Meşa perperokan a ji raperînê veguherî şoreşê (4) 2020-11-24 09:02:40   Jin li dijî her cûreyên tundiyê têdikoşin   Dilucan Bozî   NAVENDA NÛÇEYAN - Herçend netew-dewlet û mêrê serdest jinên têkoşer û şervanên jin bike hedef jî, jin ji berxwedan û têkoşînê paşve gav navêjin. Li tevayî cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan bi pêşengiya jinan dimeşe. Di her kuştina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek û serî radikin.    25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê xwedî dîrokeke bi têkoşîn û berxwedanê dagirtiye. Roja ku her sê Xwîşkên Mîrabal ji bo gelek jinan bûn hêza têkoşînê. Tevî ku li dijî tundiya li ser jin gelek hevpeyman hatin qebûlkirin jî, lê ji salên 1960'î û heta sala 2020'an jinên berxwedêr hîna jî dibin armanca pergala serdest û tên qetilkirin.   Jin dibin şopdarên Sakîne, Fîdan û Leyla yan   Sakîne Cansiz yek ji jinên ku bi taybetmendiyên xwe yên têkoşîn û berxwedanê dihat naskirin. Sakîneyê ji bo azadiya jin û têkoşîna li dijî paşverûtiya mêrê serdest bingeh digirt. Tevî hemû zextên civak û pergalê heta kêliya dawî ya jiyana xwe dest ji doz û aramanca xwe berneda. Rêhevalên wê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez bi sekna xwe ya azad xwe ji pergala desthiltdar rizgakiribûn, di warê azadiya jin de bibûn xwedî zanebûn û rola xwe di pêşxistin û têkoşîna li dijî hişmendiya zayendperest lîstin. Hersê jinên kurd ku li paytexta Fransayê Parîsê kar û xebat didan meşandin, di 9'ê Çileya 2013'yan de li navenda Çand û Hunera Kurdî tên qetilkirin. Ev Komkujî li seranserî cîhanê deng veda, li Kurdistanê û derveyî welat jî bertekên gelek tund derketin. Hate payîn ku îstixbarata dewleta tirk ew komkujî pêk anîne, lê hikûmeta Fransayê tu helwestên cidî û ber bi çav nîşan nedan.   Ferînaz Xesrowanî sembola têkoşîn û berxwedanê ye   Di rejîma dewleta Îranê de pergal û hişmendiya zayendperest, dewlet-netew û paşverû li ser jinan hukim kirine ku bi tundî, qetil û bindestiyê re rojane rû bi rû bin. Di 5'ê Gulana 2015'an de jina kurd ya bi navê Ferînaz Xisrowanî (26) dema ku li otêla Tara ya Mihabatê dixebite endamê îstîxbarta Îranê hewil dide ku tecawizê wê bike. Ferînaz li hemberî êrîşa tecawizê teslîm nabe, loma xwe ji qata çaran ya otêlê davêje û di encamê de jiyana xwe ji dest dide. Têkoşîn û berxwedana Ferînazê dibe sedem ku gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê. Her wiha derveyî welat jî li dijî Rêjîma Îranê serhildanan dest pê bikin. Gel bi hêrseke mezin wê otelê dişewitînin û Rêjîma Îranê rewşa awarte radigihîne. Beriya vê bûyerê bi salekê jina Îranî ya bi navê Reyhane Cebariyan bi doza ku endamekî îstixbaratê qetilkiriye tê darvekirin. Di 2007'an de endamekî îstixbaratê hewildide wê tecawiz bike, loma Reyhana ji bo parastina xwe wî dikuje. Reyhane di peyama xwe de wiha ji dayika xwe re dibêje: 'Heger min ew zilam nekuşta wê cenazeyê min bavêtana qûncekî bajar, piştî wê bi çend rojan wê polîs cihê min nîşanî te bidana da ku tu min nas bikî. Li wî quncî tuyê bizanî ku ez hatime tecawizkirin. Wê qatil û tecawizkar jî neyê naskirin ji ber ku pere, desthilatdarî û hêza wan li cem me tune ye.' Li beranberî vê hişmendiyê jin li girtîgehên dewleta Îranê heta vê kêliyê li ber xwe didin. Bi salane Zeyneb Celaliyan li girtîgehên dewleta Îranê li beranberî hişmendiya mêr-dewleta dijiminê jinan têkoşîn dide meşandin.   