Ji Aîgaîon heta pergala tecrîda Îmraliyê veguhestina gravek dîrokî (2) 2020-04-22 09:05:00   Li Îmraliyê li dijî tecrîda heyî serkeftina îradeyê   Safiye Alagaş   STENBOL - Girtîgeha Îmraliyê ya girtîgeha vekirî bû piştî ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 1999’an de radestê Tirkiyeyê hat kirin şûnde wek pergal tecrîda Îmraliyê, ket rojeva Tirkiyeyê û rayagiştî ya navneteweyî. Girtîgeha Îmraliyê ya bi protokola ku heyeta CIA’yê bi MÎT’ê re îmze kir ket jiyanê, wek pergala ‘Proto-Guantanamo’ tê binavkirin.   Grava Îmraliyê ya şahidiya gelek rojên dîrokî yên Tirkiyeyê kir, wek girtîgeha vekirî-nîv vekirî hat bikaranîn. Girtîgeha Îmraliyê ya wek pêvajoya înfaza cezayên girtiyan û di heman demê de hilberîna çandî jî lê hat kirin, piştî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan birinê, pergal guherî. Piştî 15’ê Sibata 1999’an şûnde şahidiya pêvajoyek nû kir.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û birin Îmraliyê. Di 4’ê Sibata 1999’an de heyeta CIA’yê hat Tirkiyeyê û bi MÎT’ê re protokolek îmze kir. Piştî protokolê di 4’ê Sibatê de Îmrali hat valakirin û pergaleke nû lê hat destpêkirin. Tevî 21 sal derbas bûye jî naveroka protokolê hîna nehatiye aşkerakirin.   Şahidiya pergalek nû dike   Bi pergala nû ya li Îmraliyê hat avakirin hewl hat dayîn ku têkiliya Abdullah Ocalan di serî de bi Gelê Kurd û hemû cîhanê re qût bibe. Bêguman birina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a Îmraliyê ne tesadüf e.   Piştî Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê girtîgeha Îmraliyê li gorî pergala tecdrîdê tê dîzaynkirin. Dema Abdullah Ocalan anîn Tirkiyeyê, serokomarê demê Suleyman Demîrel gotibû ‘Em nikarin Ocalan bikin girtîgehek bejayî. Em bikinê wê hezkiriyên wî bên çalakiyan bikin. Em nikarin ji bin vê derkevin’.Li ser vê Îmralî tê dîzaynkirin.   Îdiaya 700 komando   Der barê girtigeha Îmraliyê de tu agahî bi rayagiştî re nayê parvekirin. Heta ji bo xebatkarên wir jî axaftin qedexe ye. Piştî salan şûnde hinek tişt di çapemeniyê de hatin dîtin. Hat gotin ku ev girtîgeh ji aliyê 700 komandoyî tê parastin. Karmendên wir jî ne kesên ji rêzê ne û li girtîgehê niha 3 midûr hene.   Ji bo Abdullah Ocalan hiqûqa girtîgehê ya taybet   Lambeya Odeya Abdullah Ocalan 24 saetan vekirî tê hiştin. Hewadanka odeyê 24 saetan bi kamerayan tê şopandin. Abdullah Ocalan nikare bi kesî re biaxive û ew jî bi taybet naxwaze bi kesî re muhatab bibe. Du deriyên odeya Abdullah Ocalan hene. Yek derdikeve hewadankê yê din jî ji bo hevdîtina kesên diçin serdanê ye.  Maseyek plastîk di odeyê de heye. Yên tên serdanê li dora vê maseyê rudinin. Bi kamerayê jî tê qeydkirin.   Di hevdîtinan de girtina nîşeyan qedexe ye. Tê gotin ku gardiyanên vir jî ji polîsên tevgera taybet pêk tên.   