Pêl bi pêl vîrûsa koronayê (4) 2020-06-18 09:03:35   Ne vîrûs zîhniyet xeter e...   Leyla Ayaz    AMED - Jin ne tenê di pêvajoya vîrûsê de di tevahiya rewşên awarte de her tim tên piştguhkirin. Herçend ku dewlet cuda bin jî polîtîkayên li hemberî jinê bi heman feraset û zîhniyetê tên pêşxistin û rola zayenda civakî li jinan tê ferzkirin.   Li gorî daneyên dawî li Amerîka 119 hezar û 941, Îngîlistanê 42 hezar û 153, Brezilya 46 hezar û 665, Îtalya 33 û 448, Fransa 29 hezar û 575, Spanya 27 hezar û 136, Meksîka 19 hezar û 080, Belçîka 9 hezar û 675, Elmanya 8 hezar û 927, Îran 9 hezar û 185, Rusya 7 hezar û 478, Hollanda 6 hezar û 74, Tirkiye 4 hezar û 861, Swêd 5 hezar û 41, Çîn 4 hezar û 638, Şilî 3 hezar û 615, Pakistan 3 hezar û 93 û Guney Afrîka hezar û 674 kesî jiyana xwe ji dest dan. Bi tevahî li cîhanê 8 milyon 406 hezar û 83 kes bi nexweşiya vîrûsa koronayê (kovîd-19) ketin û 451 hezar û 387 kes jî jiyana xwe ji dest dan.   Vîrûsa koronayê (Covid-19), li ser her beşên civakê bandoreke cuda hişt. Bi navê tedbîran jiyan bi tevahî hat bi sînorkirin û her tişt li gorî daxwaza serdestan hat organîzekirin û piştre jî gotin êdî jiyan ne wekî berê ye..! Kêm zêde me xwest em bi dosyaya xwe pêvajoya vîrûsa koronayê û polîtîkayên dewletan ên li hemberî vîrûsê bînin ziman. Di beşa dawîn a dosyayê de em ê li ser rewşa jinê rawestin. Jinên ku di navbera kar û malê de hatin hepskirin, binpêkirina mafên kedkar û karkeran û ferzkirina rola zayenda civakî…   Xwestin civak û jinê bêdeng bikin   Jin ne tenê di pêvajoya vîrûsê de di tevahiya rewşên awarte de her tim dibin qurbanên sereke û ji xwe di her kêliyên jiyanê de jî rewşeke awarte dijîn. Lê di qonaxên awarte de jî bi taybetî ewil jin tên piştguhkirin. Di qonaxa vîrûsê de jî jin bi cudakarî, nijadperestî, newekhevî, kedxwarî, zayendperestî, êrîş, şîdet, taciz û tecawizê re rûbirû man. Destkeftiyên ku bi salan bi bedelên giran hatibûn bi destxistin di pêvajoya vîrûsê de ji hêla serdestan ve bi hinceta vîrûsê ji destê jinan hatin girtin û hatin tarûmarkirin. Bi ragihandina tedbîrên rojane û bangewaziyên “Jiyan li malê xweş e” re, “Li malê xwe biparêzin”, “Ji bo rojên xweş li malê bin” û “Li dijî vîrûsê li malê bin” xwestin civak û jinan bê deng bikin.    Dema zîhniyet yek be pratîk jî yek e    Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî û Yekîneya Jinan a Neteweyên Yekbûyî di dema vîrûsê de bal kişandin ser newekheviya şert û mercên xebatê û hemû qadên xebatê hişyar kiribûn. Lê jin ji kar hatin dûrxistin, derxistin destûra bêpere û tevahiya mafên wan hatin binpêkirin. Polîtîkayên dewletan ên li hemberî jinê bi heman feraset û zîhniyetê hatin meşandin. Dema zîhniyet yek bû pratîk û nêzîkatî jî yek e.    Di nava du rolan de asê man   Li tevahiya cîhanê bi milyonan jinan li malê karê xwe domandin. Lê jinên ku li malê xebitin jî di navbera kar û malê de asê man. Ev tişt bû sedem ku jin di nav rojê de hem bi karê xwe re û hem jî bi karê malê re mijûl bibin. Li malê domandina xebatê berpirsiyariya jinê zêde kir û jinan hewl da ku hemû pêwîstiyên malbatê pêk bînin. Ji bo ku ji kar neyê derxistin jî betîr ket nava hewldanan. Êdî jina ku li derve dixebitî li malê, heftê 7 rojan û rojê 24 saetan dixebitî. Jin li gorî mêran kêm razan û vî tişt jî bi xwe re pirsgirêk anîn. Mêr li malê di odeyêke deriyê wê girtî de xebitî, lê jin ji bo karê malê bike û bi zarokan re eleqedar bibe li mutbexê xebitî. Li gorî lêkolîna fakulteya College Kings a Londonê, ji ber ku derketina jinê li derve hat sînorkirin, ji sedî 57 jin bi fikar nêzî tiştan dibin û hewldanên depresîf nîşan didin. Jin êdî di navbera du rolan de asê man keda ku dida nehat dîtin.    