Modernîteya Kapîtalîst a ji Vîrusa Koronayê xirabtir (2) 2020-05-20 09:05:00   'Qeyran bûye amûra daqurtandinê ya kapîtalîzmê'   Berçem Cûdî / Dilûcan Bozî   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî derketina Vîrûsa Koronayê rastî û lawazbûyîna modernîteya kapîtalîst hîn bi awayekî şênber xwe da der. Qeyranên ku kapîtalîzmê afirandine, bûne amûra daqurtandin û tunekirina kapîtalîzmê.   Pergala kapîtalîst ji destpêka derketina xwe de û heta niha şerê pergal û bîrdoziyên ku li ser hebûna wî dibin xeter dike armanca xwe û li dijî wan hewil dide hebûna civakan bide tunekirin. Di roja me ya îro de ku cîhan tevahî bi Vîrûsa Koronayê re rû bi rû ye gelek îsbat û rastî raxist ber çavên mirovahiyê. Ji her demê zêdetir di roja me ya îro de êdî bîrdoziya lîberal jî ketiye ber lêpirsîna gelan. Bê guman di rewşeke wiha de ku modernîteya kapîtalîst îflas kiriye jiyana komînal, demokrat, ekolojî û azadiya zayendan veguheriye yekane hêviya jiyana mirovahiyê. Di rewşa kirîz û qeyrana heyî de, weke şêweyê jiyanê ji nû ve ketiye rojeva mirovahiyê. Mirovatiyê ji vê qirîzê bi kîjan gavên têkûz dikare ber bi civakeke azad, demokratîk û wekhevîxwaz ve biçe.   Çavkaniya birdoziya Netewa Demokratîk 21 sal in di bin tecrîdê de ye   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di sala 1999'an de li dijî pergala modernîteya kapîtal, pergala netew û konfedralîzma demokratîk pêşniyar kir. Ji ber ku birdoziya demokratîk li ser têkçûyîn û tunekirina kaptalîzimê xeteriyeke mezin ango altranîfa wê ye,  Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bû armanca dewletên serdest û serwerên kaptalîzmê. Bi vî rengî jî di 15'ê Sibata 1999'an de Abdullah Ocalan di encama komployeke navneteweyî  de hat girtin û ev 21 sal in di bin tecrîdeke girankirî de ye. Birêz  Abdullah Ocalan di derbarê Kaptalîzmê de wiha dibêje: "Lîbralîzim û ferdiyetparêzî gelek caran weke çarçoveya bingehîn ya birdoziya Kapîtalîzmê tê gotin. Lê ez îda dikim ku tu pergal bi qasî hegemoniya bîrdoziya kapîtalîzm nebû xwedî wê hêzê ku  mirov bike êsîrê xwe. Tesbîta rast  ew e ku pergal lawaz e û her tim pêkan e ku bişkê. Divê mirov kapîtalîzmê weke pergala hegomonîk ya herî qels bibîne. Pêwîst e ku kesayeteke tenê jî bimîne divê civakbûyîn rast were jiyîn."   Netewa demokratîk rêbazê çareseriyê ye   Netewa demokratîk civaka hevpar e ku hemû mirov û komên wê bi îradeya xwe ya azad tê de dijîn. Pênaseya netewa demokratîk di çarçoveya siyasî de ne sînordar e, her wiha bi yek nêrînê li ziman, çand, ol û dîrokê nanêre. Lê belê tê wateya jiyana hevbeş ya bi nirx, exlaq, hevkarî, komînal, hevsengî, edalet, wekhevî û azadiyê. Têgîna netew tê wateya komeke ji gelên ku xwedî çand, ziman, ol û mezhebên cuda ye. Demokrasî tê wateya tevlîbûna mirov ya çalak bi rengekî azad, hevbeş û mutewazî ji hemû şaxên civakê re. Demokrasî dewletê qebûl dike, lê dewlet berovajî ye pergal ango bîrdoziyên li dijî xwe red dike. Ji ber vê yekê dewlet bê civak nikare li ser lingan bimîne. Loma girîng e ku gel li dijî pergala netew dewlet, desthildar, zayendperest, olperest û nîjadperest têkoşîn bike û li şûna wê, pergala netewa demokratîk ya ku civakê bingeh digire û azadiya zayend, fikir, ziman, ol, çand, îrade, civaka exlaqî, rêveberiya xwser, civaka ekolojîk û parastina rewa weke hîmên bingehîn dibîne. Her wiha kapîtalîzim civaknasiya aborî, pîşesaziya qirêj, zanist ji hev cuda kirin û tenduristiya navendî, aboriya ez, ezî û dibistanên taybet bi kar tîne. Li hember vê netewa demokratîk civaknasiya azadiyê, pîşesaziya ekolojî, zanist bi hev re girêdan, tiba xwezayî, aboriya komînal û perwerdeyên akademîk hildibijêre.    Rojavayê Kurdistanê dibe armanca hêzên kapîtalîst û desthilatdar   Bi Rûdana şoreşa Rojavayê Kurdistanê re di 19'ê Tîrmeha 2012'an de, pergala Rêjîma BAAS’ê hilweşiya, ji ber wê gelê Rojavayê Kurdistanê pêwistiya xwe bi pergaleke alternatîf dîtin. Ji lewra pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bingehê netewa demokratîk e hat hilbijartin û pêk anîn. Gelê Rojavayê Kurdistanê bi vê gavê re ji dewletên kapîtalîst û desthilatdaran re dan diyarkirin ku bi girtina çavkaniya pirojeya netewa demokratîk Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re, fikir û felsefeya wî neyê tunekirin. Wiha jî tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan girantir bû û Rojavayê Kurdistanê jî bû armanca têkbirin û şer. Di sala 2013/2014'an de Cebhet El-Nûsra, Artêşa Azad û Çeteyên DAIŞ'ê berê xwe dan herêma Cizîr, Efrîn û Firatê. Lê xeyalên tunekirin û têkbirina şoreşa 19'ê Tîrmehê rûxiyan û gelê Rojavayê Kurdistanê bi ser ketin. Di 2014'an de li seranserî Rojavayê Kurdistanê pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat rûniştin û bi ser ket.   Komîn û meclîs bingeha xwe ji pergala kilanan digirin   Di pergala netewa demokratîk de civak xwe bi xwe bi riya komîn û meclîsan ve bi rê ve dibin. Her wiha ya herî balkêş pergala hevserokatiyê ye ku jin û mêr bi rengekî wekhev him biryar didin û him jî dixebtin. Her wiha li gel hebûna bajarên navendî jî bi hezaran gund hene, ji ber vê mirov dikare bêje ku pergala netewa demokratîk fikirên xwe ji civaka xwezayî digire. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî pêkhatêyên Kurd, Ereb, Turkmen, Çerkez, Suriyan û Aşur di bin sîwana Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pergalên xwe ava kirine û bi rengekî wekhev bi hev re dijîn.