Ji 1998'an heta roja îro komploya navneteweyî (2) 2020-10-08 09:02:15   Newroz Uysal: Darizandineke tolhildanê bû    Rojda Aydin   ŞIRNEX - Parêzer Newroz Uysal bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Ne darizandineke adîlane, darizandineke tolhildanê bû. Tecrîdeke ku 22 salan berdewam kiriye li tu deverê cîhanê mînaka wê nîne.”    Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û ev roj bû roja destpêka Komploya Navneteweyî. Bi wesîleya 22'yemîn salvegera komployê em ê îro beşa xwe ya duyem a dosyayê biweşînin. Di beşa duyem de parêzera Abdullah Ocalan Newroz Uysal behsa armanca komployê, girankirina tecrîdê, astengiya hevdîtinê û bêhiqûqiya darizandinê ya li hemberî Abdullah Ocalan kir.    ‘Li hemberî fikr û têkoşînê komplo pêk hat’    Newroz di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser destpêka kompoloyê û got: "22 sal in komplo didome û hêj jî mijarên ku nehatine zelalkirin hene. Her çend di navbera 9'ê Cotmeha 1998'an û 15'ê Sibatê 1999'an pêvajo ji Sûriyeyê destpêkiriye û li Kenyayê bi dawi bibe jî, lê di rastiya xwe de pêvajo di salên 92'î û 93'yan de dest pê dike. Komploya dewletên navneteweyî li hemberî mezinbûna têkoşîna Gelê Kurd û belavbûna fikrên Birêz Abdullah Ocalan bû. Birêz Ocalan komplo wekî destpêka 3'yemîn Şerê Cîhanê digire dest. Dema kurd xwe nas kir, ziman, çand, ax û netewa xwe xwedî derket, dijmanatiya li hemberî kurdan zêde bû. Ev jî merhaleyekê komployê bû. Ev mijar jî ji hêla Birêz Ocalan ve hatibû nirxandin.    ‘22 sal in bêhiqûqî didome’   Newroz diyar kir ku di 1'ê Îlona 1998'an de bi civînekê çapameniyê agirbesta yekalî hatibû îlankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ocalan israra xwe ya aştiyê anîbû ziman û bi vekirî bang li siyasetmedar û rayedarên Tirkiyeyê kiribû. Piştî hefteyek şûn de gava yekem a komployê hat avêtin. Birêz Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û NATO jî ji bo plansaziya Rojhilata Navîn gavên yekem ên operasyonê avêt. Bi taybetî Yunanîstan, Îtalya, Elmanya û Rûsya di serlêdana îltîcayê yê Birêz Ocalan qebûl nekiribûn. Îngilistan Ocalan wekî 'Mirovê ku nayê xwestin' îlan kiribû. Bi dehan dewletên Ewropî rêveberê gel, kesî ku aştiyê dixwaze û kesekî navnîşana çareseriyê ye îltîcaya wî qebûl nekirin. Li vir sûcekî hiqûqî pêk hatiye û ev bêhiqûqî 22 sal in jî didome. Prosedûra îltîcayê li hemberî Birêz Ocalan nehat birêveberin. Teslîmkirina wî ya li Tirkiyeyê jî bêhiqûqî bû. Di raporên ku anîna Birêz Ocalan tîne ziman jî ev tişt derketiye holê. Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) tiştên pêwist nekir û berpirsiyariya xwe pêk neanî. Li hemberî bêhiqûqiyê bêden ma.”   ‘Darizandineke adilane nehat kirin’    Derbarê bêhiqûqiya li hemberî Abdullah Ocalan de Newroz wan şîroveyan kir: “Birêz Ocalan di pareznameya xwe ya ku ji DMME re şandibû de, daxwaza zelalkirina komploya navneteweyî kiribû. Birêz Ocalan di parazmaneyên xwe de destnîşan kiribû ku hêzên ku di komployê de cih girtine naxwazin polîtîkayên şer bidawîbibin,  pirsgirêkên heyî çareser bibin û ev tişt li hemberî aştiyê astengiyên herî mezin in. Di pêvayojaya 22 salan de heman nêzîkatî heye. Ev tişt mafdariya wî nîşan dide. Destpêka komployê, anîna Birêz Ocalan a Tirkiyeyê û herî dawiyê jî darizandina bêhiqûqî, pişre dayîna cezayê darvekirinê demek dirêj di rojevê de ma. Tirkiye li şûna cezayê darvekirinê tenê di şexsê Ocalan de qanûna înfazê ya taybet xist meriyetê û cezayê muabetê ya girankirî da wî. Ev topyekûn meşandina pêvajoya bêhiqûqiyê bû. Her wiha bi guhertina qanûna înfazê re bi sedan girtiyên