Ji Girê Spî heta Serêkaniyê xelekên Berxwedana Rûmetê (1) 2020-10-01 09:13:21   Serêkaniyê û Girê Spî: Şaxên ku modela Netewa Demokratîk xurt dikin    QAMIŞLO - Şêniyên Serêkanî û Girê Spî piştî ku xwe ji Rêjîma BAAS'ê rizgar kirin bi êrîşên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê re rûbirû man. Bi vîn û berxwedanê êriş têk birin û xwe bi Projeya Netewa Demokratîk, azadiya jin û jiyana hevbeş xurt kirin û bi berxwedana xwe ji tevahî cîhanê re bûn nimûne.    Piştî ku di 2011'an de li Sûriyeyê şerê navxweyî dest pê kir şûnde pergalek nû hat avakirin. Niha şerê li Sûriyeyê didome û mudaxaleya hêzên derve ya li dijî Sûriyeyê jî dewam dike. Bi taybet jî li dijî pergala netewa demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişeke berbiçav a dewleta tirk û hevkarên wê heye. Ev êriş niha dewam dike û di encamê de gelek sivîl hatin qetilkirin û koçberkirin. Serêkaniyê û Girê Spî herî dawî bû hedefa êrişên dewleta tirk û komên girêdayî wê.    Di vê dosyaya me de em ê bêtir Girê Spî û Serêkaniyê, berxwedana ku lê hatine kirin û asta rêxistinbûyîn û bandora wê ya li ser cîhanê bidin.    Bingeha bajaroka Til Xelefê ya niha girêdayî meclîsa Serêkaniyê beriya niha bi 8 hezar salî berî zayinê, hatiye danîn. Çanda Til Xelefê çanda xwedawendiyê ye û di heman demê de çandeke kurdewarî ye. Di aliyê çêkirina alavan de jî mirov dikare bêje ku di nava şoreşa neolotîk de şoreşeke din pêk hatiye. Pêşenga vê çandê jî jin e.  Ji ber ku peykerên jinên xwedawend lê hatine dîtin. Dewlemendiyên ser erd û bin erd ên Til Xelefê heta roja îro jî hedef tên girtin.   Til Xelef dergûşa jidayikbûna dîrokê û paytexta Mîtaniyan e    Dîroka Serêkaniyê heta bi 200 hezar salî berî zayinê ango dema Mîtaniyan diçe. Bajarê ku di 1878'an de hatibû avakirin, di dîrokê de 6 caran hatiye rûxandin. Serêkaniyê piştî şerê cîhanê yê yekemîn ango di Peymana Lozanê de di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de hat parçekirin. Serêkaniyê şahidî ji şaristaniya mirovahiyê re kiriye û bi 360 kaniyên xwe yên avê tê nasîn.    Serêkaniyê di serdema Ebasiyan de xwedî cihekî girîng bûye, ew wekî navenda bazirganî û cihê rawestîna karwanan bû. Romayiyan, Babil, Akad, Sumer, dewleta Osmanî, Îngilîz û Fransa li ser wê axa pîroz şer dane meşandin û bi salan hikûm kirine. Serêkaniyê niha jî wekî Malzaroka Herêma Firatê û Cizîrê ye ku di aliyê bazirganiyê de roleke wê ya sereke heye. Niha 6 bajarokên bi navê Mebrûka, Til Xelef, Medan, Menacîr, Sefih û Elok, girêdayî Meclisa Serêkaniyê ne.   Di nava êrîşan de pêvajoyeke nû   Dewleta tirk bi rengekî veşartî û bi rêya komên girêdayî xwe Cebhet El-Nusra di 12'ê mijdara 2012'an de êrîşî Serêkaniyê kirin. Lê gel jî li hemberî çeteyan serî rakir û parastina axa xwe ya pîroz kir û erka xwe ya welatparêzî pêk anîn. Bi şervanan re di yekçeperê de şer kirin û bajar ji çeteyan rizgar kirin. Piştî şer û bi avakirina Rêveberiya Xweser a li Herêma Cizîrê di 24'ê çileya 2014'an de êdî gel bi meclîs û komînan dest bi xwebirêxistinbûnê kir. Jin û mêr di sazî û rêxistinan de bi hev re bi rengekî demokratîk xebat dan meşandin. Bi taybetî bi pergala hevserokatiyê yekem car li Rojhilata Navîn jin pêş ketin û bêtir çalak bûn.    128 komîn û 7 meclîs hatin avakirin    Serêkaniyê ya ku ji aliyê Rêjîma BAAS'ê ve hatibûn piştguhkirin ji aliyê Rêveberiya Xweser û Tevgera Kongreya Star ve ji nû ve hat zindîkirin. Jina kurd a wêrek tovên azadiyê li ser axa pîroz a Kurdistanê çand. Gelê ku bi xeta 3'yemîn bawer bû Projeya Netewa Demokratîk jî pêk anîn û meclîs û komînên xwe ava kirin. Wê demê li Serêkanî û gundewarên wê 128 komîn û 7 meclîs hatin avakirin.    