Komkujiya Silopiyê domandina plana Parîsê bû   Di 4'ê Çileya 2016'an de, ango mirov bêje di hemdema salvegera sêyemîn ya qetilkirina her sê çalakavanên siyasî Sakîne, Fîdan û Leylayê, sê jinên din bi heman hişmendiyê li Silopiyayê hatin qetilkirin. Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopyayê Pakîze Neyir li navçeya Silopyayê ya Şirnexê di berxwedana Xweseriyê de ji aliyê artêşa tirk ve hatin qetilkirin. Di demeke wiha de ku her kes li benda diyarkirina kujerên Sakîne Cansiz û hevalên wê bûn, cîhan bi qetilkirina 3 jinên din yên siyasetmedar re rû bi rû man. Mêrê serdest-dewlet-netew ji hêza jinên têkoşer ditirse. Li hemberî hişmendiya netew-dewlet û kujerê jinan, jin dibin xwedî hêza artêşbûnê û li dora bîrdoziya jina azad tên gel hev.    Di kesayeta şervanên YPJ'ê de nasnameya jina şerker tê hedef girtin   Dewleta tirk û çeteyên wî di êrîşa 20'ê Çileya 2018`an de li Efrînê kiryarên dijmirovî li dijî jin bi kar anîn. Endamên komên çete yên girêdayî dewleta tirk di 1'ê Sibata 2018'an de hemû pîvanên exlaqî bin pê kirin û bi termê şervana YPJ'ê Barîn Kobanê lîstin. Pêsîrên wê jêkirin, nîvî bedena wê tazî kirin, bi lingên xwe pêl cenazeyê wê kirin û ew dîmen parve kirin. Di 21'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî heman rêbaz û kiriyarên bê exlaqî bi bedena şervana YPJ'ê Amara Rênas ku li derdora navçeya Çelebiyê girêdayî Kantona Kobanê bi bedena wê leyistin û paşê bi berzkirina dirûşmên "xwedê mezine" dîmen girtin û li ser medyaya civakî parve kirin. Di hemû şeran de leşker û çeteyên dewleta tirk bi awayek hovane êrîşî jinan dike. Ya rast dewlet ji kîjan hêzê bitirse herî zêde êrîşî wê hêzê dike. Ji ber mêr-dewlet ji hêza jina têkoşer ditirse ji ber wê di her kêliyê de hewil dide hêza jina têkoşer bide tunekirin.    Qetilkirina Hevrîn Xelef êrîşa li dijî tevahî jinên Sûriyê ye   Di pergala netew-dewlet de kesên siyasetmedar her tim di nava pêşbirkê de ne û bi feraseta hevdû tunekirin desthilatdariya xwe mayînde dikin. Lê heger jineke ku siyasetê dide meşandin û li dijî zihniyeta desthildar nûnertiya bi hezaran jin dike, li ser têkçûyîna hebûna wan bibe xeter bê gûman wê bibe armanc. Hevrîn Xelef Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşeroj di 12'yê Cotmehê de ji aliyê komên çete yên girêdayî Tirkiyê bi rengekî hov hat qetilkirin. Rapora tenduristî ya qetilkirina Hevrînê diyar kir ku gule li bedena wê hatibûn reşandin, porê wê bi awayekî hovane hatibû kişandin û çermê serê wê ji ser rakiribûn, li ser bedena wê derbên amûrên tûj hebûn, her wiha çene û hestiyên serê wê jî şikestibûn.  Çeteyan dîmenê îşkence kirina Hevrîn Xelef û 9 sivîlên din di hemû medyayên civakî de belavkirin. Heya vê kêliyê jî ceza li qetîlê Hevrînê nehatiye birîn, navê Hevrîn Xelef di lîsteya navneteweyî de cihê xwe girt.   