Li Agiriyê jin çi dijîn? (5) 2020-07-05 09:07:54   ‘Divê em li dijî mirina biguman a jinan dengê xwe bilind bikin’   AGIRÎ - Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr, da zanîn ku ji bo pêşî li mirinên biguman yên jinan bê girtin divê dengê îtîrazê bê bilindkirin û got ger ku bêdengî bidome wê kuştina jinan di bin navê întîxarê de bidome.   Di demên dawîn dehejmara jinên ku bi awayê bi gûman jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Di meha Hezîranê de 23 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Dosya me ya ya li ser mirina biguman ya Agiriyê hat amadekirin, di beşa dawî de parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr nirxandin kir.   ‘Şîdet wek pirsgirêka civakî dertê pêşberî me’   Dîlanê daxuyakirin ku şîdeta li ser jinan didome û bi polîtîkayên AKP’ê re li her derê ev tê dîtin û got: “Şîdeta li ser jinê ne tenê li Agiriyê li hemû Tirkiye û Kurdistanê bi polîtîkayên desthilatdariyê didomin. Ji ber vê jî bandora wê didome. Şîdeta li ser jinê zêde bûye û hema hema her roj jinek tê qetilkirin. Di şîdeta mêr de jin her roj ber bi întîxarê ve diçin. Ev pirsgirêkek cidî ya civakî ye ku dertê pêşberî me.”   ‘Zayendperestî wek rejîma siyasî derdikeve holê’   Dîlanê destnîşan kir ku şîdeta li ser jinê li her derê Tirkiyeyê tê jiyîn, krîzên giran tên jiyîn, muhafazakarî zêde bûye, polîtîkayên faşîzan hêzê digirin û di rewşên wisa de jî teşeyên şîdetê bi awayekî cidî zêde dibin. Dîlan wiha pê de çû: “Di siyaseta mêr mezin dike de mêr hêzê digirin, siyaseta mêr dertê pêş û jin dikevin xeleka vê. Encama vê jî bi awayekî cidî li ser jinan zêde dibe. Zayendperestî wek rejîma siyasî dertê pêş.”   ‘Jinên bê alternatîf dimînin serî li întîxarê didin’   Dîlanê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Bi qeyûman re destkeftiyên jinan hatin desteserkirin. Siyasetmedarên jin hatin girtin. Mekanîzmayên li dijî şîdetê têdikoşin hatin rakirin. Di vî alî de jin bê çareserî man. Bi vî awayî jî dixwazin jin serî bitewînin. Ger mekanîzmayên li dijî şîdetê bên rakirin wê demê ji bo jinan alternatîf jî namîne û jin li ser vê berê xwe didin întîxarê. Dema mirov li çîroka jinên tên qetilkirin dinêrin, dişibin hev. Li dijî serdestiya mêr û faşîzma mêr îtîraz heye.”   ‘Li Agiriyê torên civakîbûnê tune ye’   Dîlanê bal kişand ser zêdebûna şîdetê ya li Agiriyê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li Agiriyê nîvê salê mêr diçin metropolan û dixebitin. Ji ber vê barê giran dikeve ser milê jinan. Jin li dijî xizaniyê têdikoşin. Qadeke civakî ya jin tevlî bibin namîne.”   ‘Saziyên jinan hatin girtin’   Dîlanê her wiha anî ziman ku xebatên der barê bajar de dikin ji aliyê desthilatdariyê ve hedef tê girtin û got: “ Hevalên me tên girtin.Saziyên jinan hatin girtin. Aktîvîst hatin girtin. Meclîsên jinan hedef hatin girtin. Em wek Tevgera Jinên Azad û Meclîsa Jinan a HDP’ê li dijî şîdeta li ser jinan li her çar alî xebatan dimeşînin.Em ê şopdarê vê bin. Divê em dengê îtîrazê bilind bikin. Ev pirsgirêk bi têkoşîna civakî, ya jinan, hemû partî û muxalefeteke cidî ya mêran dikare bê çareserkirin. An jî wê kuştinên jinan wek întîxar rewa bikin.”   Qediya…