Ji 1998'an heta roja îro komploya navneteweyî (1) 2020-10-07 09:05:25   'Dema min Rêber Apo dît ez pir kelacanî bûm'   Berçem Cûdî   KOBANÊ -  Edûla Deyai 30 sal berê du caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye. Edûla tu caran hêviya xwe ji bo dîtina Abdullah Ocalan winda nekir û got: "Dema min wî dît ez pir kelacanî bûm û ez lerîzim. Bi taybetî jî dema silav da çokên min sist bûn. Dema ew diaxivî me bi heyranî lê dinêrî û guhdar dikir. Sekna wî pir cuda û rêbaza wî gelek nerim bû. Li gor temenê mirov nêzik dibû."    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan piştî 8 salan di 2019’an de 5 hevdîtin bi Abdullah Ocalan re pêk anîbûn. Ji hevdîtina dawîn a 7’ê tebaxa 2019’an ve ne bi erênî ne jî neyînî bersiva serlêdana parêzeran nehat dayîn. Herî dawiyê ji hêla 2’yemîn Dadgeha Cezayê Înfazê ya Bûrsayê ve biryarek nû hat dayîn û çûyûna parêzeran a li Îmraliyê 6 mehan hat qedexekirin. Hincet jî wekî “Nexşerêya” Abdullah Ocalan a ku di sala 2009’an de pêşkêşî Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê kiribû hat nîşandan. 22 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Girava Îmraliyê tecrîdekê girankirî tê meşandin.    Di 9'ê Cotmeha 1998'an de Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hat derxistin û ev roj bû roja destpêka Komploya Navneteweyî. Bi wesîleya 22'yemîn salvegera komployê me dosyayek amade kir. Di beşa yekem a dosyayê de me hest û ramanên jina bi navê Edûla Deyaî anî ziman. Edûla Deyai 51 salî ye û li gundê Qumcî yê girêdayî bajarê Kobanê dijî. Edûla du caran Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dîtiye. Edûla ji ajansa me re behsa pêvajoya wê demê kir.    'Dema min wî dît ez pir kelacanî bûm'   Edûla di despêkê de hevdîtina xwe ya bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ya di sala 1991'ê de bi wan hestan anî ziman: "Di salên 90'î de her kesî behsa Rêber Apo dikir, digotin xortekî kurd ji bo hebûn û doza kurdan dest bi xebatên cur be cur kiriye. Min gelek meraq dikir, loma me weke malbat biryara çûyîna dîtina wî girt. Di sala 1991'an de mala me li Minbicê bû, em 20 kes ku cêwiyê min yên 5 mehî jî bi min re bûn, çûn bajarê Helebê û paşê bi rêya tirênê em çûn Şamê. Em wisa wiha derbasî Lubnanê bûn. Dema em gihîştin kampê hinek jinên ciwan em pêşwazî kirin. Bû êvar û gelek malbat ji Kobanê jî hatin. Rêbertî bi boneya 15'ê Tebaxê çend seatan li ser hev axivî. Ji ber gelek sal borîn axaftinên wî nayên bîra min. Dema min wî dît ez pir kelacanê bûm û ez lerîzim. Bi taybetî jî dema silav da çokên min sist bûn. Piştre rewşa me pirsî û got tevî hemû xeteriyan armanca we ya hatina kampê û pîrozkirina 15'ê Tebaxê çiye? Em gelek kêfxweşbûn û dema ew diaxivî me bi heyranî lê dinêrî û guhdar dikir. Sekna wî pir cuda û bi heybet bû, rêbazê wî gelek nerim bû. Li gor temenê mirov nêzik dibû, bi wateya bi yên pîr e, ciwan û zarokan re weke wan bû. Em sê rojan man, me 15'ê Tebaxê pîroz kir û em vegeriyan."   