Bi komkujiyan wê nikaribin vîna jinan bişkênin   Dewleta tirk di 23'ê Hezêranê de bi awayekî hov û dij mirovahiyê bi balafiryên (SIHA) yê bê mirov êrîşî gundê Helincê kir û di encamê de sê jinên pêşeng jiyana xwe ji dest dan. Endama Koordînasyon Kongreya Star ya herêma Firatê Zehra Berkel, Rêveberiya Navçeya Şêranê Hebûn Mele Xelîl û dayika Emîne Mihemed Weysî. Li herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê êrîş bê navber didomin û yê herî zêde dibin armanca êrîşên dewleta tirk jin û zarokin. Piştî dagirkirina herêma Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî çeteyên dewleta tirk roj bi roj kiryarên bê exlaqî li dijî jinan pêk tînin û rojane jin tên revandin, kuştin û îşkence kirin. Li gor agahiyên ku me ji Komeleya Mafên Mirovan yên herêma Efrînê girtine, ji roja dagirkirina Efrînê û heya roja îro zêdetirî 67 jin hatine kuştin, 5 jinan dawî li jiyana xwe anîne, zêdetirî 1000 jinî hatine revandin, 67 jin hatine tecawîzkirin û yê birîndar bûne 213 jinin. Ev kiriyarên dewleta tirk yên derveyî ehlaqê mirovî bênavber li herêmên dagirkirî didomin.    Di pergala hevserokatî de jin pêşeng in   Bi şoreşa Rojavayî Kurdistanê re jinan cihê xwe di nava sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser de girtin û bûne xwedî rol, bi avakirina projeya Netewa Demokratîk re pergala hevseroketiyê li Kurdistanê bi gewde bû. Hemû jinên ku xeta berxwedanî û têkoşînê didin meşandin, bi rêya van çalakiyan jin  li dijî dewleta tirk û çeteyên wî bersivên herî tund didin dijimin û qatîlê jinan. Ji ber jinan cihê xwe di nava pergala hevserosketiyê de girtine û rola herî girîng ya jinan lewma îro jin rastî hemû cureyên tundiyê tên. Pergala hevserokatiyê ne tenê li dijî hişmendiya dewlet-netew, di heman demê de bi vê pergalê re mêrên di nava civakê de jî neçar dibin ku hişmendiya xwe ya bi hezarê salan bigûherin û fêr bibin ku bi jinê re hevserokatiyê bikin û bi tena serê xwe bi aqilê mêr biryarên civakê negirin. Mêrê serdest-dewlet baş dizane dema dengê jinê di nava civakê de bilind bibe wê hêza mêrê serdest û qatîlê jinan tune bibe.   Li dijî tundiyê berxwedana jinan   Herçend netew-dewlet û mêrê serdest jinên têkoşer û şervanên jin bike armanca desthiladariya xwe jî, jin ji berxwedan û têkoşînê gav paşde navêjin. Li tevayî Cîhan û Rojhilata Navîn şoreş û serhildan di pêşengiya jinan de tên destpêkirin. Jin-dayika ku jiyan daye destpêkirin, wê civakan jî ji desthiladariya mêran xilas bike. Di her kuştin û qetilkirina jinekê de bi deh hezaran jin dibin yek. Li dijî desthiladarî û tundiyê asta têkoşînê bilindtir dikin û xwedî li şoreş û keda ku bi salan hatiye dayin derdikevin, jin li hemberî hemû cureyên tundiyê û destdirêjiyên têdikoşin û şoreşan li dardixin. Bi boneya 25'ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiyê jin li qadanin. Ev têkoşîn ne tenê 25'ê Mijdarê de tê dayîn, hemû kêliyên jina bi têkoşîn dagirtîne, jin di her henaseyeka jiyanê de ji boyî azadiya zayendan û xwezayê bê navber têdikoşnin.   Sibê: Jinan mîrateya  Xwişkên Mîrabal dewr girtin