Nedîtina Gulîstanê gumanên cuda xurt dike 2020-06-11 09:06:52   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistinên jinan diyar kirin ku wê lêgerîna Gulîstan Doku bidomînin û gotin lêgerîna tenê li bendavê tê kirin, tenê ji bo çavtêrkirinê ye. Jinan dan zanîn ku nedîtina Gulîstanê gumanên cuda diafrîne.   Xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulîstan Doku ji 5’ê Çile de ye agahî jê nayê girtin. Ji bo dîtina wê xebatên têr nayên meşandin û tenê li ser Bendava Uzunçayirê lêgerîn tê kirin. Der barê yekane gumanbarê bûyerê ku hevalê Gulîstanê bû, Zaînal Abarakov de tu xebatek şênber jî nehat kirin.   Rêxistinên jinan ji 5’ê Çileyê de ye aqûbeta Gulîstanê dipirsin. Komeleya Jinan a Rosa û Platforma Jinan a Dêrsîmê jî di nav de saziyên jinan starta 8’ê Adarê li Dêrsîmê dan û balkişandin ser windabûna Gulîstanê.   Komîsyonên Ji bo Gulîstan Doku Edelet ya li ser çapemeniya civakî hat vekirin jî her roj dibêje Gulîstan Doku li ku ye. Hevseroka HDP’a Dêrsîmê û endama Platforma Jinan a Dêrsîmê Nursat Yeşîl, der barê kêmasiyên cidî yên lêpirsînê de axivî.   ‘Lêkolîn li heman cihî tên kirin’   Nursatê diyar kir ku ger daneyên teqez yên der barê întîxarê de tunebin, divê gelek tişt bê lêkolînirin û got: “Ne tenê întîxar, divê revandin û cînayet jî bê lêkolînkirin. Di bûyerê de divê tenê li ser întîxarê nesekinin. Li gorî qeydên wan herî dawî li ser Pira Dînarê hatiye dîtin. Ji ber vê jî 5 mehe tenê li ser wir disekinin. Me wek Platforma Jinan a Dêrsîmê ji destpêkê de got kêmasiyên cidî hene. Lê peywirdarên cemawerî vê qebûl nakin.”   ‘Bi awayekî baş îfadeya gumanbar nayê girtin’   Nursatê bi lêv kir ku li holê gumanbarek heye û got: “Bavê vî kesî li asayîşê peywirdar e. Saziya asayîşê jî ji hemû kamera û ewlehiya bajar berpirse. Mixabin bi awayekî baş îfadeya Zeynal Abakarov nayê girtin. Yanî hewce nabînin ku bibin emniyetê jî. Em dizanin ku di bûyerek herî biçûk de her kes tê komkirin. Lê mixabin hewce nabînin dest bidin vî kesî.”   ‘Gumanên cuda dertên holê’   Nursatê daxuyakirin ku çawa bûyer bihistine, bi hevjîna mamosteya ku Gulîstan diçû mala wan, çûne baroyê û wiha berdewam kir: “ Me got ku bavê gumanbar li emniyetê dixebite û ji ber vê dibe ku delîl bên reşkirin, ji ber vê tedbîr divê bê girtin. Lê mixabin lêpirsîn bi heman awayî didome. Lêgerîneke tenê ji bo çavtêrkirinê tê meşandin. Xebatên tên kirin jî ji bo dîtbarî tên kirin. Piştî Gulîstanê du windabûnên din jî çêbûn. Lê cesedê her duyan jî di 40 rojî de hat dîtin. Nedîtina Gulîstanê gumanên cuda jî xurt dike.”   ‘Gotin wê ser bûyerê bê girtin’   Nursatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Tenê di bendavê de lê digerin. Li gorî wan ji ber sînyal ji wir hatiye lêdigerin. Lêpirsîn baş nehat meşandin. Israra dayikê bi bandor bû. Helwesta malbatê girîng bû bi bandor bû. Wan digot wê ser bûyerê bê girtin. Lê wisa nebû. Xwedîderketina saziyên jinan jî gelek girînge. Divê aqûbeta her jinekê bê pirsîn”   ‘Em ê her tim Gulîstanê bipirsin’   Endama Jinên Demokratîk a Nû (YDK) Dîlek Kurban got ji roja Gulîstanê winda bûye aqûbeta wê dipirsin û wiha pê de çû: “Me li zanîngehê gelek çalakî û bername pêk anîn. Me got Gulîstan li ku ye. Lê em rastî mudaxaleya polîsan hatin. Hevalên me hatin binçavkirin. Gotin çima hun Gulîstanê ji me dipirsin. Em wek rêxistina Jinên Demokrat a Nû wê heta dawî Gulîstanê bipirsin. Em ê heta dawî Gulîstanê bipirsin.   Qedya…