Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (7) 2020-10-07 09:01:53   Foza Yûsif: Hevrîn Xelef ji bo netewa demokratîk semboleke zindî bû   Ronahî Nûda   QAMIŞLO - Endama Konseya Hevserokatiya PYD'ê Foza Yûsif salvegera 1'emîn a şerê 9'ê cotmehê nirxand. Foza diyar kir ku Hevrîn Xelef ji bo projeya netewa demokratîk sembolek zindî bû û wiha got: "Dewleta tirk û hevkarên wê di şexsê Hevrîn Xelef de projeya netewa demokratîk hedef girtin. Keda ku heta niha hatiye dayîn, ji bo ku mezin bibe û em bigihêjin encamê çi ji destên me were em gav ji paş ve navêjin û ji bo dawîkirina vê dagirkeriyê em bi israr in."   Di 9'ê Cotmeha 2019'an de dewleta tirk û hevkarên wê êrîşî Rojavayê Kurdistanê kirin, di encama êrîşan de bajarê Girê Spî û Serêkaniyê kirin bin kontrola xwe. Di heman demê de di van şeran de Sekreteryaya Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef, Endama Dîwana Edaletê Eqîde Osman û şervana YPJ'ê Amara Rênas hatin hedefgirtin. Her wiha 9'ê cotmeha 1998'an salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e.  Têkildarî van mijaran Endama Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif bersiva pirsên Ajansa me da.   Di dîroka Kurdan de 9'ê cotmehê mirov çawa pênase bike?   9'ê cotmehê di dîroka kurdan, Sûriye û Rojhilata Navîn de xwediyê wateyek dîrokî ye. Ji ber di 9'ê cotmehê de mudaxaleya li dijî Rojhilata Navîn dest pê kir. Di wê demê de hevsengiya ku di herêmê de heyî hêzên navneteweyî xwestin biguherînin, li ser vî esasî tevgerên ku ji bo xwe xeter didîtin, hatin hedefgirtin. Piştî mudaxaleyên li ser Rojhilata Navîn wek kevirê domîno sal bi sal li Rojhilata Navîn guhertin çêbûn û heta roja îro jî berdewam dike. Di wê demê de hêzên hegemonîk dewletên ku li pêşiya wan dibûn asteng wan jî ji holê radikirin, mînaka wê jî Sadam Hisên e. Her wiha di sala 2002'yan û di heman mehê de tifaqa Adana di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de pêş xistin, vê jî di siyaseta Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn de guhertinek cidî bi xwe re anî. Di meha cotmehê de komploya navneteweyî, mudaxaleya tevgera azadiyê û Sûriyeyê hate kirin û starta wê hate dayîn. Li ser van esasan guhertin û veguhertin di nava herêmê de pêş ketin. Ji ber Rêber Apo bi fikir û rêbaza xwe ya têkoşînê û alternatîfa ku diafirand û di esas de hevsengiyek pir xurt di herêmê de teşkîl dikir hat xwestin ji Sûriyeyê derkeve. Hebûna Rêber Apo ya li Sûriyeyê hem ji bo kurdên Sûriyeyê hem jî ji bo Sûriyeyê bi xwe bandorek wê ya pir mezin hebû. Ji bo wê mudaxale hate kirin û Rêber Apo ji Sûriyeyê hate derxistin, her wiha mirov dikare bêje mudaxale di wê demê de li ser Sûriyeyê dest pê kir.  Ji bo wê jî hêz li ser sînorê Sûriyeyê hate dayîn û Sûriye hat tehdîtkirin. Ev tehdît û biryar ne tenê ya Tirkiyeyê bû di heman demê de biryara Natoyê bû. Sûriyeyê di bin van tehdîtan de guhertin kir û tifaqa Adana di esas de encama guhertin û mudaxaleya ku hatiye kirin e.    