Li Serêkaniyê, piştî Şoreşa Rojavayê Kurdistanê yekem car her netew bi zimanê xwe yê dayikê axivî û perwerdeyê dibîne. 23 hezar xwendekarên Serêkaniyê jî li ser 151 dibistanên seretayî, navîn û amadeyî hatibûn dabeşkirin.    Bandora jinên kurd a ser jinên ereb    Rola jinên Serêkaniyê ya di çalakbûna tevger û rêxistinbûyînê de gelekî li pêş bû. Li Serêkaniyê û gundewarên wê jin bê îrade bû û hebûna wê nedihat ferqkirin, lê jin bi deng û rengê xwe daket qadan û xebat dan meşandin. Jinan bi naskirina fikir û felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, çarşefa reş derxistin û xwe perwerde kirin. Êdî ji tevahiya jinan re bûn çavkaniya hêza ku dikare hebûn û mafê wan biparêzin.    Perwerde, semîner û civîn hatin lidarxistin    Yek ji sedema dengvedana têkoşîna jinên kurd a li cîhanê; yekbûn, hevgirtin û şerkirina ji bo armancekê bû. Kongreya Star û Mala Jinê li dijî kuştina jinan a 'bi navê namûsê' roleke şênber lîstin. Kongreya Star li ser mijarên wekî pergala hevserokatiyê, zagonên ku jinê diparêzin, hevjiyana azad û wekheviya di navbera jin û mêran de gelek perwerde, civîn û semîner li dar xistin. Ji bo guhertina civakê roleke girîng lîstîn.    Êdî di qada aboriyê de jî çalak bûn    Jina ku ji mafê bazirganî û aboriyê hatibûn dûrxistin, bi avakirina projeyên taybet ên jinan gihaştin asteke girîng. Piştî avakirina Komîteya Aborî ya di 2015'an de jinan yekser dest bi amadekariyên projeyan kirin. Jinan bi projeyên aboriyê di nava civakê de xwestin gavekê bavêjin. 4 kooperatîfên çandiniyê, firina şêraniyê, pêşxistina çandinî û sewalkariyê, çandina bax û baxçeyan. Her wiha jinên Serêkaniyê li ser hezar û 400 donim erd dest bi çandiyê kiribûn.    Her tim berxwedan derket pêş    Li dijî êrîşên dewleta tirk a li hemberî Serêkaniyê û Girê Spî her roj çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Li Serêkaniyê û li ser sînorê navbera Rojavayê Kurdistanê û Tirkiyeyê de 3 caran konê mertalên zindî hatin vedan. Konê yekemîn di kanûna 2018'an de hat avakirin û mehekê dom kir, a duyem di tebaxa 2019'an 28 roj û ya sêyemîn jî ku di 6'ê cotmeha heman salê de hatin vedan. Bi çalakiyan peyama 'hûn nikarin îradeya me têk bibin' hat vedan.    Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser fikir û felsefeya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hûr dibûn û ji bo jiyaneke azad, wekhev û demokrat têkoşina xwe dimeşandin. Her bihostek ji axa Rojavayê Kurdistanê bi pêşengiya Gelê Kurd hat rizgarkirin.    Girê Spî û jiyana hevbeş   Kantona Girê Spî ku bi 2 km nêzî sînorên Bakurê Kurdistanê ye, bi 100 km li bakurê Reqayê û 60 km li Rojhilatê Kobanê dikeve. Girê Spî di pergala Rêveberiya Xweser de girêdayî Herêma Firatê ye. Girê Spî yek ji bajarên Kurdistanê ye, lê di encama hevpeymana Saykes Picot de wekî bajarekî ereban hatiye pejirandin.    