatim Ebû Şeqra lê belê bi sedan qatilên weke wî yên din, di bin sîwana Opozîyona Sûriyeyê de serbest tev digerin û kiryarên xwe didomînin. Me jî di nameya xwe de daxwaza darizandina vî kujerî kir. Divê kujerê Hevrîn Xelef were darizandin. Hêviya me ew e ku ev daxwaza me bi cih bê."    Bi dawî bû.