Piştî tifaqa Adana siyaseta Sûriyeyê di hundir û derve de bi temamî hate guhertin. Li ser Sûriyeyê siyaseteke texrîbkar û êrîşeke siyasî li ser civaka Sûriyeyê ji aliyê Tirkiyeyê ve hate çêkirin. Bingeha êrîşên li ser Sûriyeyê di sala 1998'an de dest pê kir. Şerê ku li Rojhilata Navîn tê kirin di destpêkê de li dijî kurdan dest pê dike. Dema mudaxale li ser kurdan tê kirin serdest pir kêfxweş dibin û weke serkeftin ji xwe re pênase dikin. Lê ew hêzan  vê rastiyê îhmal dikin, piştî kurdan dora wan e. Piştî mudaxaleyan Libnan, Sûriye û Irak ketin pêvajoyek nû, lê belê ji ber fikrandinek lokal heye, nêzîkatiyên ku nijadperest û birdoziya netew- dewletan derxistin holê nahêle ku ew heqîqet were zanîn. Şerê cîhanê yê sêyemîn di esas de di wan salan de dest pê kir.     Armanca êrîşên 9'ê cotmehê çi bû û çima Serêkanî û Girê Spî wekî hedef hatin girtin?   Plana dewleta tirk a dagirkeriyê ne nû ye, ev pilan her tim di bin hişmendiya tirkan de heye. Di şer de hin caran konjektura navneteweyî ne amade ye, lê pilana dagirkeriyê wek stratejî her tim heye. Dîroka êrişên ku hatiye hilbijartin yek êrişî li ser kurdan e, ya duyem jî êrişên li ser Sûriyeyê ye. Di van êrişan de tiştê xirab ew bû ku, ew senaryoya êrîşê cardin xwe dubare kir. Ev êrîş di dema Efrînê de dest pê kir û dewleta Sûriyeyê û herêma Rojhilata Navîn ev êriş wekî êrişeke li ser xwe nedîtin, cardin ev êriş weke êrişeke lokal girtin dest. Niha aloziya Yewnenîstan, Libya, Fransa, Misir ev hemû perçeyek in û bandorê li hevdu dikin. Dewleta tirk dema dibîne li gor xwe encamekê dibîne, derbasî herêmek din dibe. Di dema berê de me gotibû dewleta tirk dixwaze dîroka osmaniyan vegerîne, lê hin alî digotin kurd bertekan ava dikin, lê ne wiha ye pêşdîtina me stratejik e.    Tirkiye bi zaneyî dîroka 9'ê Cotmehê hilbijart. Armanca van êrişan şikandina îrade û moralxistinê bû. Di heman demê de diyarkirina dîrokên wiha weke pêşxistina hemleyê diyar dikin. Di wan salan de jî dixwestin kurdan bê maf bihêlin, tevgera kurdan tesfiye bikin, li ser kurdan şerekî di herêmê de pêş bixînin. Qirkirina ku li hember kurdan dihat kirin yek di sala 1998'an de ya dinê jî di sala 2019'an de bû, ev yek dide diyarkirin ku armanca salên borî û roja îro wek hev in. Dibe wek dem ji hev cuda bin lê stratejiya wê wek hev in. Hilbijartina vê rojê bi zanebûn e, dev ji armanca xwe bernedane û bi israr in ku encamê jê bigirin. Ji ber ku komploya navneteweyî ya 9'ê cotmeha 1998'an heta astekê vala derket. Dema ev komplo hat pêşxistin bandorek pir mezin li ser Rojavayê Kurdistanê çêkir. Dema tifaqa Adana pêş ket êrîşek pir mezin li ser vir çêbû, bi sedan mirov hatin girtin, bi sedan şervan hatin teslîmkirin. Tevî van hemû êrîşan jî şoreş li Rojavayê Kurdistanê çêbû. Gelê Kurd car din xwe zindî kir û gel sekna xwe diyar kir ku komploya 1998'an serneket û rastiya ku li Rojavayê Kurdistanê pêş ket ev yek îfade kir.    Li Serêkanî û Girê Spî destkeftî û wekheviya gelan hat armanckirin, hûn çawa dinirxînin?   