Bi hinceta vîrûsê mafên wan bin pê kirin    Her wiha ji bo jinên ku li derve dixebitin jî jiyan ne ewqas rehet bû. Karker û kedkarên jin ji aliyek li dijî vîrûsê û li aliyek jî li dijî tehdîta ji karderxistinê xebitin. Heman şert û mercên di demên borî de jî hebûn lê dîsa daxwaza mafên xwe dikirin. Lê belê hikûmet û sermayedaran vîrûs kirin hincet û mafên karker û kedkarên jin piştguh kirin. Federasyona Sendîkayên Cîhanê (WFTU), Konseya Sendîkayên Kurevî, nûnerên jin ên Konfedarasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyarên Tirk (TMMOB) û Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) di pêvajoya pandemiyê de derbarê rewş û binpêkirina mafên karker û kedkarên jin de raporên berfireh ji raya giştî re ragihandin. Di raporên ku hat parvekirin de li tevahiya cîhanê heman pêkanîn û heman rewş hebûn. Ji ber ku pergala serdest bi heman zîhniyetê mekanîzmayên xwe birêvebirin.   Bi derxistina ji kar hatin tehdîtkirin!   Li tevahiya cîhanê asta bêkariyê zêde bû.  Ji ber vê jî karker û kedkaran di pêvajoya vîrûsê de bêdengî qebûl kirin û di nava xetereya mirinê de karê xwe domandin. Destûrên wan hatin betalkirin û saetên xebatan hatin dirêjkirin. Heqdestên wan hatin kêmkirin û yên hinekan jî bi hinceta krîza aboriyê heye nehatin dayîn. Her wiha amûrên parastinê yên wekî lepîk, maske û tûlûm jî an kêm hatin dayîn û an jî qet nehatin dayîn. Hatin û çûyîna wan a cihê kar li gorî hewcedariyan nehat plankirin. Xwarin li gorî rêgezan ne hatin amadekirin. Ji ber ku li derve dixebitin wekî xetere dihatin dîtin û bi cudakariyê re rûbirû diman. Her wiha di vê pêvajoya evqas zehmet de li tevahiya cîhanê bi milyonan karker û kedkar bi vîrûsê ketin. Her wiha li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karker û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) ya Tirkiyeyê di meha adar, nîsan û gulanê de 29 karkerên jin ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.   Jin betal man    Ligel pirsgirêkên jinên ku li mal û derve dixebitin rewşa jinên ku bi hinceta vîrûsê ji kar hatin dûrxistin jî hewceyê şîroveyê ye. Bi giştî li cîhanê di serî de jin ji kar hatin derxistin û an jî derxistin destûra bêpere. Bi giştî jinên ku li salonên xweşîkiyê û kuaforiyê, li navendên danûstandinê yên mezin, firmayên paqijiyê, dezgehên perwerdeyê, xwaringeh, restorand, maxeza û kafeyan de dixebitin di vê pêvajoyê de bê kar û bê dahat man. Rêxistina Kar a Navneteweyî (ÎLO) demên borî bîlançoya bêkariyê ya li tevahiya cîhanê aşkerakiribû. Li gorî rêxistinê li cîhanê 135 milyon mirov bêkar hene. Li gorî saziyên jinan jî ji sedî 65 jin di vê pêvojoyê de bê kar man. Her wiha li gorî daneyên Dezgeha Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) jî îsal milyonek û 773 hezar jin bêkar mane, lê ev dane rastiya heyî nabejin. Li gorî Navenda Lêkolînê ya Konfederasyona Sendîkayên Karkeran (DÎSK-AR), di vê pêvajoyê de li Tirkiyeyê hejmara betaliyê gihaştiye 13 milyon kesî.  Dema ku mirov vê hejmara betaliyê û nêrîna pergalê ya di warê xebata jinan de bîne gel hev ev tê wateya ku herî kêm ji sedî 60 jin betal hatine hiştin.   