Kaniya avê ku jêdera xwe ji çemê Belîx li Eyn Arûs digire bi 2 km dikeve başûrê bajêr. Ji ber ku di sedsala 16'an de hejmara xezalan li Eyn Arûs gelek bûn navê wê Kaniya Xezalan bû. Serjimêra şêniyên Girê Spî 300 hezar e. Nêzî 100 gundên kurdan hene û hinek gund jî li ser rêya M4 dikeve. Gund bi hevdû ve girêdayî ne, lê hinek gund hene ku di dema Rêjîma BAAS'ê de  di 8'ê adara 1963'yan de hatibûn nûkirin. Li gorî daneyên ku ji aliyê Rêveberiya Girê Spî ve di 2016'an de hatibû eşkerekirin hejmara pêkhatiyan wiha ye: "Ji sedî 55 kurd, ji sedî 38 ereb û jî sedî 7 tirkmen û ermen bûn."   Xwestin demografiya herêmê biguherînin    Silûk û Eyn Îsa her du navçeyên girêdayî Kantona Girê Spî ne û hejmara gundên wan jî digihêje 660'î. Nîştecihên wê xebatên bazirganî û çandiniyê dikin, hin ji wan jî xebatên pîşesaziyê dikin. Çandina herî girîng ku şênî pê debara xwe dikin ceh, garis, pembo, darên mişmiş û hinaran bû. Beşek ji bazirganiya navxweyî li sûka bajêr ku ji Bakur ber bi Başûr û ji Rojhilat ber bi Rojava ve diçe, dixebitin.    Beriya şerê navxweyî yê Sûriyeyê, Girê Spî navendeke girîng a navneteweyî ya di navbera Tirkiyeyê û Sûriyeyê de bû. Di serdema yekîtiya navbera Misir û Sûriyeyê de bi hatina Cemal Ebd El-Nasir guhertinên demografîk li herêmên kurdan hatin destpêkirin.    Mezintirîn êl di Girê Spî de Begaran e, ku bi eslê xwe ji perava Çemê Firatê û Dêra Zorê ne. Beşeke mezin ji wan jî li Çiyayên Kizwanan bi cih dibin. Piştî dawîbûna serdema Fransiyan derbasî Girê Spî bûn.   Di 2012'an de êrişî Girê Spî kirin   Erdnîgariya Girê Spî cihekî stratejîk e û Kobanê bi Serêkaniyê ve girê dide. Ji ber vê jî her tim bi êrîşên çeteyan re rûbirû maye. Lewra çeteyên Artêşa Azad di 18'ê îlona 2012'yan de êrîşî Girê Spî kirin, bajar û gelek gundewarên wê kirin bin kontrola xwe. Her wiha di 4'ê adara 2013'yan de çeteyên Ehrar El-Şam û Cebhet El-Nusra bajarê Reqayê jî kirin bin kontrola xwe. Ji wir her tim gef li Girê Spî dixwarin.   25 gund hatin valakirin   Çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî Gelê Kurd û Ermenan gelek kiryarên dijmirovî pêk anîn. Mal û milkên kurdan talan kirin. Di tîrmeha 2013'yan de zêdetirî 25 gundên kurdan hatin valakirin, her wiha di 18'ê îlona 2014'an de kurdên ku li bajar û gundan mayî jî bi darê zorê hatin derxistin. Bi giştî wê demê serjimara kurdan 100 hezar bû. Di navbera 2013'yan û 2014'an de şêniyên Girê Spî koçber bûn, ermen jî bi qirkirinê re rûbirû man. Gelek cihên pîroz ên wekî Dêra Istîqlalê (Serxwebûn) hat şewitandin.    Jinan rêxistinên xwe ava kirin    Di 15'ê hezirana 2015'an de şervanên YPJ/YPG rizgarkirina Girê Spî îlan kirin. Di 21'ê cotmeha 2015'an de Girê Spî weke Kanton hate ragihandin û Rêveberiya Xweseriya Demoratîk li vir hat avakirin. Pêkhateyên herêmê li ser bingeha Netewa Demokratîk bi awayekî wekhev, azad û demokratîk dest bi xwe birêxistinbûnê kirin. Li gorî pêwîstiya herêmê gelek sazî û dezgehên ku rêvebertiyê bikin hatin avakirin. Her wiha cara yekem li herêmê pergala hevserokatiyê hat pêşxistin. Jinan bi perwerdeyan dest bi xwe birêxistinbê kirin. Jinan bi rêxistinbûna xwe hemû bend, stûn û sînorên ku ji hêla hişmendiya baviksalarî ve hatine diyarkirin rûxandin. Ji bo avakirina civakeke azad ketin nava hewldanan.    Sibehê: Êriş, qirkirin, talan û koçberiya li Girê Spî û Serêkaniyê