Dewleta tirk ne tenê li Serêkanî û Girê Spî di heman demê de Efrîn û tevahî herêmê hêzeke paşverû ye, heta pêşengtiya paşverûtiya Rojhilata Navîn dike. Dewleta tirk ji aliyekî ve dixwaze statuya netew- dewletê ya heyî biparêze, ji aliyekî din jî dixwaze daxwaza xwe ya hegemonîk, osmanî pêş bixe û ji vê jî teredut nake, ne tenê li dijî kurdan, li ku derê firsetekê bibîne êrîş dike. Niha dewleta tirk xwe hêzeke wek antîdemokratîk bi rêxistin dike, hêzeke li ser şer dixwaze siyaseta xwe ava bike. Niha li vê herêmê modelek û lêgerinek nû heye û naxwaze ev model bi pêş bikeve, ji ber jixwe re weke xeteriyekê dibîne. Niha dewleta tirk di hundirê welatê xwe de her tişt qedexe kiriye. Dema li cihekî alternatîfa demokrasiyê hebe, divê ciranê kêlekê pê kêfxweş bibe, lê belê dema çeteyên DAIŞ'ê li van herêman serwer bû dewleta tirk jê aciz nedibû, ji ber ku DAIŞ wek perçeyekê xwe didît. Heta li ser DAIŞ'ê gelek hêviyên xwe ava dikir, ji ber wê jî guhertin û veguhertina ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêbû, ji xwe re weke tehlûkeyekê didît. Serêkanî mozayika çandê û gelan bû. Gelê Serêkaniyê ji jiyana xwe razî bû, lê belê dewleta tirk xwest fikrê nijadperest, mezheperest û paşverûtiyê li herêmê pêş bixîne û li ser wê dixwaze dewleta xwe ya faşîst ava bike. Dewleta tirk li hember hemû guhertin û veguhertinan demokrasiyê li Rojhilata Navîn ji xwe re weke tehdît dibîne, ji bo ku ji holê rabike çi ji destên wê tê dike.    Di êrîşa 9'ê cotmehê de di şexsê Hevrîn Xelef, Eqîde Osman û Amara Rênas de jin bûn armaca êrîşên dewleta tirk. Hûn vê yekê çawa digirin dest?   Dewleta tirk di vê zanebûnê de ye û îtîraf jî dike, hêza ku jin li Kurdistanê pêş xistiye ji bo xwe xeter dibîne. Çawa ku AKP li ser netew-dewletê armanca xwe ava dike, li ser zayendperestiyê jî xwe dide rûniştandin. Nêzîkatiya AKP'ê ya jinê qirkirin e. Cihê ku AKP û dewleta tirk hebe li wê derê tecawiz, destdirêjî, îşkence, sergirtin, bêdengkirin, tundî û windakirin hene. Yanê çi rêbazên zayendperestiyê hebe li Tirkiyeyê li dijî jinan dikin. Ji bo wê AKP dijminatiyeke mezin li dijî pêşketinên ku li herêmê ji aliyê jinan ve hatiye pêşxistin, dike. Civaka kurd çavkaniya hêza xwe ji têkoşîna azadiya jinê digire, loma dewleta tirk vê yekê hezim nake. Demekê Sûleyman Soylu di daxuyaniyek xwe de diyar kiribû ku tevgera azadiya kurd ji sedî heftê jin in, ev jî dide diyarkirin ku çiqas ji bo têkbirina jinan serê xwe diêşînin û ji bo xwe weke karekî sereke diyar kirine. Ew dixwazin jineke bê îrade û bê şexsiyet biafirînin, lê li hember vê guhertin û veguhertina ku çêbûye xeteriyek mezin li ser xwe dibînin. Hevrîn Xelef di qada siyasî de bi sekna xwe bi bandor bû. Hevrîn Xelef ji bo netewa demokratîk sembolek zindî bû. Dewleta tirk û hevkarên wê di şexsê Hevrîn Xelef de projeya netewa demokratîk jî hedef girt. Jin di civaka kurd û şoreşa Rojavayê Kurdistanê de hêzeke pêşeng e, ji bo wê tên hedefgirtin. Guhertin û veguhertina ku jinê di şoreşê de ava kiriye û bandora xwe li tevahî cîhanê kiriye, xwestin bişkînin û vê hêz û morelê ji holê rakin. Bi van êrîşan dibêjin em nahêlin ku hûn di şoreşa xwe de bi pêş herin û bi serkevin, ji bo wê kesayetên girîng dixin armanca êrîşên xwe. Mirov dikare bi giştî bi nav bike ew jî qirkirina jinê ye.    Hûn herî dawî li hember ewqas êrîşan bêdengiya dewletên navneteweyî çawa dinirxînin?   