Ne ji vîrûsê ji şîdetê bi bandor bûn    Di vê pêvojê de mijara herî girîng jî ya ku nedihat ziman jî kuştin, şîdet, taciz û tecawiza li hemberî jinê bû. Her bangezawiyên ku “Jiyan li malê xweş e” dihatin kirin bûyerên kuştin û şîdetê jî zêde dibûn, lê wekî bûyerên asayî û ji rêze di rojevê de cih digirtin. Asayî dîtin jî wekî polîtîkayeke giştî hat meşandin. Li gorî Yekîneya Jinan a  Neteweyên Yekbûyî li Arjantîn, Kanada, Fransa, Danîmarka, Almanya, Spanya, Îngilistan, Sîngapûr û Awusturyayê daxwaza mayîna li stargehan zêde bû. Her wiha li gorî yekîneyê li Amerîka, Hindîstan, Afrîkaya Başûr, Fransa, Tirkiye û Awusturyayê şîdeta li hemberî jinê di vê pêvajoyê de zêde bû. Li Çînê di pêvajoya pandemiyê de şîdet 3 qatên xwe zêde bû. Herwiha li Fransa û Amerîkayê ji sedî 30, li Îngîlistanê ji sedî 65'ê  jinan ji ber şîdetê gilî li cihên pêwist kirine.   Bi Qanûna Înfazê re êrîşkar serbest hatin berdan   Li Tirkiyeyê jî heman tablo hebû. Polîtîkayên taybet ên hikûmetê yên ku di çarçoveya tedbîran de hatin girtin bi taybetî li ser jinê bi bandor bûn. Demên borî jî asta şîdet, kuştin, taciz û tecawiza li hemberî jinê zêde bû. Lê di vê pêvjoyê de bi derketina Qanûna Înfazê re êdî şîdeta li hemberî jinê bi qanûnê hat meşrûkirin. Jin li malê bi êrîşkaran re rûbirû hatin hiştin. Navenda Lêkolîna Qada Polîtîk a Civakî li 28 bajaran bi hezar û 873 jinan re anketek çêkiribû û li gorî anketê ji sedî 27 jin di vê pêvajoyê de bi şîdetê re rûbirû mane. Ango ji 100 jinan 43 jin bi şîdetê re rûbirû mane. Di nava 3 mehên dawî de 2 hezar û 125 jinan telefonî xeta lezgîn a Federasyona Komeleyên Jina ya Tirkiyeyê (TKDF) kiriye û daxwaza alîkariyê kirine. Jin di vê pêvajoyê de bê parastin man. Daxwazên jinan bi hinceta ku li derve xeterî heye hatin piştguhkirin û bi qedera xwe re rûbirû hatin hiştin. Li gorî daneyên ajansa me di nava 3 mehan de 99 jin hatine qetilkirin û li gorî daneyên Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) jî di nava 3 mehan de 70 jin hatine kuştin. Her wiha gelek mirinên bi guman ên jinê wekî întixar di qeydên fermî de hatin derbaskirin. Ev daneyên ku me xwe gihandî ne, lê belê bûyerên bi vî rengî ku neketine bin qeydan jî hene...    Di nava cudakariyê de cudakarî….   Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (BMMYK) di pêvajoya vîrûsê de bal kişand ser penaberên jin û zarokên keç. Komîsertiyê destnîşan kir ku di vê pêvajoyê de şîdet, taciz û tecawiza li hemberî penaberan zêdetir bûye. Li tevahiya cîhanê penaber di vê pêvajoyê de bi cudakariyê re rûbirû man û mafê wan ê wekî sûdgirtina ji pergala  tenduristiyê ya bê pere bêpar hatin hiştin. Her wiha divê pêvajoyê de li cihên herî xeter bi heqdesteke kêm hatin xebitandin. Penaberên jin li gelek deveran bi êrîşên nîjadperest û zayndî re  rûbirû man.    3 milyon jin bêyî daxwaza xwe dûcanî man   Di pêvajoyê de bi zanetî ji bo jinê bername, plansazî û xebatên taybet nehatin kirin. Ev tişt bû sedem ku jin bi pirsgirêkên dijwar re rûbirû bimînin. Pirsgirêka herî girîng jî jinan ji xizmetên tenduristiyê sûd negirtin. Bi taybetî jî li tevahiya cîhanê jin ji plansaziya malbatê, ducanîbûn, çavdêriya berî welidînê û piştî welidandinê, pêvajoya menopozê sûd negirtin û her wiha nikribûn kurtaj jî bibin an jî dermanê beravêtin û yê ducanîbûnê asteng dike peyda bikin. 100 sazî û dezgehên sivîl ên Ewropayê daxuyaniyek hevpar derbarê bikaranîna mafê kurtajê de dabûn û xwestibûn ku jinên hewcedariyên wan hebin divê sûdê ji vê xizmetê bigirin. Di vê pêvajoyê de li tevahiya cîhanê 3 milyon jin beyî daxwaza xwe ducanî man.   Bi dawî bû.