1'ê Mijdarê: Roja hevgirtin û mezinkirina têkoşînê (1) 2020-10-30 09:07:49   Berxwedana Kobanê bû dengvedaneke dîrokî   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Şerê Kobanê di encama têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê û gel de veguherî berxwedaneke Kurdistanî û cîhanî. Piştre di tevahî qadên navneteweyî de bû modela serkeftin û hîmê bingehîn yê tunekirina terora DAIŞ'ê.    Çeteyên DAIŞ'ê bi armanca wêrankirin û dagirkirina Kobanê di Çileyê 2014'an de êrîşî bajarokê Sirînê û gundewarên wê kirin. Di 15'ê Îlonê de çeteyan bi hemû hêza xwe ya leşkerî dest bi êrîşên li ser Kobanê kirin ku heta meha cotmehê tevahî gundewarên Kobanê dagir kirin û di encamê de gelê herêmê koçberî Bakurê Kurdistanê bûn. Piştî şerê dijwar ku çeteyan hemû cureyên çekên giran tank, panzêr, fûze, moşek bi kar anîn, her wiha 9 hezar çeteyên DAIŞ'ê di 5'ê Cotmehê de derbasî bajarê Kobanê kir û  şer vediguhere şerê kolanan. Li hember çekên herî giran şervanên YPJ'ê û YPG'ê bi vîn û berxwedaneke mezin bi çekên sivik şerê hebûn û azadiyê meşandin.   Di 1'ê Mijdarê de Kobanê mohra xwe li sedsala 21’emîn xist   Asta berxwedana ku şervanan nîşan dida bandoreke mezin li raya giştî kir ku hêzên Koalisyona Navneteweyî ji aliyê hewayî ve alîkariyê bidin şervanan û komek ji pêşmergeyan derbasî Kobanê bibin. Her wiha destana Kobanê wîjdanê bi hezaran gelên welatên Ewropa û Rojhilata Navîn hişyar kir, loma 1'ê Mijdarê weke Roja Kobanê ya Cîhanê hat ragihandin. Li welatên cuda bi hildana alên YPJ/YPG'ê, çalakiyên cur be cur hatin lidarxsitin. Şerê Kobanê di encama têkoşîna şervanên YPJ/YPG'ê û hevgirtina gelan de veguherî berxwedaneke Kurdistanî û cîhanî ku di tevahî qadên navneteweyî de bû modela serkeftin û serîhildanê.   Meha mijdarê meha ber bi serkeftinê ye   Piştgirî û baweriya Kurdistaniyan û cîhanê ya bi şervanên YPJ'ê û YPG'ê vediguhere israra serkeftinê. Loma şerê rizgarkirina Kobanê û gundewarên wê bi berxwedaneke mezin di meha cotmehê de digihêje lûtkeya herî bilind. Ji 11'ê Cotmehê heta 19'ê Cotehê kolanên sereke û stratejîk rizgar kirin û hêza çeteyan şikest. Ji 1'ê Çileya 2015'an heta 23'yê Çileyê ji %70 bajar rizgar dibe û hejmara çeteyan kêm dibe, êdî çete ber bi têkçûyînê ve diçûn. Di 27'ê Çileya 2015'an de piştî hilweşîna piraniya bajar û berdelên giran şervanên YPJ û YPG'ê mizgîniya serkeftina şervanan a li dijî DAIŞ'ê û rizgarkirina Kobanê ragihandin.      Şervanên YPJ'ê nasnameya jina Kurd nûjen kirin   Di şerê Kobanê de şervanên YPJ'ê li ser xeta Bêrîtan Hêvî ku pêşengiya avkirina artêşa jinê kir, li ser şopa Sema Yuce ku birdoziya azadiya jinê saz kir û li ser mîrasa Zîlan ku bi çalakiya xwe ya fedayî Partiya Jinê ava kir, têkoşîna xwe mezin kirin. Xwedî li mîras, dîroka jinên Kurd derketin û pêşengtiya serkeftina Kobanê kirin. Bê guman her berxwedanekê xwedî sembol û pêşeng e, şerê Kobanê jî bi fermandar û pêşengên jin navdar e. Şervana YPJ'ê Rêvana ku bi eslê xwe ji Kobanê ye, yekemîn çalakiya fedayî di 27'ê Îlona 2014'an de li Gundê Golmid ê Başûrê Kobanê kir. Arîn Mîrkan ku bi eslê xwe ji bajarê Efrînê ye di 5'ê Cotmehê de li Miştenûrê çalakiya fedayî dike. Di heman rojê de ango di 5'ê Cotmehê de Rûken Sîpan ji bo ku hevalên xwe biparêze, xwe bi tanka çeteyan de diteqîne da ku wan asteng bike. Fermandar Zehra Penaber ku bi eslê xwe ji bajarê Şirnexê ye di 2'yê Sibata 2015'an de, di dema rizgarkirina gundewarên Kobanê de jiyana xwe ji dest dide. Zehra di hevpeyvîneke xwe de dibêje "Kobanê hesreta me bû, lê xweziya rêhevalên me yên şehîd  jî ev kêfxweşî bijiya, em ê heta dawiyê xewin û xeyalên wan pêk bînin".  