'Hatina me ya ji Minbicê ew matmayî hişt'   Edûla piştî demek din xwest carek din biçe û Abdullah Ocalan bibîne û wiha qala çûyîna xwe ya duyem kir: "Min xwest ez carek din biçim û Rêber Apo û kesên li wir bibînim. Di 15'ê Tebaxa 1992'yan de tevî ku ez ducanî bûm em çûn dîtiniya Rêber Apo. Lê wê carê rê zehmet bû, ji ber ku ez hem ducanîbûm û hem jî min zarokekî xwe ji xwe re bir. Piştî me sînorên Sûriyeyê derbaskirin, ji me re gotin rê ne ewle ye divê di rêya qacax de derbas bibin. Min kurê li pişt kir em bi çiyayan hilkişiyan. Zehmet bû lê xweşiya wan kêliyan nayê gotin. Çawa ku em gihîştin kampê dîsa hinek jinên ciwan hatin pêşiya me, zarokê min rakirin, av dane me, em birin odeyekê û xwarin dan me. Di wê demê de Rêber Apo hat silavek da me û bi me re rûnişt. Ji me pirsî hûn ji ku derê hatine, me got ji Minbicê. Ew şaş ma û got hûn çawa û çima ji bajarekî ereban hatine vir. Me jê re got em bi armanca dîtina te û pîrozkirina 15'ê Tebaxê hatine."   'Xatirxwestineke dijwar bû'   Edûla mayîna xwe ya 6 rojan a li cem Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan: "Em 6 rojan li kampê man. Kêliyên pir xweş û bi wate bûn ku em tucarî ji bîr nakin. Nêzkatiya Rêber Apo jî cudatirî hemûyan bû. Dema mirov wî dibîne, tu dibêjî qey ev çend sal in em hevdû nas dikin. Ew gelek xwezayî bû û her tim silav dida, diaxivî û sohbet dikir. Ya herî balkêş û bi wate ji bo me jinên ku li kampê bûn. Eleqedarî û mijûlbûna Rêbertiyê ji bo hêviyek avadikir. Asta jin gihîştê di vê rojê de, texmînên me yên wê demê piştrast dike. Dema xatirxwestinê gelek dijwar bû. Min ji xwe re digot xwezî ez ne zewicîbûma ku ez li cem Rêber Apo bimama. Em weke malbat bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi bandorbibûn. Di nava rêxistinê de me cihê xwe girt. Kurê min beşdarî hemleya rizgarkirina Minbicê bû û şehîd ket, keçika min jî beşdarî tevgera azadiyê bû."   'Min gul û ax ji Amarayê birin gundê xwe'   Edûle di sala 2008'an de berê xwe daye gundê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û serdana xwe ya gund bi wan hevokan anî ziman: "Me piştre gelek caran hewil da ku em biçin kampê, lê derfet çênebû bi taybet ji aliyê ewlehiyê ve. Loma di sala 2008'an de ez û hevjînê xwe çûn bakurê Kurdistanê û gundê Amarayê. Me xwest em biçin serdana mala Rêber Apo. Me birayê wî Mihemed û xwîşka Rêber Apo Fatma dît, ji me re qala kesayeta wî û bîranînên xwe kirin, me jî bîranîn xwe yên di kampê de bi wan re parve kir. Her wiha pîreke 100 salî jî li wir bû, wê jî qala hinek bûyerên ku bi Rêber Apo re qewimîne kir. Dema vegerê min ax û gûl ji mala wan bi xwe re anî Minbicê. Piştre min li her malbateke gulek û hinek ax belav kir."   'Em tu carî hêviya xwe qut nakin'   Edûla herî dawî tecrîda girankirî yê li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û Komploya Navneteweyî nirxand û wiha bi dawî kir: "Di 1999'an de dema me bihîst Rêber Apo di encama Komployeke Navnetewî de hatiye girtin, em gelek bi bandor û xemgînbûn. Tirsa me ya mezin jî ji hevqûtbûna kurdan bû. Wê demê me cilên reş li xwekirin û me li Kobanê meşekê girseyî lidarxist. Armanca dewletên komploger tunekirina kurdan bû. Lê Rêber Apo di artêşek ava kir û felsefeyeke dewlemend afirand. Loma di nava van 22 salan de kurdan ji Rêberê xwe û ji kurdbûna xwe qutnebûn bêtir bi hêzbûn û hebûna xwe xur kirin. Em tu caran hêviyên xwe ji dîtina Rêber Apo qut nakin, em di wê baweriyê de ne ku ew ê ji girava Îmraliyê derkeve û em ê careke din bi dîtina wî şad bibin."