Xweparastin maf e (1) 2020-11-10 09:17:16   Xweparastina di çarçoveya Jineolojiyê de: Alava heqîqetê derdixe pêş   AMED - Fîgen Aras da zanîn ku ew ê bi têkoşîna tê dayin xweparastinê jinan bigihêje serfiraziyê û wiha got:"Bi Jineolojiyê xweparastin, nasnameya jinên heqîqeta wan tê xwestin bê tarîkirin derdikevin pêş. Em dikarin Jinolojiyê wekî pênasekirina di zihniyetê de jî bigirin dest."   Mekanîzmaya parastinê ya her zindiyekî heye. Histiriyê gulê, guhertina reng a bûkalemûnê ya li gor her zemînê hewildana ji bo mayina li ser piyan nîşan dide. Ajal û nebat xweparastina xwe li dijî texrîbatan derdorê pêş dixin. Lê belê mirov ne tenê ji bo li jiyanê bimîne di heman demê de wekî fikrî û çandî jî ji bo  li ser piya bimîne li berxwe dide û xweparastina xwe derdixe pêş. Bi dosyaya xwe ya 'Xweparastin maf e' me xwest em rêbazên xweparastinê yên ji bo jin li ser piya bimînin pêş xistine bi bîr bixînin. Endama Komeleya Akademiya Jinê, Fîgen Aras têkildarî rêbazên xweparastinê de axivî.    'Xweparastin xwejiyandin e'   Fîgenê da zanîn ku aliyê hemû zindewaran ê xweparastinê heye û wiha got:"Ji ajalan heta nebatan her zindewarek ji bo xwe biparêzin lebatekî wan û qilafeteke wan heye.  Xweparastina di civakîbûyina mirovan de jî tê wateya xweparastina raman û di heman demê de xweparastina li dijî êrîşên dewletan e. Xweparastin xwejiyandin e. Heger şexsek bikaribe di nava civakê de hebûna xwe li ser piyan bihêle ew ê li dijî êrişan jî îtiraz bike. Ev îtiraza carinan bi çekê, carinan bi kêrê, carinan bi gotinan carinan jî bi xweveşartinê pêk tê. Em ji vê ya re dibêjin xweparastin."   ' Xweparastin hezkirina jixwe, îtiraza li dijî koletiyê ye'   Fîgenê wiha dewam kir:"Bi Jineolojiyê xweparastin, nasnameya jinên heqîqeta wan tê xwestin bê tarîkirin derdikevin pêş. Em dikarin Jinolojiyê wekî pênasekirina di zihniyetê de jî bigirin dest. Xweparastin hezkirina jixwe, îtiraza li dijî koletiyê ye. Rêbazên xweparastinê yên tevgerên jinan û femînîstan ên laşî gelekî bi nirx in. Çimkî ev xweparastin ji bo sekinandina li ser piyan  a jiyanê ye. Çimkî divê mirov berê xweparastina laşî bike ku bijî. Dema mirov vê yekê neke wê demê tu wateya hebûna di raman û zihniyetê de namîne. Di Jineolojiyê de tiştên ku herî zêde me nîqaş dikir derxistina pêş a vê yekê ya li ser esasê ramanê bû. Ez çima têm kolekirin? Çima tecawizî min  tê kirin? Çima li malê têm girtin? Heger di vê nokteyê de pênaseya jina azad derkeve holê wê demê ew ê li  bersiva pirsa, divê ez li dijî van êrişan çi bikin, bê gerandin."   'Di zihniyetê de di ramanê de pêdivaya me bi xweparastinê heye'   Fîgenê bal kişand ser pêdiviya bi xweparastinê û wiha dewam kir:"Me di Jineolojiyê de ev tişt bi awayekî vekirî derxist holê. Em hem bi êriş hem jî bi tecawizê rû bi rû dimînin. Hem jî li dijî me zagon tên derxistin, pênase tên afirandin, hadîse tên gotin û em bi zayendperestiyê rû bi rû tên hiştin. Îro zanist jî dixwaze bide qebûlkirin ku jin reben  e û xwe nikare biparêze. Em di vir de ferq dikin ku pêdiviya me bi xweparastinê heye. Di zihniyetê de di ramanê de pêdivaya me bi xweparastinê heye."   'Divê em hemû rêbazên xweparastinê bînin gel hevdu'   Fîgenê bi lêv kir ku divê hemû rêbazên xweparastinê bînin gel hevdu û xwe wiha biparêzin û wiha pê de çû:"Li dijî êrişên aborî jin kooperatîfan ava dikin. Rêxistinên jinan kampan ava dikin. Li kampan tên gel hevdu konferans tên kirin. Li ser mijarên hişmendiya zayendiyê, jiyana bi hev re a bi hemzayendên xwe re, famkirina hemzayandê xwe tên axaftin. Kûrsên kareteyê tên vekirin. Li dijî tundiyê xweparastina xwe pêş dixin. Lê ev yek perçe bi perçe tê kirin. Divê em hemû rêbazên xweparastinê bînin gel hevdu. Îpek Er bi rojan li odeyekê hat girtin û tecawizî wê hat kirin. Gelo li wir cîran tune bû? Bazirgan tune bû? Malbat tune ye? Jin li ku bûn? Heger em rêxistineke civatî ya jinê bin em ê nehêlin ku mêr tecawizî jinan bikin. Em ê wê demê bikaribin bi rehetî li dijî êrişan, tecawizan bisekinin.   'Jin baweriya xwe bi mekanîzmayên dewletê nînin'   Figenê da zanîn ku rola polîs û leşkeran di tecawizên li ser jinan de pir zêde ye û wiha dewam kir:"Jin baweriya xwe bi mekanîzmayên dewletê nînin. Nêzikatiyeke ez kê giliyê kêm bikim heye. Heta em ji hinekan hêvî bikin hatina me ya gel hevdu ya jinan gelekî girîng e. Em ne birêser in. Heger em hêza xwe ferq bikin em ê hewce nemîni ku serî li saziyekê bidin."   'Israra bi zimanê dayikê xweparastin e'   Figenê bal kişand ser mafê ziman ê dayikê û wiha dewam kir:"Jin dema diçin saziyeke fermî jin bi gotina 'Hûn ê bi tirkî biaxivin' rû bi rû tên. Jin dema bi zimanê xwe yê dayikê naaxivin xwe nikarin îfade bikin. Ya girîng ew e ku mirov azadiyê derxe pêş. Baskê me jinan ne şikestiye."   'Jinan hişmendiya xwe ya dîrokî derxistin holê û Şoreşa Rojava pêk anîn'   Fîgenê da zanîn ku li Rojava şoreşa jinê ya girîng pêk hatiye û wiha got:"Xweparastina jinên Rojava ya li dijî DAÎŞ'ê tenê di rojekê de neda der. Dîrokek vêya heye. Jineke koletiyê, firotinê, tecawizê qebûl nake heye. Jinan hatin gel hevdu û jêhatîbûyina xwe nîşan dan. Têkoşîn û xwerêxistinkirin ew ê wekî Rojava berê me bi serfiraziyê ve veke. Berpirsiyariyeke dîrokî ye ku em azadiyê esas bigirin û li ser vê bingehê têkoşîna xwe bidomînin."