Hevserok tecrubeyên xwe vedibêjin (5) 2020-06-01 09:05:53   ‘Bi hevserokatiyê re jinan xwe ispat kir’   Sozda Oremar   ŞEHBA - Hevseroka Meclîsa Qanûnî ya Efrînê Hevîn Reşîd, diyar kir ku berê li herêmê mêr li ser bedena jinê xwedî gotinbûne û bi pergala hevserokatiyê re ev ferast hilweşiyaye û jinan xwe ji civakê re ispat kirine.   Di vê beşa dosya me de  pergala hevserokatiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê destgirtin. Piştî Şoreşa Rojava şûnde di 2014’an di  meha Çileyê de li Cizîr, Kobanê û Efrînê bi giştî 3 kanton hatin îlankirin. Ji bo Kantona Efrînê Hêvî Mistefa seroka yekem hat hilbijartin. Salek şûnde bi Hêvî Mistefa re, Doktor Osman Şêx Îsa wek hevserokên Kantona Efrînê hatin  hilbijartin. Di Modela Xweseriya demokakratîk ya di 2014’an de hat îlankirin de jî yekem hevserokatî di Meclîsa Qanûnî ya Efrînê de hat pêkanîn. Li vir jî Mehmet Saît Yusuf û Hevîn Reşîd wek hevserok hatin hilbijartin. Piştre jî li Efrînê meclîs û komun hatin avakirin û li wir jî hevserokatî ket jiyanê.   Hevseroka ewil a Meclîsa Qanûnî ya Kantona Efrînê Hevîn Reşîd der barê pergala hevserokatiyê de axivî.   ‘Pêşniyara Abdullah Ocalan ket jiyanê’   Hevînê bi lêv kir ku bi rêveberiyên xweser yên demokratîk re hevserokatî ketiye jiyanê û got ev fikr di 2005’an de ji aliyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ve hatiye vegotin û got Abdullah Ocalan ji bo pêşerojê ev fikr pêşniyar kiriye û diyar kiriye ku jin ancax bi pergala hevserokatiyê dikare bibe xwedî îrade û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêmê modela xweseriya demokratîk li ser vê pêşniyarê ket jiyanê.  Di destpêkê de me hevserokatî di meclîsa Qanûnî de pêk anî. Piştre di meclîs, sazî û komunan de pêk hat.  Niha di rêveberiyên xweser, kanton, şaredarî û her qadê pêk tê.”   ‘Mêr li ser bedena jinê xwedî gotin bûn’   Hevînê di berdewamiyê de got hevserokatiyê di jiyana wan de guherînên mezin kiriye û got: “Ewil civakê de ji sedî sed nehat qebûlkirin. Ji her tim li plana dawî bûn. Lê bi hevserokatiyê re guherînek mezin hat jiyîn. Me ev pergal li malên xwe û jiyana xwe de rêxistin kir. Guherîna di têkiliya navbera jin û mêr de bû. Mînak mêr çi dikir bi tena serê xwe dikir. Biryarên der barê malê de mêran dida. Yên herî zêde li malê ne jinin, lê dema tiştek dihat girtin an jî firotin ji jinê nedihat pirsîn. Li ser cil û bergên jinê li ser bedena jinê, mêr xwedî gotin bû. Jin ji malê derketiba ji mêr destur digirt. Wek Abdullah Ocalan jî dibêje divê mirov ji malbatê dest pê bikira. Min jî wek jinek Kurd ji malbata xwe dest pê kir. “   ‘Heta îro jinan xwe di civakê de nedît’   Hevînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em di civakek ku mêr pîroz tê dîtin de dijîn. Di civakek wisa de bêguman jin nedihat qebûlkirin. Ji ber vê jî di serhildaneke jinê de bêguman wê astengî û bertek jî hebûna. Ger jin serîhilbide divê pergalê bizanibe û wisa li dijî vê derkeve. Ger bi zimanekî tûnd li dijî pergalê serî hilbide nikare destkeftiyê bidest bixe. Jin wê bi zirar ji vê derkeve. Ji ber vê heta xwe bi pergalê bide qebûlkirin wê rastî bertekên tûnd jî bên. Heta îro jinan xwe di civakê de nedît.  Yanî ne xwedî gotin bû. Bêguman wê bertek jî hebin li dijî pergalê. Ji ber vê divê bi hişmendî têkoşîn bê dayîn.”   ‘Çawa dibe ez nêrîna jinekê bigirim?’   Hevînê destnîşan kir ku beriya Meclîsa Qanûnî tecrubeya wan tunebû û di vê zarokê de jî zor û zehmetî kişandine û got: “Tecrubeya ewil bi me dest pê kir. Gelek caran hevalên me yên xebatên jin wek hevserok nedîtin. Ji ber ku her tim ew zanabin, wan dikarîbû bikin û jin ne xwedî tiştekî bûn. Di vê mijarê de me zehmetî kişand. Me di xebatê de bi zîhniyetê re têkoşîn meşand. Me li dijî zîhniyeta ku jin nedîtin têkoşîn meşand.”   Pergala hevserokatiyê feraset hilweşand   Hevînê nêzîkatiya civakê ya li hember hevserokatiyê jî nirxand û ev tişt anî ziman: “Pergal ji aliyê civakê ve zû hat qebûlkirin. Jin nîvê civakê ye û nîvê civakê jî jin tînin dinê. Ji ber vê jî civakê zû pergal qebûl kir. Bertek jî çênebûn. Lê di xebatê de me pirsgirêk jiyan.  Lê pergala hevserokatiyê pêşdar û feraset hilweşand.”   ‘Hevserokatiya di komunan de bandorek mezin kir’   Hevînê bi lêv kir ku pergala hevserokatiyê di civakê de guherînek mezin kiriye û bi taybet di alî jinan de gelek girînge û got: “Bi taybet di komunan de pêkhatina pergala hevserokatiyê bandorek mezin bi civakê re afirand. Bi destê jinan çareserî pêk hatin. Komun tovê civakê ye. Ji ber vê jî di komunan de bandorek mezin afirand.  Pêşî lê vekir ku civak pergalê qebû bike. Ev pergal li her qadê bikeve jiyanê wê ji bo aloziya li Sûriyeyê jî bibe çareserî.”   ‘Divê îdeolojiya jinê xurt be’   Hevînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi têkoşîna jinê pêkane ku hevserokatî ji aliyê her kesî ve bê esas girtin û got jinan di vê pergalê de xwe ispar kiriye û wiha dawî lê anî: “Di alî îdeolojîk de jî divê jin xwe têr bike. Li dijî siyasta kurnaz a mêr ancax bi vî awayî dikare bisekine. Jina ku îdeolojiya wê ne xurt be, qesl dimîne.  Divê em ji bo hemû jinan têbikoşin, wan rêxistin bikin, hevserokatiyê bigihînin wan jî.”   Sibê: Hevseroka ewil a Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê Riham Hico, hevserokatiya li herêmê pêş ket û tecrubeyên xwe vegot.