Ji Aîgaîon heta pergala tecrîda Îmraliyê veguhestina gravek dîrokî (3) 2020-04-23 09:11:00   Pergala Îmrali: Em bi rejîma ku ne li gorî tu pîvanên ahlaq re rûbirû ne   Safiye Alagaş   STENBOL - Nûnera Însiyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê ya li Kurdistanê- Ji bo Ocalan Azadî, Havîn Guneşer pergala Îmraliyê nirxand û got: “Em bi rejîmeke ku ne li gorî tu pîvan û nirxên ahlaq re rûbirû ne. Lê bihar wê tevî her tiştî bê. Birêz Ocalan tevî her tiştî bi têkiliya ku bi jiyanê û heqîqetê re ava kiriye azad e.”   Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 21 sal e didome. Hevseroka KCD’ê û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de bi armanca rakirina tecrîda li Îmraliyê ket greva birçîbûnê û piştî vê li hemû girtîgehan grev belav bû. 30 girtiyan jî çalakiya xwe veguhertin rojiya mirinê û 8 kesî di vê pêvajoyê de dawî li jiyan xwe anîn. Piştî vê hevdîtin pêk hatin lê piştî hevdîtina parêzeran ji 7’ê Tebaxa 2019’an şûnde dîsa hevdîtin hatin birîn.   Nûnera Însiyatîfa Navneteweyî ya Aştiyê ya li Kurdistanê- Ji bo Ocalan Azadî, Havîn Guneşer tecrîd nirxand.   *Piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê Pergala Girtîgeha Îmraliyê hat avakirin. Hun vê pergalê çawa dinrixînin?   Pergala Îmraliyê divê tenê di di warÊ Tirkiyeyê de neyê dest girtin. Ev ji serî heta dawî bi komployeke navneteweyî hatiye avakirin. Piştî Birêz Ocalan anîn Tirkiyeyê şûnde, gelek tiştên ji aliyê DYA û hêzên NATO ve nehatine aşkerakirin hene û bêgûman hebûna girtîgehên îlegal jî mijarên gotinê ye.   Dema Birêz Ocalan pêvajoyê dinirxîne dibêje ‘Mudaxaleya ewil a Rojhilata Navîn ji ser me pêk anîn’.Yanî ji xwe re ji xeleka herî qesl dest pê kirin û starta mudaxaleya leşkerî-fîzîk ya Rojhilata Navîn dan. Ev di heman demê de beşeke girîng a tecrîdê jî ava dike. Pergala Girtîgeha Îmraliyê rejîma rewşa awarteye. .Navê wê her çiqas di salên dawî de bê guhertin jî ev wisa didome. Beriya ku Birêz Ocalan bînin Tirkiyeyê, li Tirkiyeyê hîna rejîma îzolasyonê tunebû. Rewşeke berovajî vê hebû. Ev gelek hat şîrovekirin û hîna jî tê şîrovekirin.   Piştre tecrîd û îzolasyon li hemû girtîgehên Tirkiyeyê pêk hat. Berxwedan çêbûn. Komkujiyên mezin hatin jiyîn. Bêguman rewşa hevdîtinan a bi malbat û parêzeran re wê têkoşîn diyar bike. Kurd vê rejîma rewşa awarte baş dizanin. Ji ber ku dizanin her pêkanîna li wir wek zext û komkujî bandorê li wan dike. Dizanin ku tişta li Birêz Ocalan tê kirin li wan tê kirin.   *Li ser Abdullah Ocalan tecrîdek giran pêk tê. Divê tecrîd çawa bê şîrovekirin?   Belkî jî tecrîda giran ya bi awayekî kêfî tê meşandin zêdetir baş tê dîtin. Tecrîda heyî 21 sale bi awayên cuda pêk hat. Gelê Kurd bi çalakiyên wek ‘hun nikarin roja me tarî bikin’, ‘Êdî bes e’, ‘îradeya min ya siyasî ye’ çalakî pêk anîn. Her carê jî tecrîd şikandin. Dema mirov li hemû cîhanê dinêre, serdetan hewl daye rêxistinan tasfiye bikin. Bi awayên cuda ev tasfiye li Gelê Kurd jî hatiye ferzkirin. Lê sekn, îrade û pêşniyarên pratîk yên teorîk yên Birêz Ocalan, sekna bi biryar a Gelê Kurd ev têk birine û bi ser neketine. Ev tecrîd tenê ji aliyê Gelê Kurd ve nehatiye avakirin.   *Azadiya Birêz Ocalan, di serî de ji bo demokrasiya Tirkiyeyê û Gelê Kurd, ji bo hemû gelan çi îfade dike?   Birêz Ocalan ji roja ku hatiye revandin heta niha, wateya revandina xwe lêpirsîn kiriye. Dibêje ‘Çima evqas hewce bi van riyên çewt dîtine? Wek em dibînin li Tirkiyeyê her tiştî li ser Kurdan bi hêrs û tirsê didin meşandin. Azadiya Birêz Ocalan di esasê de tê wateya azadiya Tirkiyeyê, aramiya welat û pêşî li demokrasiyê vekirinÊ. Ji ber gelê Kurd li cihên cuda yên Rojhilata Navîn dijîn, tê wateya bihar û ronesansa Rojhilata Navîn. Bêguman tevî hemû êrîş û zextan li Bakur, li Rojavayê Sûriyeyê û Rojava pêş dikeve. Tecrubeyeke li ber çavan tê jiyîn heye.   *Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje ‘tevgereke ji min serbixwe tê hedefkirin?Tevî tecrîda giran têkiliya Ocalan ya bi gel re xurt bû. Hun vê çawa dinirxînin?   Birêz Ocalan di her şert û mercî de wek şervanekî heqîqetê yê têk neçûye, ji bo jin, ciwan, Kurdan û her kesî heqîqetek zelal danî holê. Bi me hemûyan re têkiliya heqîqetê ava kir. Nîşan da ku ev bê bedel nabe û divê tirs tunebe. Bêguman çeka herî girîng ya di destê serdestan de jî ev e. Ew ji vê bedelê nereviya. Fikr û nêrînên xwe danîn holê.   *Gelan û bi taybet Gelê Kurd tecrîda li ser Ocalan çawa pêşwazî kirin? Bersivek çawa dan?,   Birêz Ocalan berdevkê herî girîng ê Gelê Kurd e. Hem di alî Tirkiye û hem jî di alî Rojhilata Navîn û di heman demê de, di debeşkirin krîza li seranserê cîhanê de yekane kesê ku pêşniyarên wî yên çareseriyê hene. Ev jî her ku diçe di arenaya navneteweyî de tê dîtin û tê qebûlkirin.   *Ji ber vîrusa korona bala hemû kesî li girtîgehan e. Hun hewlesta hikûmetê ya der barê Îmraliyê de çawa dinirxînin?   Em di rejîmeke ku ne girêdayî tu pîvan û nirxên ahlaq  re rû bir û ne. Me ev gelek nirxand. Wek tê zanîn girtîgeha Îmraliyê hîna qadeke leşkeri ye. Em dizanin ku wir ji aliyê hezaran leşkerî ve tê parstin. Bêguman ev leşker di surkulasyonê de ne. Jİ ber vê jî rîska cidî dikare li wir derkve holê. Ji ber her tişt kêfî ye û zelalî tüne ye.   *Ocalan di parêznameyê de balkişandibû ser şewbên bi vî rengî. Ji bo vê riyên çareseriyê pêşniyar kiribûn. Di vê nokteyê de fikrên Ocalan çima girîngin?   Wek hun jî dibînin dewleta Tirk naxwaze civak di tu alî de ji bo çareseriya pirsgirêkên xwe rêxistinekê pêş bixîne. Li bajarên kurdan li dijî hestiyariya ku dixwazin li dijî vîrusê pêş bikeve jî krîmînalîze dike. Li bajarên din jî wisa ye. Hewl dide ji ser ewlehî, xwarin û starbûnê li civakê bixe. Rejîma AKP-MHP’ê dixwaze hemû tiştî  bike bin serdestiya xwe.   Di parêznameyên Birêz Ocalan de di vê xalê de gelek nêzîkatiyên şênber hene.Ev ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo cîhanê mijarek girînge.