Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (8) 2020-10-08 09:01:09   'Me dengê gelên Serêkaniyê bi cîhanê da bihîstin'   QAMIŞLO - Rojnemevan Gulan Botan ku Berxwedana Rûmetê dişopand derbarê salvegera Berxwedana Rûmetê de axivî. Gulan teqez kir ku wan heqîqeta Berxwedana Rûmetê bi rêya objektîfên kamereya xwe ji cîhanê re ragihandin û wîcdanê gelan şiyar kirin.    Çapemenî yek ji qadên herî girîng a di civakê de ye. Bi taybet di şerên ku di navbera welatan de diqewime rastiya şer û sûcên şer derdixe holê. Çapemenî dikare bi gelek rêbazan heqîqetan bi raya giştî re parve bike, lê rastî û heqîqeta ku hatiye jiyîn nayê veşartin. Rojnemevan Gulan Botan tevî Nûçegîhana Ragihandina YPJ'ê Rûken Cemal û Ersîn Çaksu, ku di Berxwedana Rûmetê de cih girtin, kêliyên Berxwedana Rûmetê vegot.   'Me dengê gelên Serêkaniyê bi cîhanê da bihîstin'   Rojnemevan Gulan di destpêka gotina xwe de diyar kir ku wan wek rojnamevan heqîqeta ku li Serêkaniyê dihat jiyîn ji cîhanê re ragihandin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Şerê ku dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li Serêkaniyê dest pê kir, dewleta tirk di çapemeniya xwe de bi raya giştî re li gorî berjewendiyên xwe, parve kir û xwest bide qebûlkirin ku şerê ew dikin rewa ye. Lê em wekî rojnemevanan, bûn çavên heqîqetê û heqîqeta rastiya ku hat jiyîn. Me  êrîşên dewleta tirk ên li hember Serêkaniyê ku wekî mozayika gelan tê nasîn, ji cîhanê re radigihand. Ruxmê derfetên kêm yên teknîkê me asta berxwedana gel û şervanan a li dijî dagirkeriyê ji cîhanê re ragihand."   'Şerê parastina hebûna xwe dikirin'   Gulanê got ku wan dikarîbû ew perdeya siyasî ku dewletan avêtin ser heqîqetê û xwestin wê veşêrin, rakin û wiha dom kir:"Li hember gelê ku bi hezaran salan e li ser axa xwe dijîn, zarokên xwe mezin kirin û di parastina axa xwe de berdelên giran dan, bûn hedefa top, balafir û guleyên dewleta tirk, şerekî mezin dîsa hat meşandin. Êrişên dewleta tirk û çeteyan jî li dijî sivîlan, zagonên navneteweyî binpê dikirin. Me dît gel li hember balafir û teknîkên ewqas pêşketî li ber xwe didan. Di berxwedena Serêkaniyê de ez bûm şahidê vê yekê. Li hember balafiran gel û şervanan li ber xwe didan û şerê parastina hebûna xwe dikirin."   'Li hember teknîkên pêşketî berxwedana dil û mejî bû yek'   Gulanê got ku Berxwedana Rûmetê di berxwedana zarokên wê axê de hat teyisandin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Li hember dagirker û teknîkên wan ên ewqase pêşketî berxwedana dil û mejî bû yek. Dayikan tax, hebûn û dîroka xwe di mayîna li mala xwe de, di nava top û balafiran de, diparastin. Di Serêkaniyê de heta zarokan li ber xwe didan û nedixwestin ku kolana ku bûye şahidê lîstok, ken, kêfxweşî û qêrînên wan, berdin.  Pîr û kal jî ku gopalên wan di destên wan de bûn û li kolanên Serêkaniyê, digeriyan, digotin ' Dewleta tirk çi dike bila bike, em ê ji bajarê xwe ku hebûn û dîroka me pênase dike, dernekevin'."   