Ev şervan bi sekin, fermandarî û fedayitiya xwe bûn sembolên şerê Kobanê û riya serkeftinê bi bedena xwe xêz kirin. Li rex van cangoriyan 486 şervanan di oxira rizgarkirina kela berxwedanê Kobanê de jiyana xwe ji dest dan.      Di Kobanê de şop û nîşaneyên berxwedanê   Her çendî kolan û taxên bajarê Kobanê ji nû ve hatibin avakirin jî, heta niha jî şopên wê berxwedanê di bajar de heye. Di encama şerê dijwar de piraniya bajar hilweşiya loma Rêveberiya Xweser biryar girt ku beşekê bike muzexaneya berxwedanê. Muzexane 13 Hektar e û li Taxa Şehîd Serhed a ku dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistan û Rojavayê Kurdistanê ye. Li cihê şerê herî dijwar lê pêk hatiye. Di encama şer de hemû hilweşiyaye niha weke Muzexane ya Kobanê tê parastin. Di muzexaneyê de nivîsên şehîdan, avahiyên hilweşiyayî, mewziyên şer, maşîneyên ruxiyayî, moşek, doçka û tankên rûxiyayî hene.    Qada Azadiyê   Li Qada Azadiyê,  peykerê teyrê baz heye. Ev peyker di dema Rejîmê de hatiye çêkirin, di dema desthilatdariya rejîma BAAS’ê de her êvar ciwanên Kobanê teyîr bi rengê kesk, sor û zer dixemilandin. Dema dibû sibeh car din Rejîmê teyîr bi rengê xweliyê boyax dikir. Di dema şerê Kobanê de jî ev peyker neket û heta kêliya dawiyê weke sembola serkeftinê li ser lingan ma û bi sedan cihê guleyan li ser vî teyrî hene. Piştî şer Qada Azadîyê ji milê şaredariya bajêr ve hate nûkirin û teyrê baz yê bi rengê kesk, sor û zer û guleyên li ser bedena xwe ve carek din dibe nîşaneya serkeftina Kobanê.   Nîşaneyê berxwedanê   Di her kolaneke bajarê Kobanê de şop û bîranîneke şer ên şervanan heye. Li ber deriyê dibistana zarokan a Şehîd Serhed Nûda ku li pêşberî wê jî dibistana Şehîd Azad heye grûbek ji şervanên YPJ/YPG’ê çend rojan bê navber li dijî çeteyan li ber xwe didin. Piştî çend rojên ji berxwedanê li heman cihî jiyana xwe ji dest didin. Lê ji ber şer pir giran e hevalên wan nikarin cenazeyên wan rakin û heta ew kolan rizgar dibe cenazeyên şervanan li erdê dimîne. Piştî ku kolana Dibistana Şehîd Nûda rizgar dibe êdî şervan nikarin bedenên hevalên xwe bi temamî kom bikin tenê dikarin hestiyên wan rakin. Ji ber por û hinek parçeyên bedena wan li erdê dimîne. Li heman cihî dora porê şervanan bi têl û cam tê pêçandin û heta niha jî porê şervanan li heman cihî dora wê camkirî dimîne û ew kolan bi kolana porê şervanan tê nasîn.    Qada Jina Azad   Yek ji cihên girîng, sereke û nîşaneya serkeftina berxwedana Kobanê ye Qada ‘Jina Azad e’. Ev qad dibe navenda bajar ku di heman demê de dibe çerxerêya sereke ya Kobanê. Di dema şer de jî yek ji cihên destpêkê ku ji dagirkeriya çeteyan hatiye rizgarkirin e. Piştî rizgarkirina Kobanê peykersazên Başûrê Kurdistanê li bajarê Silêmaniyê Zîrek Mîra û tevlî du hevalên xwe peykerê jineke bi cil û bergên leşkerî ku temsîla şervanên YPJ’ê dike çêkirine û di di 8'ê Adara 2015'an de derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin. Li çerxerêya bajêr danîn û navê vê qadê êdî weke Qada ‘Jina Azad’ hate lêkirin. Hin ji niştecihên bajêr ji vê qadê re qada Arîn Mîrkan dibêjin. Lê navê qadê yê fermî Qada Jina azad e.    