Meşa perperokan a ji raperînê veguherî şoreşê (4) 2020-11-25 09:04:33   Jinan mîrateya  Xwişkên Mîrabal dewr girtin    NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku mîrateya Xwişkên Mîrabal dewr girtin, li her deverê cîhanê bi têkoşîna xwe qadên berxwedanê  mezin kirin. Gelek sazî, rêxistin û tevgerên jinan li dijî şîdetal li hemberî jinê gotinên xwe kirin yek û li qadan xwedî li mîrateya Xwişkên Mirabalan derketin.    Jinan di her dewrên dîrokê de li dijî dewlet û mêr berxwedana xwe domandin. Bi rêbazên cuda jin li her qadê li hemberî zîhniyeta serdest li ber xwe dan û hewl dan ku rê li ber rêxistinbûna xwe vekin. Têkoşîna jinan a li hemberî dîktatoriyê ji bo jinan bû rêyek berxwedanê. Di 25'ê Mijdarê de jinan bi dirûşmên xwe dadikevin qadan û daxwazên xwe tînin ziman. Têkoşîna 3 xwîşkan a li hemberî dîktatoriyê tê wateya têkoşîna azadiyê.   Me xwest em di dosyaya xwe de cih bidin mîrateya Xwişkên Mîrabal ê. Me têkoşîna jinan a bi salan hatî kirin û di encamê de destkeftiyên ku hatin bi dest xistin carek din tînin rojeva we.   Di sala 1930’an de li Komara Domînîkê piştî darbeya leşkeri dîktador Rafael Turujillo hat îktîdarê. Rafael bi zext û zordariyê welat bi rêve dibir. 31 salan li dijî dîktatoriyê têkoşîna azadî û demokrasiye hat dayîn. Ligel têkoşînê binçavkirin, girtin û mirin jî li pêş bû. Di van dewrê de jî têkoşîna Tevgera Calandestinayê li pêş bû. Tevger ji hela Patrîa, Mînerva û Marîa Mîrabal ve hatibû avakirin.   Xwişkên Mîrabal, bi dehan caran hatin girtin û ne tenê girtin dîktatorî dest danî ser mal û milken wan. Xwişkên Mîrabal wekî xayîn hatin îlankirin. Piştî îlankirina xayintiya xwişkan, di 25’ê Mijdarê di sala 1960’an de dema Xwişkên Mîrabal ji girtîgehê vegeriyan di rê de maşîneyên wan hatin rawestandin. Xwişkên Mîrabal bi tecawizê re rûbirû man û piştre jî bi hovane hatin kuştin.   Piştî bi salan di sala 1981’an de li Kolombiyayê Komcivîna Jinan a Jinên Latîn Amerîkayê hat lidarxistin. Di komcivînê de biryara Roja 25’ê Mijdarê bibe Roja Piştevaniya Navneteweyî û Têkoşîna Li dijî Şîdetê hat dayîn. Neteweyên Yekbûyî (NY) jî di sala 1999’an de 25’ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta Li Hemberî Jinan îlan kir.   Xwişkên Mîrabal hatin kuştin lê gotin û hewldanên wan ji jinan re wekî mirateyek ma. Nasnavê Xwişkek Mîrabalê "Perperok" bû. Ji vê rojê heta îro li tevahiya cîhanê her 3 xwişk wekê "Perperok" hatin binavkirin. Jinên cîhanê her sal di 25'ê mijdarê de dadikevin qadan û têkoşîn û berxwedana Xwişkên Mirabal tînin ziman. Têkoşîna Xwişkên Mirabal a li dijî dîktatoriyê tê wateya têkoşîna azadiyê.   Têkoşîna jinan li qadan deng veda. Jin li qadên jiyanê bi nasnameya xwe ya jinbûnê xwe dianîn ziman. Bi berxwedan û têkoşîna jinan êdî li gelek welatan ji bo mafên jinan qanûn hatin derxistin. Hewldanên ku pêk hatî em ê binin bîra we.   