Dîrokek ji berxwedan, têkoşîn û efsaneya Şoreşa Rojava: Til Temir (1) 2020-02-24 09:07:27   Bi têkoşîna şêniyên Til Temirê pêvajoyek nû dest pê kir   Sorgul Şêxo    HESEKÊ - Til Temir a ku li hember çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û niha li hember dewleta tirk li berxwe dide, hevsengî û lihevkirinên dijminan guhert. Têkoşîna li Til Temirê rê li ber xeyalên dagirkeran û vejandina koletiyê girt.   Til Temir a ku li hember çeteyên Cebhet El-Nusra, DAIŞ û niha li hember dewleta tirk li berxwe dide, hevsengî û lihevkirinên dijminan guhert. Têkoşîna li Til Temirê rê li ber xeyalên dagirkeran û vejandina koletiyê girt. Di vê dosyeya xwe de em ê dîrok, erdingarî, şerên ku li Til Temirê qewimîne û rewşa herêm tê de derbas bûye, bînin ziman.    Dîrok û girîngiya Til Temirê   Navçeya Til Temirê di navbera rêya navneteweyî ango M4 û navbera sala 1933 û 1935'an de hat avakirin. Hinek malbatên Aşûrî û Ermenî yên ku ji komkujiya ku Osmaniyan man jî hatin Sûriyeyê û li Serêkaniyê û Til Temirê bi cih bûn. Gundên li ber qiraxa Çemê Xabûrê ava kirin û li wir bicih bûn. Til Temir biçûktirîn navçeyên Herêma Cizîrê ye.    Çirûska azadiyê û rizgarkirina navçeyê ya ji Rêjîma BAAS'ê    Çirûska azadiyê ku ji Kobanê dest pê kir Til Temirê jî para xwe jê girt û navçe ji Rêjîma BAAS'ê ku bi dehê salan bêhna gelê azadîxwaz çikandibû rizgar kirin. Piştî rizgarkirina herêmê êdî Yekîniyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di heman demê de sazî û rêxistinên civakî ji aliyê şêniyên navçeyê ve hatin damezrandin û gel xwe bi xwe rêveberiya xwe kir.    Êrîşa yekemîn   Di 8'ê Cotmeha 2012'an de komên çeteyan bi navê (Artêşa Azad) êrîşî gundên Til Temirê bi taybet gundê Esfûriyê kirin. Bi dehan malbatên kurd ên ku li gund bi sedê salan jiyane koç kirin. Êrîşkaran xwestin ku bi vî rengî tevlîheviyekê di navbera Gelê Kurd û Ereb de derbixin lê têkiliya di navbera her dû netewan de pilanên wan vala derxist.    Êrîşa duyemîn   Di 13'ê Sibata 2013'an de dîsa çeteyan êrîş kirin. Di encama de şervanên YPG'ê 10 çete kuştin. Di 25'ê Sibata heman salê de çeteyan dîsa êrîşî navçeyê kirin. Di encama berxwedanê de şervanê YPG'ê (Cûdî  Til Temir) di 4'ê Nîsana 2013'an de jiyana xwe ji dest da.   Operesyona (Tolhildana Şehîdên Til Temirê) dest pê kir   Di 20'ê Mijdara 2013'an de dîsa çeteyên Cebhet El-Nusra û DAIŞ'ê êrîşî gundê Xêbiş û Esfûriyê kirin. Di encama berxwedanê de 8 şervanên YPJ'ê û YPG'ê:"Arjîn Silava- Hêvîdar Dêrik-Agirî-Berxwedan- Cûdî Warşîn-Kamîran- Qasim û Rojdem" jiyana xwe ji dest dan. Di 25'ê Mijdara heman salê de şervanên YPG'ê dest bi operesyonek bi navê (Tolhildana Şehîdên Til Temir) li ser rêya di navbera Til Temir û Hesekê her wiha rêya navneteweyî M4, kirin. Operesyon 4 rojan berdewam kir. 29 gund tevî dêrên Aşûriyan ji çeteyan hatin rizgarkirin.    Pêvajoya avakirina ji nû ve   Piştî şer rawestiya gel  bi ragihandina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di 21'ê Çileya 2014'an li Rojava, êdî dest bi xebatên avakirina ji nû ve û sazkirina sazî û meclisên xwe kirin. Wê demê 102 û 4 meclîs hatin avakirin û li gorî projeya netewa Demokratîk Gelê Kurd, Ereb û Aşûrî jî xwe bi rêxistin kirin.    