Bîranaîn   Mala Şehîdan ali Kobanê jî ji aliyê Rifeat Horaz (Karker) ji textan hatiye avakirin. Rifeat di sala 1945'an de li Bakurê Kurdistanê ji dayik bûye û dema berxwedana Kobanê li ser sînor çalakiyan bi rêxistin dike. Çawa Kobanê rizgar dibe Karker berê xwe dide Kobanê û dest bi komkirina bermahiyên şer, bîranîn û wêneyên têkoşeran dike û li qada herî berxwedêr Qada Azadiyê dest bi avakirina Mala Şehîdan dike. Lê ew di 25'ê Hezîranê de di encama êrîşên çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest dide û çete malê hildiweşînin. Piştî vê bûyerê rêhevalên Karker malê ji nû ve ava dikin û xewna wî pêk tînin.   Girê berxwedanê Miştenûr    Miştenûr di Kobanê de yek ji cihê bilind, dîrokî û navdar e. Şervanên ku cihê xwe di şer de girtibûn wiha gotine “Heger em Miştenûrê rizgar bikin, wê demê Kobanê rizgar dibe”.  Miştenûr girê bilind û dirêjtirîn ê di Kobanê de ye. Cihekî stratîjîk e ku gelek aliyên Kobanê hembêz dike, Rojhilatê gir Helinc, Şêran û Tilêcbe, aliyê rojava jî gelek gund hene, bakurê wê Siruc e û binara wê jî Comelî, Mezir Dawud Kîkan û Kazikan in. Di dema şerê berxwedanê de şervanan bê navber li ser vî girî çeper girtine û şer meşandine, her wiha şervana YPJ'ê Arîn Mîrkan jî çalakiya xwe li qûntarê girê Miştenûr pêk aniye.    Ji Kobanê ber bi rizgarkirina tevahî herêman   Piştî şikandina çeteyên DAIŞ'ê ya di Kobanê de, şervanên YPJ û YPG'ê biryara têkbirina çeteyan û rizgarkirina gel didin. Li ser vê bingehê û bi pêşengiya şervanên YPJ/YPG'ê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (QSD) ku ji zarokên herêmê ava bû û dest bi hemleyên rizgarkirina bajarên mayî kirin. Hemleya rizgarkirina Minbicê di Hezîrana 2016'an de dest pê kir û Minbic di 16'ê Tebaxê de rizgar bû. Pişt re hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Bajarê Reqayê di 6'ê Mijdara 2016'an dest pê kir ku Reqa di 17'ê Cotmeha 2017'an de rizgar bû. Di heman salê û bi armanca tûnekirina DAIŞ'ê ku tenê di bajarê Dêrezorê de mabûn, di 9'ê Îlona 2017'an hemleya bi navê Bagera Cizîrê dest pê kir ku di 2'yê Sibatê de bi dawî bû.   1'ê Mijdarê çavkaniya berxwedana 2'yê Mijdarê ye   Dewleta tirk piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ'ê dest bi gef û êrîşên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Piştî berxwedana bêhempa ya ku şervanan û gel nîşan dan, dewleta tirk bi çekên qedexe û balafirên şer Girê Spî û Serêkanê dagir kir. Têkoşîn û berxwedana ku hat nîşandan xwe dispêre serkeftina şerê Kobanê û destkeftiyên ku bi saya wê hatin bidestxistin. Çawa ku 1'ê Mijdarê weke roja cîhanî ya Kobanê hat ragihandin, 2'yê Cotmeha 2019'an jî weke roja xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê hat ragihandin. Bi vî rengî jî berxwedana Kobanê bû çavkaniya xwedîderketina li Rojavayê Kurdistanê û riya ber bi rizgarkirin û avakirina tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Li ser vê bingehê û piştî rizgarbûna tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser bingehê netewa demokratîk û yekîtiya gelan di 6'ê Îlona 2019'an de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya neteweya demokratîk de rêveberiyên xweser û sivîl ava kirin. Wiha jî gelên herêmê bi rihê berxwedana Kobanê û hevgirtina 1'ê Mijdarê bi awayekî demokratîk û wekhev herêmên xwe bi rêve dibin.   Sibehê: 'Me rastiya berxwedana Kobanê ragihand'