Modernîteya Kapîtalîst a ji Vîrusa Koronayê xirabtir (1) 2020-05-19 09:01:00     'Kuştina mirovan Modernîteya Kapîtalîst bi hêztir dike' Berçem Cûdî / Dilûcan Bozî   NAVENDA NÛÇEYAN - Modernîteya Kapîtalîst bi salan e li hember mirovahiyê bi rê û rêbazên cuda serweriya xwe mayinde dike.  Ji bo mayindekirina  hebûna xwe, civakê hedef digire û dike xizmeta berjewendiyên xwe.   Mejî û hêza pergala Modernîteya Kapîtalîzmê xwedî dîrokeke demdirêj e ku rehên xwe weke nexwşiya pençeşêrê berdaye nav civak û xwezayê. Kapîtalîzm ji Vîrûsa Koronayê ya ku mohra xwe li sedsala 21’emîn xetertir e. Ev pergal li ser bingeha tunekirina civakê, berhemên mirovan ayîdî xwe dibîne. Weke vîrûsan pêwistiya xwe bi şaneyeke zindî heye, da ku bi riya wê şaneyê hebûna xwe biparêze û hêdî hêdî di nava tevahî civakê de belav bibe. Ji  bo wê hedefa herî sereke ya kapîtalîzmê civak e. Loma ji bo bidawîkirina jiyan, civak û xwezayê ango bi giştî cîhana me, pergala modernîteya kapîtalîst, xwe dide rûniştandin.   Bi salan e ji bo ku pergala kapîtalîst xwezaya yekem (xweza) û duyem (Mirov) wekî xirab, neyînî û kêrnehatî bide diyarkirin, di her demekê de li gorî berjewendiyên xwe bi navên cur be cur vîrûs ango nexweşiyan derixe. Her nexweşiyeke ku derdixe wisa dide diyarkirin ku xwezaya yekem sedem e. Armanca pergala kapîtalîst tunekirina xweza û mirovahiyê ye, da ku bikaribe xwe li ser lingan bihêle weke cinawir di her demekê de êrîşî hebûna gerdûn û  civakê dike.    Vîrûsên derketî bûne sedema qirkirina niştecihên resen yên welatan   Yekemîn şewb di dîrokê de Taûna Athensê ye ku di 430'an de beriya Zayînê li Greece (Yonanê) belav bû û di encamê de hejmareke mezin  ji gel û hêzên Yonanê mirin. Şewba Taûna Cestiyan ku di salên 541-750'an de li Împeratoriya Bîzansiyan û Sasaniyan derket û belav bû, di encamê de 25-50 Milyon kes mirin. Şewba Mirina Reş di navbera salên 1347'an heya 1351'an de li tevahî Ewropayê belav bû  û di encamê de 25 milyon kesî jiyana xwe ji dest dan. Nexweşiya Cuderî ku di serdema 15 û 17’emîn de li Ewropayê belav bû, 20 milyon kes pê mirin. Her wiha şewba Kolerayê di salên 1817 heya1823'an li Indiyayê dest pê kir û li tevahî cîhanê belav bû, li gor Rêxstina Tendirustî ya Cîhanî ku her sal di navbera milyonek heta çar milyon kes nexweş dikevin. Herî zêde jî deverên xizan zirarê dibînin û li welatên dewlemend bandor nake. Ev nexweşî heta roja me ya îro jî hîna berdewam e.    Di dîrokê de şewbên bûne sedema mirina mirovan   Şewba Girîpa Spain di salên 1918-1919'an de li Spaniya yê derket, di encamê de li seranserê cîhanê 50 Milyon kes mirin. Girîpa Hong Kong di salên 1968-1970'an de li Chinayê derket û 2 milyon kes pê mirin. Vîrûsa Sars di sala 2002-2003'an de  li Chinayê derket, 8 hezar kes nexweş ketin û 774 jî mirin. Girîpa Berazan di 2009-2010'an de derket û di encamê de 151-575 kes pê mirin.  Vîrûsa Ebola di 2014-2016'an de li Guinea yê derket, 29 milyon kes bi vîrûsê ketin û ji wan 11 hezar kes jiyana xwe ji dest dan.  Vîrûsa Mêrs di 2014'an de li Erebistana Suudiyê derket û di encamê de bi sedan kes mirin. Herî dawî jî şewba vîrûsa Koronayê ku di dawiya 2019'an de li Chinayê derket û li tevahî cîhanê belav bû. Heta niha nêzî 300 hezar kes mirine û roj bi roj jî hejmara kesên ku bi vê vîrûsê ketin zêde dibe.   Kuştina mirovan Modernîteya Kapîtalîst bi hêztir dike   Vîrûsa Koronayê herî zêde kesên temenmezin hedef digire, ev hevok ji destpêka belavbûna Vîrûsa Koranayê û heta niha jî cihekî girîng di çapemeniya cîhanî û medyayên civakî de girtiye. Mirov dikare wiha analîz bike ku pergala kapîtalîzimê mirovên temenmezin  weke barekî giran û bê feyde dibînin. Ev yek jî bandora xwe ser  kêmbûyina aboriya wan dikin. Ev yek bê exlaqiya herî mezin ya modernîteya kapîtalîzm nîşan dide. Mirovên temenmezin hafize, danehev, zane, bingeh û hebûna civakê ne, lê belê pergala kapîtal mirovan weke hebûneke biyolojî dibîne. Ji ber vê dema ku temenmezin û xizan bimirin wê kaptalîzim bi ser bikeve, zemînê  xwe bi hêztir bike û civakeke li gor xwestek û berjewendiyên xwe ava bike.    Pergala bajarvaniyê derfetên mîtînkariyê zêdetir dike   Pergala kapîtalîzmê ji bo pêkanîna pilanên xwe her tim zemîn amede kiriye. Bi taybet di mijara hebûn û tunekirina biyolojîk de amedekariyên berfireh kiriye. Ji ber vê jî kapîtalîzimê hevsengiya  xirab kir û pergala gundan ji holê rakir û li şûna wê pergala bajar daye bicihkirin. Ji ber ku li bajarên mezin qerebalx gelek zêde ye û bi rehetî desthilatdarî tê de tê meşandin.  Di aliyê mêtingeriyê de derfet li bajarên mezin zêdetir in, li bajaran gel dikarin tenê di çarçoveya karmend û kargehan de bixebitin.    Sibehê: Li dijî Modernîteya Kapîtalîst parastina Pergala Netewa Demokratîk