Ji ber polîtîkayên tecrîdê yên li Îmraliyê, dem bi dem pergala girtîgehê wek Proto-Guantanamo tê binavkirin. Pêkanînên li Îmraliyê, bi qanûnên 1’ê Hezîrana 2005’an, bi navê din ‘bi qanûnên Ocalan’ fermiyetê qezenc dike. qanûnên li hember Ocalan pêk tên ji serî heta dawî rejîma hiqûqek îstîsna ye.   Şertên tecrîdê hatin lêkolînkirin   CPT di 1999, 2003,2007,2010,2013,2016 û 2019’an de çû Îmraliyê û şertên tecrîdê lêkolîn kirin. Lê naveroka daxuyaniyên wê ji ber desturnedayîna Enqereyê nehat aşkerakirin.   Di 2009’an de 5 girtî birin   Di 2009’an de girtiyên PKK’ê Bayram Kaymaz, Cumalî Karsu, Şeyhmuz Poyraz, Hasbî Aydemîr û girtiyê TÎKKO Hakki Alkan birin Îmraliyê. Girtî hemû bi tena serê xwe di koxuşan de man.   Li Îmraliyê midûrek, sê alîgirên midûr û bi giştî 34 gardiyan dorveger peywirê dikin. Ewlehiya derve ya girtîgehê jî ji aliyê 700 cendermeyî tê parastin.Keştiyên sivîl ji 3 mîlan zêdetir nikarin nêzî gravê bibin. Li ser gravê helîkopterên sivîl jî nikarin derbas bibin. Dîsa xizm û parêzerên Abdullah Ocalan û girtiyên din bi romorkor a bi navê KEM-2 diçin gravê û tên. personelên ji ewlehiya gravê berpirsiyar jî dema diçin Îmraliyê, peywirdarên MÎT’ê bi helîkopterê diçin.   Pergal ji aliyê kê ve tê bi rêvebirin?   Parlamenterên HDP’ê ku her tim pirsa çima hevdîtin tên astengkirin dike, her wiha pirsa ‘pergala îmraliyê ji aliyê kê ve tê bi rêvebirin, bi kîjan statuya qanûnî tê birêvebirin’ jî dipirsin. Lê wezaret tu bersivê nade pirsan.   DMME’ê pêşiya tecrîdê vekir   Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, der barê komploya navneteweyî de li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) doz vekirin û dadgehê biryara ‘Ocalan kesekî bi xetere, hemû dewletên cîhanê tehdîd dike. Ji ber vê kesên bi xeter bi peymanên veşarî yên navbera dewletan dikare bê revandin’ da. DMME’ê di biryara 18’ê Adara 2011’an de, îdia kir ku Abdullah Ocalan telefonê bikar tîne lê mixabin 21 sale bi tu awayî telefon nehatiye bikaranîn. DMME’ê bi vî awayî pêşiya tecrîdê jî vekir.   Di Newroza 2013’an de bi xwendina nameyê re pêvajoya muzakerê tê dsetpêkrin û heyet çûn gravê. Ev pêvajo berdewam dikir û wek sekreterya 5 girtiyên PKK’ê tînin Îmraliyê û yên din jî dibin girtîgeha Tîpa F ya Tekîrdag û Kocaeliyê.   Serlêdanên hevdîtinê tên redkirin   Serlêdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê ya ji bo hevdîtinê heta niha bi sê awayî hat redkirin. Heta hewldana darbeya 15’ê Tîrmeha 2016’an digotin ‘hewa nebaşe’, ‘koster xerabeye’. Piştî hewldana darbeyê jî bi biryarên OHAL’ê hat astengkirin.   Bi grevên birçîbûnê hat rakirin   Hevseroka KCD’ê û parlamenter Leyla Guven bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan li girtîgehê di 8’ê Mijdara 2018’an de dest bi grevê kir û piştî vê grev li hemû girîgehan belav bû. Di 2’Ê Gulana 2019’an de parêzer çûn gravê. Lê greva girtiyan berdewam kir û parêzer di 22’ê Gulanê de dîsa çûn hevdîtinê. Grev jî di 26’ê Gulanê de bidawî bû. Lê ji 7’ê Tebaxa 2019’an şûnde pêşiya hevdîtinan dîsa hat girtin.