Li Agiriyê jin çi dijîn? (2) 2020-07-02 09:10:42   Jiyana wan jî mirina wan jî tenê hatin temaşekirin   Hîkmet Tunç   AGIRÎ - Ceyla Zana û Kurbra. Mirina her sêyan jî wek întîxar derbasî qeydan bûn. Tiştên ku jinan jiyan nehatin dîtin û tenê mirina wan hat temaşekirin.   Ji bo em dest bidin jiyana jinan em çûn Bajaroka Şîrîk a gundê Silêman Kombez a navçeya Hamur a Agiriyê. Di 7’ê Gulanê de jina bi navê Ceylan Akpolat bi guman jiyana xwe ji dest dabû. Em diçin malbata wê.   Ceylan ne ya ewil ne jî ya dawî ye   Li Giyadînê bi kesên ku me sohbet kir re, derket holê ku bi sedan jinên wek Ceylanê hene. Di vir de jî em bandora rolên newekheviya zayendî ya civakî hîs dikin.   Hemû bar li ser milê jinan e   Ji bo em biçin cem malbata Ceylanê em dikevin riya Qirê ya girêdayê navçeyê. Li gund 6 mal hene . Em diçin mala Ceylanê û dayika wê Zozan Kaya û jinên xizmên wan me pêşwazî dikin. Mêrên gund ji ber sedemên aborî diçin derveyê bajêr. Ji ber vê jî hemû bar dikeve ser milê jinan.   Zozan jî wek keça wê hat bêdengkirin   Zozan diyar dike ku yên bûne sedema keça wê ji Xweda bibînin. Bavê Ceylanê, Zubeyîr dikeve navberê û dibêje ‘nizane biaxive’ û Zozanê davêje plana dawî. Zubeyîr got ji roja Ceylan zewiciye, her tim rastî şîdeta mêr û malbata wî hatiye û got: “Keça min biçûk bû zewicî. Bi hevjîn û zarokên xwe re dijiya.Lê dema hevjîn diçû derve ew her tim ligel xezur û xesûyê dima.”   ‘Yên Ceylan der bkirin rastî cezayê pere hatin’   Zubeyîr wiha got: “Keça min rastî şîdeta sîstematîk hat. Xezûr û xesûyê ew birçî dihiştin. Ceylan hepsê malê kiribûn. Keça min li dijî van îşkenceyan çû qerekolê. Ez jî çûm. Me malbat gilî kir. Lê qerekolê cezayê pere li malbatê birî û berdan. Di stûyê keça min de şopa sê benan hebû. Li pişt û milê wê şop hebû. Ez bawer nakim keça min întîxar kiribe. Ji zarokên xwe hez dikir. Mirina keça min bi guman e. Dosya hatiye vekirin jî pêş neketiye. Me ji dozgeriyê re daxwazname nivîsî.”   Dayika wê Zozan jî rondik barand û got yekane daxwaza wê ev e ku bûyer bê ronîkirin.   Gelo Zana jî întîxar kir?   Di 4’ê Hezîranê de li gundê Qetka Jêrê ya Giyadînê mirineke din a biguman hat jiyîn. Xwendekara lîseyê Zana Polat ya 17 salî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da. Me bi dayika wê re hevdîtin kir û di vê navberê de bavê wê hat û bavê wê got bila navê wan neyê bikaranîn û bi israr got Zanayê întîxar kiriye.   ‘Piştî ji serşoyê derket got porê min şeh bike’   Dayika wê wiha got: “Zanayê wê rojê serê xwe şuşt. Piştre hat cem min got porê min şeh bike. Porê wê dirêj bû, çavên wê kesk bûn. Me henek kir em keniyan. Me li baxçe çay vexwar. Wê rojê weke ku xatir ji min bixwaze tev digeriya. Serê xwe da ser milê min, got ‘dayê ez pir ji te hez dikim’. Çû hundir û dengê çekê hat. Ez reviyam hundir ku Zana li erdê ye. Du caran gule berdabû serê xwe. Li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.”   ‘Em wek du hevalan bûn’   Bavê wê jî destnîşan kir ku ew bi keça xwe re wek du hevalên nêz bûne û got: “Keça min her tiştê xwe ji min re digot. Ji ber sedemên aboriyê her tim diçûm derve. Ji ber vîrusê ez li gund mam. Bi normalbûnê re dîsa çûm derveyê bajêr. Dema bûyerê ne li malê bûm. Di çekê de guleyekê dihêle û wê jî berdide xwe. Keça min jîr bû. Ez nizanim keça min çek ji ku aniye.”   Di sohbetê de em fêr dibin ku birayê Zanayê jî bi çekê li xwe xistiye. Bav her wiha got: “Ger hevalê mêr yê Zanayê hebûna minê bizanîbûna. Ji ber her tiştê xwe ji min re digot. Lêpirsîn didome. Dibe ku ji ber pêkanîna 'mavî balîna' xwe kuştibe.”   Ger Zanayê întîxar kiribe jî çima hîna bûyer nehatiye zelalkirin. Malbat bi israr bêje întîxar kiriye jî îhtîmala ku hatibe qetilkirin jî heye.   Malbata Kubrayê: întîxar nekir, hat kuştin   Di 11’ê Hezîranê de Kubra Taşdemîr ya 21 salî jî li gundê Gêrê şera ya Taşliçay di kon de mirî hat dîtin. Malbata Kubrayê bawer nake ku keça wan întîxar kiriye. Bavê wê Kerem Samanci got Kubra salek û nîv bû zewicandî bû, zarokekî wê hebû û got: “Kubra havînan bi malbata hevjînê xwe re diçû zozanan. Malbata hevjîn zext lê dikir. Keça min pir didan xebitandin. Em bi telefonê pê re diaxivî. Piştre çend caran telefona wê ji dest hat girtin. Ez li xezûrê wê geriyam. Got ‘telefona wê xera bûye, rewşa wê baş e’. Piştî telefona wê ket destê wê geriya û got telefona wê hatiye desteserkirin.”   Kerem her wiha destnîşan kir ku keça wê her tim rastî şîdetê hatiye û destûr nedidan ku zaroka xwe bimijîne û bi zaroka xwe re mijûl bibe. Kerem di dawiyê de daxuyakirin ku ew bi întîxarê bawer nakin û got: “Roja bûyerê em çûn konê lê dimînin. Cendermeyan nehişt ez biçim cihê bûyerê. Kon jî konê ku sewal lê diman bû. Dibêjin di wir de xwe darve kiriye. Di navbera ling û zemîn de 5 santîm hebû. Yanî ne pêkane kesek xwe li wir darve bike. Di stûyê wê de jî şopa ben tune bû.   Li Agiriyê ji meha Gulanê heta niha 6 jin bi awayekî guman mirin. Li gundê Şîrîk a navçeya Hamur Celan Polat di 7’ê Gulanê de, li gundê Qerexalta Jêrê ya Tutakê Pakîze Oztaş di 9’ê Gulanê de, li gundê Elomîlo a girêdayê navendê Guzel Koçyîgît di 26’ê Gulanê de, li gundê Qetka Jêrê ya Giyadînê Zana Polat ya 17 salî di 4’ê Hezîranê de, li gundê Toklu ya Jêr a Taşliçay Hacer Ergul a 27 salî di 11’ê Hezîranê de, li gundê Gêrê Şera a Taşliçay Kubra Taşdemîr a 21 salî di 12’ê Hezîranê de jiyana xwe ji dest dan.   Sibehê: Parêzer Sumeyye Gok û Midûra Polîtîkayên Jinan a Giyadînê Benazîr Aydemîr mirinên biguman yên herêmê nirxandin.