'Şervanan bi cilên xwe yên di nava xwînê de mabûn, li ber xwe didan'   Gulanê çend kêliyên berxwedana dayik û şervanan bi bîr xist û wiha pê de çû: "Li hember çekên pêşketî û kîmyasalê berxwedana dayik û şervanan her li pêş bû. Şervanên ku di çeperan de li ber xwe didan û şehîd dibûn, rêhevalên wan cenazeyên wan didan aliyekî û şûna wan cih digirtin. Şervanan, dayikan û endamên HPC-JIN û HPC'ê nehiştin ku berxwedan li cihekî bisekine, her diherikîn çeperên şer. Şervanên ku cenazeyên rêhevalên xwe yên şehîd radikirin û bi cilên xwe yên di nava xwînê de mabûn li ber xwe didan, radizan û şiyar dibûn. Peyameke wiha didan 'Erê em nikarin balafiran bînin xwarê û topan bidin sekinandin lê çi bibe, em ê canê xwe jî bidin lê dest ji axa xwe bernedin'. Dagirkirina axa Serêkaniyê ne hêsan bû, berdelên pir giranbûha hate dayin."   'Dengê stranên dayik û şervanan li hember dengê tank, top û balafiran bilind dibû'    Gulanê bal kişand ser sekna dayik û şervanan a li hember top û balafiran û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Dengê stranên berxwedanê yên dayik û şervanan ên li hember gule, tank, top û balafirên dewleta tirk û çeteyên wê li asîmanên Serêkaniyê bilind dibû. Dema ku şervanên rûken çayek bi hev re vedixwarin, mirov digot qey ê ku tank û balafirên wan heye şervan in ne dewleta tirk in. Di Berxwedana Serêkaniyê de mezinbûna îrade, dil û wêrekiya mirovan her derdiket pêş."   'Sekin û dîtina şervanan tirsek di dilê dijmin de dabû çêkirin'   Gulanê got ku çetey ji heybeta şervanan ditirsiyan û wiha dom kir: "Du şervanên bi navê Demhat û Dilbirîn hebûn. Bi motora xwe diçûn ser çeteyan, dema ku dihatin kenekî wiha ji dil dikirin. Mirov digot qey ji govendê yan jî ji dawetê tên. Her du şervanan jî digotin ku dema çeteyan ew dîtin yekser reviyan. Dîtina şervanan bi xwe di dilê dijmin û çeteyan de tirsek dabû çêkirin. Şervan di parastina ax û rûmeta xwe de mafdar bûn, ji ber wê yên mafdar li ber xwe didin, her serkeftin para wan e."   'Tiliyên wan ên serkeftinê her bilind bûn'      Gulanê bûyera ku herî zêde bi êş bû û bandor li wê kiriye wiha  anî ziman: "Bêdengiya rayedarên navneteweyî û cîhanî ya li hember hedefgirtina karwanê sivîlan ku xwestin piştgiriyê bidin sîvîlan û şervanên xwe, ez pir êşandim. Dayik û kesên zindî û ser piyan ku bi stranên berxwedanê  û dirûşmeyên serkeftinê ber bi şervanan ve dihatin di kêliyekê de li erdê rast bûn û cenazeyên wan di nava xwînê de man. Ew dîmen tucar ji bîra min naçe û her di hişê min de zindî ye. Ruxmî ku gelek ji wan bi giranî birîndar bûn û perçeyên laşê wan winda bû lê tiliyên wan ên serkeftinê her bilind bûn."   'Giriyê wê ne ji ber birîndariyê, ji ber derketina wê ya ji Serêkaniyê bû'   Gulanê kêliya jineke ciwan ku birîndar bûbû û digiriya wiha bi bîr anî: "Carekê min dît ku jineke ciwan birîndar bûye digirî û tê, ez ber bi wê ve çûm, dema ku ez gihiştim min dît çend şervan û endamên HPC'ê li wir in. Min pirsî hûn çima dikenin û ew digirî, gotin ji ber ku em wê ji çeperê dûr dixin digirî. Bi çeka xwe hişk girtibû, diqîriya u digot ku hûn nikarin min ji Serêkaniyê derbixin. Giriyê wê asta xwedîderketina li xwe û dîroka xwe dida nîşandan. Piştî du rojan me dît di çepereke din de cih girtiye, birînên xwe hemî girêdane dirûşman berz dike û bi vî rengî şer dike."   