1'ê Mijdarê: Roja hevgirtin û mezinkirina têkoşînê (2) 2020-10-31 09:15:41   Hêviya welatiyên Kobanê ya ku ew li ser piyan hişt   Berçem Cûdî-Dilucan Bozî   KOBANÊ - Welatiyên Kobanê piştî ku DAÎŞ têk çû şûnde kavilên Kobanê rakirin û bi hêviyeke mezin li ser piyan man. Rojnameger Dîcle Ehmed a ku şahidiya serîhildana Kobanê kir da zanîn ku şervan bi moralekî mezin û coşeke mezin li eniya şer li berxwe dan. Welatiyên Kobanê jî bi gotina "Em bi serîhildaneke mezin gihaştin serkeftinê" şahidiya xwe ya berxwedana Kobanê rave kirin.    Çeteyên DAÎŞ'ê di 15'ê Îlona 2014'an de bi çekên giran êrişî Kobanê kirin û gel li dijî vê yekê serî hilda. Çar sal ji ser berxwana Kobanê ya li dijî çeteyên DAÎŞ'ê derbas bû. Gelê Kobanê berxwedan li hemû cîhanê da bihîstin. Rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedarên navdar 1'ê Kobanê wekî Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin. Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) Dîcle Ehmed a ku bi kameraya bû şahidê serîhildana 134 rojî û welatiyên Kobanê li ser şahidiya serîhildana Kobanê ji ajansa me ere axivîn.    '1'ê Mijdarê ji bo tevahî cîhanê bû nimûne'   Nûçegîhana Ajansa Nûçeyan a Hewarê (ANHA) Dîcle Ehmed da zanîn ku 1'ê Mijdarê ji bo tevahî cîhanê bû nimûne û wiha dewam kir:"Şerê Kobanê bi pêşengtiya şervanên YPJ û YPG’ê hat kirin, lê li gel wan bi dehan dayikên Kobanê alîkariya şervanan dikirin. Ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê gelê Kobanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûn, lê hin ji wan li ser sînorê di navbera Bakur û Rojava de dijiyan û hin ji wan jî li gundê Til Şîrê dijiyan. Berxwedana vî gelî moral dida şervanan û hişt ku Kobanê bi ser keve. Kesên ku jiyana xwe li ser sînor didomandin rojane mayîn bi wan de diteqiyan û gelek ji wan jiyana xwe ji dest dan. Dema ku şer gihişt deriyê Murşid Pinarê wê demê seferberî hat ragihandin. Gelê Bakur bi her şêweyê piştgirî dane gelê Kobanê û piştgiriya xwe nîşan dan. Herî zêde şer li ser sînor dijwar bû, me bi çavên xwe dît ku çawa dewleta tirk alîkariya çeteyan dikir û çete di sînor re derbasî Kobanê dibûn. Xewin  û xeyalên gelek şervanan hebûn ku Kobanê û gundewarên wê rizgar bibin û bi çavên xwe bibînin ku gelê Kobanê vegere warê xwe.  Lê hin şervan negihiştin xeyalên ku pê dihizirîn. Têkoşîn û berxwedana ku şervanan li hemberî çeteyan dan meşandin hişt ku Kobanê bi ser bikeve. Xeyalên pakrewanan pêk hatin û şervan gihîştin armanca xwe."   'Me şerê Kobanê kêlî bi kêlî dişopand'   Dîcleyê bal kişand ser  rol û misyona çapemeniyê ya di şer û serîhildana Kobanê de û wiha got: "Zehmetiyên ku me di şerê Kobanê de dîtin gelek bûn. Ji ber em hîna nû bûn lê tevî wê jî hewldanên me hebûn ku em şerê heyî yê ku li ser Kobanê tê kirin ji raya giştî re ragihînin.  Ji bo tevahî cîhan bizanibe ku çi li Kobanê diqewime, ji bo vê jî 30 dewlet rabûn ser piyan û piştgiriya xwe ji Kobanê nîşan dan. Derfetên me yên çapemeniyên gelekî kêm bûn. Gelek rojnemevanan dixwestin derbasî Kobanê bibin, lê dewleta tirk astengî ji bo wan derdixist. Dema ku derbas dibûn jî dewleta tirk gule bera wan dida û îşkence bi wan dikir. Me li rex şervanan bi kamereya xwe şer dikir. Tiştên ku li Kobanê dihatin kirin me her bi belge û dîmenan ji raya giştî re radigihandin. Me wek çapemenî kedeke mezin da. Hin hevalên me jî birînda bûn. Eger rojnamevanan berxwedana şervanan dernexistiba holê wê demê cîhan ranedibû ser piyan. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê bibin dengê rastiyê û li ku derê şer, berxwedan, zilim û zordarî hebe em ê ji cîhanê re ragihînin."     'Ji bo Kobanê her kes diherikî qadan'   Jina bi navê Fatme Şêxî (56) a ji gundê Şêranê ye, di destpêka axaftina xwe de behsa kêliyên şer û koçberiyê kir û wiha got: "Çeteyan bi hemû hêza xwe û çekên herî giran êrîş dikirin. Ji ber wê derfetên gel ên li hember DAIŞ'ê kêm bûn, loma  gel koçberî Bakurê Kurdistanê dibûn. Dema ez di kolanan de digeriyam ji bilî şervanan kes tune bû. Şer gihîşt bajar, li ser vê bingehê min kevirên mala xwe maç kir û em bi kurê xwe yê mezin û her çar keçikên xwe re di saet 12 û nîvê şev de derbasî Bakurê Kurdistanê bûm. Kurekî min jî di nava şer de ma û got heta  dilopek xwîn di bedena min de hebe ez ji Kobanê dernakevim. Em li Sirucê bi cih bûn, hêviyên me yên vegera Kobanê roj bi roj mezintir dibûn, loma min cihê xwe di tevahî çalakiyên ji bo piştgiriya Kobanê de digirt. Şahî, meş, civîn û daxuyanî rojane dihatin çêkirin. Di 1'ê Mijdarê de girseyek gel a bi heybet kom bûn. Li gelek bajarên mezin çalakiyên mezin hatin lidarxistin. Dema behsa Kobanê dihat kirin tevahî jin digiriyan. Wan her tim ji me re digotin Gelê Kurd têk naçe, wê serkeftin a me be û hûn ê vegerin ser axa xwe."   'Berxwedana Kobanê di cîhanê de deng veda'   Fatme behsa vegera li Kobanê kir û wiha pê de çû: "Piştî ku Kobanê rizgar bû bi du rojan ez û kurê xwe yê mezin vegeriyan Kobanê. Wê demê DAIŞ di gundê Tilêcbê de bû, ez hatim mala xwe min dît ku hemû hilweşiyaye û kevir li ser kevir nemaye. Ez xemgîn bûm û rûniştim giriyam. Ji ber her çar keçikên min li pey min man ez vegeriyam Bakur û piştî 15 rojan êdî vegeriyam Kobanê. Dema ez vegeriyam ji ber mala min tune bû ez li nuqteyeke YPJ û YPG'ê mam. Min bi wan re nobet digirt, parastina bajar dikir û alîkariya malbatên ku vedigeriyan dikir. Dema şervanan gundewar rizgar dikirin gel bi kelacan, coş, tilîliyan, moral û stranan berê xwe didan mewziyên şer. Ez jî weke dayik bi wan serbilind dibûm. Min ji xwe re digot, min nikaribû cihê xwe di şer de bigirta, lê baş e ez gihîştim van rojan ku bibînim. Biserketin, berxwedana me di cîhanê de deng da û me bajarê xwe ji nû ve ava kir. Berxwedana Kobanê di cîhanê de deng veda. Loma em ê bi heman rihî dagirkeriya dewleta tirk jî têk bibin û herêmên xwe rizgar bikin."   'Çavên min li vegera kurê min e'      Jina bi navê Şemsê Haçim a ku temenê wê 60 salî ye û ji Gundê Îtwêranê ye, bal kişand ser hovitiya çeteyên DAIŞ'ê û wiha got: "Di 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Kobanê û gundewarên wê kirin, lê bi hovitiyeke ku nayê gotin çeteyan êrîşî me kirin. Kêliya ku çeteyan êrîşî gundê me kirin yekser dest bi girtina zarok, ciwan, kal û pîran kirin. Dema ku em hatin girtin jin û mêr ji hevdu veqetandin û berê me dan bajarokê Sirînê û mêr jî di hundir girtîgehê de hiştin. Piştî mehekê ji girtin û talankirinê em jinên ji Gundê Îtwêranê hatin berdan, lê wê demê herdu zarokên min û hevjînê min jî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû girtin. Paşê çeteyan zarokê min ê bi navê Mêrxaz Kerho (13), hevjînê min Mahmud Kerho (60) û lawê min yê din Cîhad Kerho (27) revandin. Piştre DAÎŞ'ê lawê min ê biçûk û hevjînê min berda lê belê Cîhad hîn nexwiyaye. Ji ber wî ez roj bi roj ronahiya çavên xwe winda dikim. Ji bilî ku zarokên min hatin girtin, mal, lawir û milkên me hatin wêrankirin û şewitandin. Beşek ji zarokên min derbasî Bakurê Kurdistanê bûn. Piştî 134 rojan Kobanê ji aliyê şevanên YPJ û YPG'ê ve hat rizgarkirin, em vegeriyan malên xwe û me car din ji nû ve mala xwe ava kir. Bi saya berxwedana şervanan îro em li ser axa xwe dijîn, her roj ez li bendê me ku lawê min ji çeteyan rizgar bibin û ez hêviyên xwe ji xwedê qut nakim ku rojekê Cîhadê min vegere û beriya mirinekê ez wî bibînim."    Bi dawî bû.