Dîrokek ji berxwedan, têkoşîn û efsaneya Şoreşa Rojava: Til Temir (2) 2020-02-25 09:04:58     Êrîşa 9'ê Cotmehê ya li ser navçeya Til Temirê   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Til Temir bi berxwedana xwe ya li hember rêxistinên terorê yên weke Cebhet El-Nusra, DAIŞ'ê tê nasîn. Di heman demê de li dijî êrîşên dewleta tirk jî li ber xwe daye.    Tevî agirbesta ku di navbera Tirkiye-Rûsya, Emerîka û Tirkiyeyê de derbarê Bakurê Sûriyeyê de hatibû ragihandin, dewleta tirk û hevkarên wê  li dijî gelê herêmê êrîş û kiryarên xwe yên guhertina demografiyê, dewam dike. Dewleta tirk û komên  girêdayî wê di 9'ê Cotmeha 2019'an de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê kirin. Kiryarên dijmirovahî, qetilkirin, bikaranîna bombeyên fosfora spî û hedefgirtina sivîlan ên li dijî gelê herêmê, pêk anîn. Ev dagirkerî heta vê kêliyê jî dewam dike. Yek ji  herêmên ku rastî êrîşên dewleta tirk tê, navçeya Til Temirê ye. Hêzên parastina herêmê  weke Meclîsa Leşkerî ya Sûryanî û Hêzên Parastina Xabûrê, bersiva êrîşan didin û nahêlin ku axa wan were dagirkerkirin.      Li navçeyê 30 gund hatine dagirkirin   Di şer û topbarana ku ji aliyê dewleta tirk û komên girêdayî wê ve li ser Til Temirê pêk hatin, zêdetirî 30 gundî hatiye dagirkirin. Şêniyên wan gundan jî hatine koçberkirin û li dibistan û gundewarên başûrê navçeyê bicih dibin. Her wiha  zêdetirî 4 hezar û 200 koçber li navçe, gundewarên wê û li Çiyayê Kizwanan dijîn.   Guhertina demografiya herêmê di rêya dagirkirina cihên dîrokî de, pêk tên   Li navçeya Til Temirê zêdetirî 53 cihên dîrokî hene. 3 cih niha di bin dagirkeriyê de ne û 11 cih jî di xeta agir de ne. Her wiha di rêya M4 de jî 4 cih di nava xeteriyê de ne. Li gorî ku Endamên Saziya Tûrîzmê diyar kirin, ku niha ew deverên dîrokî di bin xeteriya dizîn û windakirinê de ne. Guhertina demografiya herêmê di rêya dagirkirina cihên dîrokî de, pêk tên.    Malbatên çeteyan li gundên dagirkirî bi cih dibin   Li gorî çavkaniyên herêmê, gundê Xirbet Cimo, ku tenê kurd lê dijîn û niha di bin dagirkeriyê de ye, çeteyan 5 malbatên xwe yên ku bi eslê xwe ji Idlib û Humsê ne li wir bicih kirin e. Li gundê El-Lihras 20 malbat lê hatine bicîhkirin. Bi vê yekê demografiya herêmê li ber çavên cîhanê, didin guhertin.    Her roj sivîl tên hedefgirtin   Li gorî ku Rêvebera Nexweşxaneya Ş.Lêgerîn ji me re diyar kir ku hejmara birîndarên ku ji ber topbaran û bombebaranê birîndar bûne 14 kes in. Her wiha 3 sivîl di nav de jinek bi navê Xewla Xidir Deham ku li gundê Xirbet Qerac dijiyan, ji ber topê ku li mala wê ketin, jiyana xwe ji dest daye. Bi van êrîşan sivîlan hedef digirin.   Êrîşên Tirkiyeyê sînorên mirovahiyê nas nake   Endamê rêxistina Bijîşkan a Amerîkî (Free Burma Rangers), Zaw Senk ku bi eslê xwe ji Taylandê bû, di encama topbarana dewleta tirk de li ser gundê Qasimiyê û Reşîdiyê, di 3 Mijdara 2019'an de ji ber birîndariya wî ya giran jiyana xwe ji dest da. Bi vê yekê em dikirin bêjin ku êrîşên tirkiyeyê sînorên mirovahiyê nasnake.   Erd û projeyên mala kooperatîfan û şaredariya gel di bin dagirkeriyê de ne    Saziya  Kooperatîfên Çandiniyê jî da xuyakirin ku zêdetirî 50 hezar donim erd di nava pencên dagirkeriyê de ye û 10 hezar donim jî di xeta agir de ye. Cotkar nikarin erdê xwe biçînin. 2 projeyên mala kooperatîfan jî niha di bin dagirkeriyê de ne, yek jê Parka li girê Menax û ya din jî projeya çandiniyê li gundê Kinêhir e. Rê û pirên 16 gundên ku ji aliyê Şaredariya Gel a navçeyê ve hatiye çêkirin ew jî niha di bin dagirkeriyê de ye.    Xwendekar ji perwerdeya xwe qut bûne   Di navçe û gundewarên wê de 116 dibistan hene. Jê 16 dibistanên  ji ber êrîşên dewleta tirk û komên girêdayî wê, di bin dagirkeriyê de ne û 1028 xwendekar ji xwendinê bê par mane.   HPC-JIN li hember dagirkeriyê, xwe birêxistin dike   Li dijî dagirkeriyê dayik û jinên  navçeyê  ku bi pêşengtiya HPC-JIN hatin e perwerdekirin, taxên xwe diparêzin û dewriyên şevê davêjin. Gel bi zarok  û mezinên xwe ve li gorî rewşa şer  xwe amade dikin. Bi vê ferasetê xwe diparêzin û di her kêliyê de jî di nava amadekariyê de ne.   Berxwedana sivîlên dildar   Sivîlên herêmê  li dijî êrîşan li ber xwe didin. Li gundên Um El-Kêf û Um El-Xêr, Til Tewîl û Tewîla rojane rastî êrîş û topbarana dewleta tirk  û komên wê tên. Li hember hemû rengê êrîşan û di bin dengê top û balafiran de, şêniyan jiyana xwe ya ku li gorî şer afirandiye, didin meşandin û li ber xwe didin. Berxwedana sivîlên  van gundan deng, hest û helwesta wan a li hember dagirkeran dide der. Sivîlan ev 4 meh zêdetir biryara berxwedanê dane û pêk tînin.   Sibehê: Jinên ku li berxwe didin: Em tu carî vîna xwe radestî dagirkeran nakin