Di sala 1966’an de Betty Friedan û femînistên navdar Rêxistina Jinan a Navneteweyî (National Woman Organization) ava dikin. Rêxistina jinan li zanîngehan bi taybetî ji bo jinên spî ket nava hewldanan û bû rêxistina wan. Piştî du salan di sala 1968’an de li Chicagoyê ji bo mafê jinan Konferansa Femînistan a Navneteweyî hat lidarxistin.   "Pirsgirêka Jinan" li gelek welatan bi taybetî di salên 1970'î û 1980'iyan de bi qanûnên reformîst hat rojev e. Li Îngilistanê di sala 1970'an de Qanûna Mize ya Wekhev, di sala 1975’an de Qanûna Cudakariya Zayendî û pişre jî Komîsyona Firsêndên Wekhev hatin avakirin. Di Qanûna Parastina Îstîhdamê ya sala 1975'an de destûra welidînê û di dema welidînê de jî dûrxistina jinê bi qanûnê hatin qedexekirin. Qanûna Karê Zewacê û Şîdeta Di Nava Malê de ya sala 1976'an mafê jinê hat xurtkirin. Di sala 1976'an de Qanûna Sûcên Zayendî ya li dijî tecawizê ya ku mafê mexdûran diparêze hat derxistin. Li Îngilistanê di salên 1970'an de Qanûna Pênûsa 71'an hat qebûlkirin û li gorî qanûnê ji sedî 40 mafê jinê hat qebûlkirin. Li gelek welatên din jî ji bo mafên jinan qanûn hatin derxistin.   Her wiha bandora siyasî ya femîstan êdî li gelek deveran belav bû. Rêxistinên navneteweyî êdî "Mafê Jinan" girt rojeva xwe. Neteweyên Yekbûyî "10 sal wekî sala jinê" pênase kir. Bi têkoşînê jinê gelek destkeftî  hatin bidestxistin;   “*1962: Ji hêla Neteweyên Yekbûyî (YN)vê Peymana ‘Erêkirina zewacê, temenê zewacê û zewacên ku derbasî qeydan bibin' hat qebûlkirin.   1967: Deklarasyona Rawestandina Cudakariyê ya li Hemberî Jinê ji hêla NY'ê ve hat qebûlkirin.   1972: Lijneya Giştî ya NY, di sala 1975'an de Sala Jinê ya Navneteweyî (UAKY) îlan kir û vê salê wekî sala nirxandinên mijarên jinê girtin dest.   1974: Ji hêla Konseya Civakî û Aborî ya NY, li Meksico Cityê biryara pêkanîna Konferansa jinê girt.   1975-1985: Li gelek welatan, di çarçoveya '10 sal wekî sala jinê' de mijarên jin hatin destgirtin.   1979: Peymana Rawestandina Her Cureyên Cudakariyê ya li Hemberî Jinê (CEDAW) li Lijneya Giştî ya NY'ê hat qebûlkirin.   1979: Ji hêla Konseya Ewropayê ve cara yekem Komîteya Wekheviya di Navbera Jin û Mêran de hat avakirin.   1981: Peymana Rawestandina Her Cureyên Cudakariyê ya li Hemberî Jinê ket meriyetê.   1988: Komîteya Wezaretê ya Konseya Ewropayê Deklarasyona Wekheviya di navbera Jin û Mêran weşand û bal kişand ser wekheviyê.   1988: Meclîsa Parlamentoyê ya Konseya Ewropayê Komîteya Wekheviyê ya Firsendê ya di navbera Jin û Mêran ava kir.   2006: Endamên Konseya Ewropayê bi tevlîbûna saziyên sivîl ên civakî di sala 2006'an de dest bi Kampanyaya Têkoşîna li Dijî Şîdetê ya di Nava Malbatê de kir û hat 2008'an kampanya berdewam kir.   2006: Di bin banê NY'ê de Enstîtûya Wekheviya Zayneda Civakî ya Ewropayê hat avakirin.    (BI DAWÎ BÛ)