Hêzên dewletên navneteweyî di nava van leyîstokan de bûn, dewleta tirk tenê biryara van êrîşan nagire. Eger dijbertî û helwestek navneteweyî hebûya, dewleta tirk nedikarî ewqas bi cesaret êrîş bikira. Bêdengiya wan ne ji niha ve ye di destpêka êrîşên 9'ê cotmehê de şirîkên van êrîşan in. Eger Emerika îrade nîşan bida dikarîbûn pêşiya vî şerî bigirin. Her wiha Rûsya li Efrînê helwest nîşan bida ew dagirkerî pêk nedihat. Hinek dewletan li hember êrîşan bertek nîşan dan, lê belê ne xurt bû û nedikarîn pêşiya vî şerî bigirin. Îradeya gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nîşan da, bandorek mezin li ser raya giştî kir. Roleke mezin a Rêxistinên Civaka Sivîl a navneteweyî, Rêxistinên jinan ji bo  berxwedana Serêkanî, Girê Spî û Efrînê re hebû. Van zexteke mezin kir û komplo bi temamî bi ser neket. Eger berxwedana Hevrîn, Yadê Eqîde û bi hezaran şervanên YPJ/YPG'ê û QSD'ê, helwesta gelê me bi giştî nebûya, wê komploya dewleta tirk xwe bigihanda astên cur be cur. Em bi wesileya salvegerê hêza xwe ji hêzên demokrasî, azadîxwaz, azadiya jinê diparêzin, digirin û van rêxistinanan di tevahî şoreşên Rojavayê Kurdistanê de piştgiriya wan ên mezin çêbûn û em bi hêvî ne ew piştgirî û karê hevbeş berdewam bike. Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji bo tevahî hêzên demokratîk ên cîhanê destkeftiyek e. Pêwist e hemû xwedî li vê şoreşê derkevin. Her wiha guhertin û veguhertina jinan jî ji bo tevahî jinan destkeftiyek e.    Em bi hêvî û bawer in ku têkoşîna azadkirina Serêkanî, Girê Spî, Efrînê û tevahî Sûriyeyê rêxistinên civaka sivîl û demokrasiya azadîxwaz bi me re vê têkoşînê berdewam bikin, heta em van deveran ji faşîzma dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bikin. Her roj cînayetên mirovatiyê tên kirin, demografiya herêmê tê guhertin, paqijiya etnik tê kirin, rojane jin tên qetilkirin, bi hezaran mirov koçbe rin ev hemû sûcên mirovatiyê ne ku li vê derê tên kirin. Ji bo wê têkoşîna me ji bo Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê nesekiniye û wê berdewam jî bike. Em xwe diparêzin û parastin jî mafekî rewa ye, kes nikare vî mafî ji destên me bigire. Ji bo wê têkoşîna me dê li hemû qadan dom bike. Bi wesileya  salvegera 1'emîn a dagirkeriyê banga me ew e ku hemû hêzên navneteweyî ew siyaseta xwe ya dirû ya li hember kurdan guhertin çêbikin. Her wiha divê hesab ji faşîzma dewleta tirk, kiryar û sûcên derveyî mirovatiyê ya wê bê pirsîn. Her wiha banga me ji hemû rêxistinên mirovî ew e ku rewşa ku îro li Serêkanî, Girê Spî û Efrînê tê kirin biçin bi çavên xwe bibînin ku li wê derê çi sûc tê kirin. Heta niha qedexe ye ku rêxistinên mafê mirovan derbasî wan herêman bibin. Herî dawî ez hemû şehîdên berxwedana Efrîn, Serêkanî û Girê Spî bi bîr tînim û bejna xwe li hember wan ditewînin. Heta dagirkerî berdewam bike, dê têkoşîna me jî berdewam bike. Keda ku heta niha hatiye dayîn, ji bo ku mezin bibe û em bigihêjin encamê çi ji destên me were em gav ji paş ve navêjin û di mijara bidawîkirina vê dagirkeriyê de em bi israr in. Faşîzîm û dagirkeriya ku li van herêman tên kirin em şermezar dikin û em sonda xwe li hember şehîd û gelê xwe bi berdewamkirina vê têkoşînê nû dikin.   Sibehê: 'Me dengê gelên Serêkaniyê bi cîhanê da bihîstin'