'Ma dibe ku di rojeke wiha de ne li Serêkaniyê bam?'   Gulanê got ku dilê Kobanê jî ji Serêkaniyê lê dida û wiha dom kir:"Di roja çaremîn a şer de min kalek ku çeka xwe rakiriye û di kolanê de parastinê dike, dît. Min jê pirsî ku ew ji Serêkaniyê ye yan na, got na, ez ji Kobanê me. Min got temenê te mezin e tu li vir çi dikî? Wî jî got 'Ma dibe ku di rojeke wiha de ne li Serêkaniyê bam'. Min du kurê xwe jî bi xwe re anîn û niha ew di çeperan de ne. Bersiva kalo wiha bû 'Em yek in çi Serêkaniyê, Kobanê, Girê Spî û Qamişlo be'. Dayikek jî dema ku cem şervanan bû, digot ez ji we ciwantir im, werin cesaretê ji min bigirin ku em bi hev re şer bikin. Her wiha şervanekî bi navê Fayiz jî ji ber kelecana wî û rûkeniya wî min gelek caran hevdîtina wî dubare dikir, her digot ku ew xwediyê vê axê ne û ji bo parastina wê ew amade ne ku canê xwe jî bidin. Min xwest kêliyên kêfxweşiya wî qeyd bikim û ji dîrokê re bihêlim. Ji xwe piştî 10 qedeyan jî karwanê sivîlan gihişt Serêkaniyê û di wê topbaranê de sîvîl şehîd bûn."   'Dîmen û wêneyên me girtin di wîcdanê gelan de şiyarbûnek da çêkirin'   Gulanê asta bandora dîmen û wêneyên girtibûn a li ser raya giştî  bi bîr xist û wiha got: "Ji rayedarên dewletan zêdetir, dîmen û wêneyên Berxwedana Rûmetê di wîcdanê gelan de şiyarbûnek da çêkirin. Me rastî raxist ber çavan. Derfetên di destên me de jî zêde nebûn ku em lehengiya wan şervanan, destanên şervanên jinan ên li hember çeteyan û dagirkeran dinivîsandin, hîn zêdetir ji cîhanê re ragihînin. Her kêliyeke Berxwedana Rûmetê destaneke efsanewî bû. Ji ber gerîna balafirên şer û keşfê (SIHA) jî me nedikarîbû ku wan kêliyên şervanan bigirin."   'Heqîqet veşartî namîne'   Gulanê got ku dewleta tirk bi hedefgirtina rojnemevanan xwest ku heqîqeta tê jiyîn veşêre û wiha dirêjî da gotina xwe:"Dewleta tirk bi hedefgirtina sivîl û rojnemevanan xwest hovîtiya xwe veşêre û ji dîrokê re bêje ku 'min tiştekî bi vî rengî nekiriye û tiştekî wiha jî nîne'. Lê pêwîst e ku dewleta tirk bizanibe hovîtiya li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk tîne veşartî namîne. Kamerayên heqîqetê xwe ji nû ve zindî dikin û bi rihê Ş.Seed Ehmed, Mihemed Reşo û Dilovan Gever mezintir û xurtir dibin."   'Wê rojnemevanên sedsala 21'an nehêlin heqîqet were veşartin'    Gulanê herî dawî peyamên hersê pakrewanên ragihandinê parve kir û wiha bi dawî kir: "Ş.Dilovan bi sekin, wêrekbûn û cesareta xwe bala min kişandibû. Min gelek caran ew di pêngavên li dijî DAIŞ'ê de dîtibû. Peyama her sê şehîdên rojnemevan ji cîhanê re ev bû 'Heqîqet tucarî nayê veşartin û wê neyê veşartin jî'. Berxwedana Rûmetê di sedsala 21'an de îradeya gelan a li hember çeteyên bê wîcdan û dagirkeran bû. Heqîqeta ku rayedarên dewletan dixwestin ji gelan veşêrin, bi têkoşîna rojnamegeran nehatin veşartin. Wê rojnemevanên sedsala 21'an û rêhevalên şehîdên rojnemevan, nehêlin ku kamereya wan li erdê bimîne û ew ê heqîqetê ji gelan re ragihînin."    Sibehê: