Li Agiriyê jin çi dijîn? (1) 2020-07-01 09:09:14   Jin di bin navê kevneşopiyan de dikevin dikevin taritiyê   Hîkmet Tunç   AGIRÎ - Li Agiriyê mirinên biguman yên jinan zêde dibin û di bin navê kevneşopiyan de jiyana wan tarî dibe.   Di rojên borî de parlamenterên HDP’ê Dîran Dîrayet Taşdemîr, Ebru Gunay û Pero Dundar daxwaz kiribûn ku mirinên biguman yên jinan ku li Agiriyê 6 li Amedê 2 û li Mêrdînê jî 4 jinî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dabûn bên lêkolînkirin. Li Wanê ji serê 2020’an heta niha 8 jinî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Gelek çapemenî kuştinên jinan di rûpelên sêyemîn de bi cih dike û dema şîdeta mêr jî tînin ziman dibêjin ‘cînet derbas kir, hişê wan ne li serê wan bû’. Ji bo mirinên biguman yên jinan bên lêkolînkirin li Agirî û navçeyên wê hinek lêkolîn hatin kirin.   Qadên hevpar di bin dagirkirina mêran de ne   Me li Agiriyê jiyana jinê di cih de şopand. Di vê esasê de siyasetmedarên bajar, hevşaredar, civaknas û parêzeran bi malbatên jinên wek întîxar derbasî qeydan bûne re hevdîtin kir. Armanca me bi jinan re sohbet e û guhdarkirina pirsgirêkên wan e. Li kolanên Agiriyê mirov rolên zayenda civakî bi giranî hîs dikin. Em li kolanan jinên dan û standinê dikin dibînin. Em hewl didin biaxivin lê tu hewldanên me encamê nade.   Jin li pey mêran disekinin   Em di kolanan de dimeşin û jinên bi laçik dibînin. Lê tişteke bala me dikşîne ku jin her tim li pey mêran dimeşin. Ger jinên ji derve hatibin bajar dikarin bi rehetî li park û kafeyan runin.   Em li mînîbusê siwar dibin û dîsa jinên bi laçik dibînin. Tişta di mînîbusê de dibînin ku jinên tiştekî dixwin pişta xwe didin. Her wiha tiştekî din jî bala me dikşîne ku jin di temenê biçûk de bi kesên ku nas nakin re tên zewicandin.   ‘Femînîstî ne tiştek wisa ye..’   Me tenê bi mêrên li kolanê ne, bi mêrên memur, rewşenbîr û xwe wek entelektuel dide nasîn re jî sohbet kir. Dema em dibêjin em ji Jin Newsê tên, nêrînên xwe rêz dikin. Kesekî bi me re sohbetê dike dibêje ‘parêzerek jin xwe wek femînîst vedinasîne. Dema femînîst tê gotin mirov nabin femînîst. Li gorî min femînîstî ne tiştekî wisa ye…” Bi vê gotinê rê li ber nîqaşê vedike. Xuyaye der barê femînîsbûnê de gelek tiştên bên vegotin hene.   ‘Êdî kes li hevjîna xwe naxe’   Çawa em dibêjin ku em ji ajansa jinê tên dibêjin ‘Bihûşt bin lingê dayikan de ye’. Jinbûnê bi dayikbûnê pîroz dikin. Piştre jî bi mînakên wisa sohbet didome: “Jin taca serê me ne, namûse, ya herî bi nirx e.Wele ez tu tiştekî bi hevjîna xwe nakim. Ne wek berê ye, jin êdî azadin. Kengê bixwaze diçe sûkê.” Ev gotin wisa dirêj dibin. Em diçin malekê. Bi gotina ‘Ez hevjîna xwe li ser destan dihewînim. Sibê heta êvarê li malê ye, radizê’.Bi vê gotinê di esasê de jin di qada taybet de tê hepskirin.   Li bajarekî ku tabloyek wisa heye di du mehan de 6 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan. Gelo çima? Em lêgerîna bersiva vê jî didomîn.   Sibê: Çîroka jinên ku tên îdiakirin întîxar kirine