kurd ên şoreşger jî cezayê giran a muabetê girtin. DMME’yê di derbarê darizandina Birêz Ocalan a li Tirkiyeyê de biryarek dabû. Biryara ku di sala 2004’an de hatibû dayîn; di darizandinê de hebûna dadgerên leşkerî, darizandina ku li Îmraliyê pêk hatî û nedayîna mafê xweparastinê bi tevahî nîşan dide ku darizandineke adîlane nehatiyekirin. Daxwaza Ocalan a nûve darizandinê tenê li ser kaxizan ma. Darizandina Tirkiyeyê ji hêla Komîteya Konseya Ewropayê ya DMME’yê hat qebûlkirin. Gelek dosyayên darizandinê yên Ocalan wisa hatin girtin. Serlêdanên me yên di vê pêvajoyê de li ber DMME’yê rawestiyaye.”    ‘Serdestan rêya çareseriyê di komployê de dîtin’   Newroz, pêvajoya 22 salan a hiqûqê wiha nirxand: “Di nava 22 salan de mirov nikare behsa amûrên hiqûqê bike. Darizandina li Îmraliyê 4 mehan dom kir, li vir xwestin Birêz Ocalan lînc bikin û parêzerên wî hatin tehdîtkirin. Ne darizandinekê hiqûqî bû dazidandinekê tolhildanê bû. Cezakirina siyasî bû û dadgeha tolhildanê bû. Wekî şanoyê bû. Tecrîda 22 salan ji me re nîşan da ku nêzîkatî siyasî û biryarekî polîtîk bû.  Em wekî parêzer dikarin tenê li ser hiqûqê rawestin û em dikarin bêjî pêdiwiyên hiqûqî nehatin kirin. Ji ber sedemen siyasî pêdiwiyên hiqûqî pêk neanîn. Birêz Ocalan rêberê gel e. Mixabin serdestan komplo wekî rêya çareseriyê dîtin.    ‘Li tu deverê cîhanê revandineke wisa nehatiye kirin’    Newroz, da zanîn ku Abdullah Ocalan ne tenê girtiyekî siyasî yê cîhanê ye, lê rêberê gel e û ji gel û siyasetê hatiye dûrxistin û wiha nêrînê xwe anî ziman: “Li tu deverê cîhanê tecrîdekî bi wî rengî nîne. Li cîhanê mînakên ‘Revandina navneteweyî’ ya di navbera du dewletan de pêk hatine.  Lê belê di nava komploya li hemberî Birêz Ocalan de gelek dewlet cih girtin. Suriye, Yewnanîstan, Îtalya, Rûsya, elmanya, Îngilistan û Amerîka di nava de bûn. Ji ber vê sedemê mirov dikare bêje ku mînaka wî li tu deverê cîhanê nîne.  Komploya navneteweyî li tevahiya cîhanê hatiye qebûlkirin û wekî binpêkirina rûmeta mirovahiyê tê nirxandin.”   ‘Êrîşî hemû nirxan dikin’   Tecrîda ku li Îmraliyê tê meşandin bû mijara nirxandina Newrozê û wiha got: “Li gelek deverên cîhanê girtiyên siyasî an jî girtiyên ku bi sûcên giran hatine darizandin bi îşkenceya wekî ‘odeya spî, îşkenceya spî’ ve rûbirû dîminin. Lê hemû mînakên ku li tevahiya cîhanê cuda cuda tê birêvebirin,  li Îmraliyê yekcar tê meşandin.  Em di her qadên siyasî, hiqûqî û navneteweyî de binpêkirana mafên mirovan ên Birêz Ocalan tînin ziman. Em îro dibin şahîdê binpêkirina mafên hiqûqî û tecrîda 22 salan. Armanca komployê tenê girtina Birêz Ocalan e û Ocalan jî dibêje di şexsê wî de êrişê hemû nirxan dikin. Ev êriş bi pergalî tê meşandin. Li hemberî paradîgmaya netew-dewlet a demokratîk, bîrdoziyê, perspektîfa jiyana hevpar û têkoşîna çareseriya siyasî êrişek heye. Hemû hêzên navneteweyî li hemberî mezinbûna rêxistinbûna birdoziyê bû. Lê belê em îro dîsa li hemberî wan êrîşan têdikoşin, bi êrişên leşkerî û operasyonên siyasî em li ber xwe didin. Ev tişt tê wateya domandina komployê.”   ‘10 meh beriya niha hevdîtin pêk hatibû’    Newroz di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser astengkirina hevdîtina parêzeran a bi Abdullah Ocalan re û wiha bi lêv kir: “Salek û nîv e em nikarin hevdîtinê pêk bînin. Tenê di 27’ê nîsanê de bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtinek pêk anîbû.  Hevdîtina dawî ya rûbirû 10 meh beriya niha di 3’yê adarê pêk hatibû. Pêşniyarên wî yên çareseriyê, fikr û ramanên wî tên astengkirin. Heta ku çareserî pêk neyê dê nîqaş û pevçûnên fîkrî bidomin.”