Hevserok tecrubeyên xwe vedibêjin (1) 2020-05-28 09:05:51   Di siyasetê de pêngavek nû: Pergala hevserokatiyê   NAVENDA NÛÇEYAN - Pergala hevserokatiyê ya bi partiyên siyasî dest pê kir di 2014’an de di rêveberiyên herêmî de pêk hat. Jinan bi hevserokatiyê re di siyasetê de bi awayekî çalak cih girtin û gotina xwe bi awayekî xurt gotin.   Ji roja hevserokatî ket jiyanê heta îro, ji aliyê gelek aliyan ve û bi taybet ve jî ji aliyê desthilatdariyê ve hedef hat girtin. Di dosya ku me bi 6 beşî amade kir de avabûna şênber a di jiyanê de û hevserokatî ji aliyê hevserokan ve hat vegotin. Di dosya me de hevseroka giştî ya dema berê ya HDP’ê, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka giştî ya dema berê ya DBP’ê Sebahat Tuncel, hevseroka Partiya Yekitiya Demokratîk a ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (PYD) Eyşe Hiso û hevseroka Meclîsa Jiyana Efînê Hevîn Reşîd, Yekemîn Hevseroka Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê Riham Hîco tecrubeyên xwe û pergala hevserokatiyê nirxandin.   Di siyasetê de pêngaveke nû   Me têgeha hevserokatiyê cara yekem di avabûna Partiya Civaka Demokatîk (DTP) de nas kir. Ji bo partiyekî wê du lîderan serokatî bikira û ji van jî yek wê jin bûna. Di vê tecrubeya ewil de Aysel Tugluk bû hevserok. Aysel Tugluk di DTP’ê de di 2005’an de hat ser peywirê û di siyasetê de bi vî awayî jî pêngaveke nû hat avêtin. Her çiqas hevserokatî ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) de neyê qebûlkirin jî di fîliyatê de ket jiyanê û rêxistinên navçeyan li gorî vê bi teşe bûn. Bi hevserokatiyê re rola jinê zelaltir xwe da xuyakirin. Jinên sedsal berê ji bo mafê dengan berxwedan, vê carê diyar dikirin ku jin jî di siyasetê de bi mêran re xwedî gotina wekhev in.   Pêngav bi pêngav siyaset   Ji wê salê şûnde jinan jî di qada siyasetê de ji xwe re cih veqetandin û di siyasetê de gotina xwe bi cesaret vegotin. Di 2007’an de bi damezrandina Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) re hevserokatî di rêziknameya wan de cih girt. Di 30’ê cotmeha 2007’an de KCD hat avakirin û hevserokên wê yên ewil jî Yuksel Genç û Hatîp Dîcle bûn. Di 2010’an de jî di kongreya awarte ya BDP’ê jî derbasî hevserokatiya giştî bûn. Ji bo DBP’ê jî Gultan Kişanak û Selahattîn Demîrtaş wek hevserokên giştî hatin hilbijartn. Di hilbijartinên giştî yên 2011’an de BDP bi 35 parlamenterî di meclîsê de cihê xwe girtin. Parlamenterên wan di 2013’an de di bin sîwaneya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de bûn yek. Di rêziknameya HDP’ê de jî hevserokatiyê cih girt û di 27’ê Cotmeha 2013’an de hevserokên ewil yên HDP’ê Sebahat Tuncel û Ertugrul Kurkçu hatin hilbijartin.   Di 2013’an de hevserokatî bû qanûn   Di 2013’an de bi pêvajoya çareseriyê ya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan da destpêkirin re, di çarçoveya ‘pakêta demokratîkbûnê’ ya ku ji aliyê serokomar Tayyîp Erdogan ve hat deklerekirin de, pergala hevserokatiyê bi awayekî fermî hat qebûlkirin. Serokomar dema pakêt aşkera kir jî îfade kir ku mînakên navneteweyî hatine lêkolînkirin. Bi vî awayî jî pêşiya Hevserokatiya Giştî di partiyan de hat vekirin.   Di rêveberiyên herêmî de derbasî hevserokatiyê bûn   Di 2014’an de hilbijartinên herêmî yên 30’ê Adarê de BDP’ê pergala fermuarê xist jiyanê û hevserokatî di rêveberiyên herêmî de pêk anî. Berê ji sedî 35 (wekheviya pozîf) û ji sedî 40 (pergala kotayê) pêk hatibû. Lê di asta dawî de nûneriya wekhev nûneriya jinê ji sedî 50 ket jiyanê.   Di şaredariyan de pergala hevserokatiyê di 1985’an de jia liyê Konseya Ewropayê ve hat qebûlkirin. Tirkiyeyê ev peyman di 1988’an de îmze kir û di 1992’an de erê kiribû.   93 hevşaredar hatin girtin   Bersiva desthilatdariyê ya ji bo pêkhatina hevserokatiyê ya di şaredariyande, dereng nema. Di cotmeha 2014’an de, Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê, bi hinceta pêkanîna hevserokatiyê ya di şaredariya bajarê mezin a Amedê de li dijî hiqûqê ye, biryara rawestandinê da. Heman dadgehê j bo 7 şaredariyên navçeyê jî biryara rawestandina pêkanîna hevserokatiyê da. 3’emîn Dadgeha Îdarî ya Herêmî ya Wanê jî der barê pêkanîna ‘rêznameya xebata hevşaredaran’ a şaredariya Îpekyol a Wanê rawestandin. Piştî xerabûna pêvajoya çarseriyê jî bi hinceta hevserokatiyê ji bo şaredariyan qeyûm hat tayînkirin û hevşaredar yek bi yek hatin girtin. Li gorî rapora HDP’ê ya 2019’an a ‘Rapora Qeyûman’ ji îlona 2016’an heta bi giştî ji bo 95 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin, 93 hevşaredar, bi sedan endamên meclîsên şaredariyan hatine girtin.   Hevserokên jin hedef hatin girtin   Di 2016’an de hevserokên giştî yên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk Sebahat Tuncel, hevseroka KCD’ê Selma Irmak jî di nava parlamenterên ku hatin girtin de bû. Hevserokên HDP û DBP’ê yên navend û navçeyan jî piranî di vê pêvajoyê de hatin girtin. Piranî hevserok jî jin bûn.   Di hevserokatiyê de israr   Di 2019’an de di hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de HDP di hevserokatiyê de bi israr bû û 3 sê bajarên mezin, 5 navend, 45 navçe û 12 bajarok bi giştî 65 şaredarî qezenc kir. Lê dîsa hevserokatî kirin hincet û ji bo 45 şaredariyên HDP’ê qeyûm hat tayînirin,25 hevşaredar hatin girtin.   Hevserokatî li her derê belav bû   Tevî hemû zext û girtinan, pergala hevserokatiyê ya ji aliyê tevgera siyasî ya Kurd ket jiyanê, di nava demê de di sendîka, rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî de pêk hat. Di 2012’an de piştî şoreşa Rojava şûnde li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî modela xweseriya demokatîk û di hemû saziyan de pergala hevserokatiyê esas hat girtin. Dîsa li Şengalê jî piştî êrîşa DAIŞ’ê şûnde modela xweseriya demokratîk û pergala hevserokatiyê pêk hat.   Sibehê: Hevseroka giştî ya dema berê ya HDP’ê ya girtî Fîgen Yuksekdag hevserokatiyê vedibêje…