Ragihandina Meclisên Leşkerî yên Aşûrî û Suryanî    Neviyên gelê Aşûrî û Suryaniyên ku ji komkujiya Sêfo û Sîmîlê xilas bûn û li li Til Temirê bicih bûn, da ku dîsa dîrok rûreşiya xwe li ser wan ferz neke, Hêzên Parastina Xabûrê 1'ê Nîsana 2012'an de û Meclisa Leşkerî ya Suryanî di 8'ê Çileya 2013'an de her wiha Meclisa Jinên Bêt Nehrên a Aşûriyan di 30'yê Tebaxa 2015'an de hat ragihandin. Hêzên Naturo wekî Hêzên Ewlekariya Hundirîn tê nasîn jî hatin avakirin.   Êrîşa berbanga 23'yê Sibata 2015'an   Di berbanga 23'ê Sibata 2015'an de çeteyên DAIŞ'ê bi tekbîratên (Elah û Ekber) êrîşî gundê Xêbiş û bi dehan gundên din yên girêdayî Til Temir jê 33 gundên Aşûriyan bûn, kirin. Di wê berbangê de qêrîna jin û zarokan li hember gule û tekbîratên hovetiya DAIŞ'ê asîmanên Til Temirê çirandin. Êrîş ji gundê Xêbiş dest pê kir û gihaşt Xerîta ya ku di navbera Til Temir û Hesekê de.   Revandina 262 Aşûriyan   Çeteyên DAIŞ'ê ku dewleta tirk serkêşiya wê dike, di wê rojê de dîsa komkujiya Sêfo û Sîmîlê dubare kirin, lê bi rengekî din. Di wê berbangê de 262 jinên Aşûrî û kal û pîrên wan revandin, yên ku li hember wan ber xwe dan jî ew qetil kirin. Gelek ciwanên Aşûrî jî yên ku temenê wan nebûbû 18 salî çek rakirin û li dijî DAIŞ'ê li berxwe dan. Di wê berbangê de Çemê Xabûr ji ber qetilkirina sivîlan bû geliyê xwînê. Paşê di riya diyalogên di navbera çete û Mitranê Dêra Mezin a Sûriyeyê ya Aşûriyan,  Aşûriyên ku hatibûn girtin 261 hatin berdan. Lê jinek ma ew  nehat berdan. Heta vê salê jî çarenûsa wê ne diyar e.    Şervanan xwe gihandin hewara gel   Şervanên YPJ/YPG'ê, Asayîş , Sotoru, Naturo, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî û Hêzên Parastina Xabûrê erk û soza xwe ya parastina gelê xwe pêk anîn û di yek çeperê de li dijî hovitî û êrîşên DAIŞ'ê berxwedaneke bêhempa dan meşandin.   Ava Xabûrê ku miçiqîbû di roja êrîşê de hat berdan   Ava çemê Xabûrê ku beriya wê êrîşê miçiqîbû gelekî bilind bû, gelên Aşûrî yên ku xwestin wê rojê xwe xilas bikin jî nikarîbûn. Bilindbûna ava Xabûrê alîkarî da berfirehkirina êrîşan û revandina Aşûriyan û astengiya xilasbûna aşûriyên ku man, bû. Aşûriyên ku li Til Temirê jî dijîn wê rojê wekî "Komkujiya Xabûrê" pênase dikin û dibêjin ku ev jî di dîrokê de li ser komkujiya Sêfo û Sîmêlê zêde bû.    Berxwedana dayikan a bi çêkirina xwarinê û parastina taxên xwe   Dayikên Til Temirê yên ku qebûl nekirin koç bibin biryara berxwedanê dan û li ser 3 heyvan bêyî rûniştin û bêhinvedan, xwarin ji şervanên xwe re amade dikirin. Dayikên ku xwarin çêkirin di danê êvarê de jî çekê xwe radikirin û taxên xwe diparastin.     Destana dibistana Xêbiş a 2 rojan   Yek ji destanên ku di dîroka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de cih girt efsaneya dibistana Xêbiş bû. 12 şervan û endamekî asayîşê, 2 rojan li hember êrîşa DAIŞ'ê tevî birçîbûn, kêmxewî û westandina wan di dibistana Xêbiş de li ber xwe dan. Berxwedana 13 lehengan du rojan ku ketibûn dorpêçê, dewam kir. Çeteyan li hember berxwedana şervanan bêzar bûn ji ber wê erebeyeke bombebarkirî şandin hundirê dibistanê û teqandin. Di encamê de her 13 şervan (Kawa, Argêş, Agirî, Qasim, Soro, Eşref, Berxwedan, Aras, Cûdî, Ferhad, Xebat, Baran û Endamê Asayîşê Mûsa) şehîd bûn.    Neviya Nêlson Mandêla Ş.Îvana Hoffman    Îvana Hoffman jina ku ji Efrîqiyayê sala 2012'an de tevlî Şervanên MLKP'ê bû û di 7'ê Adara 2015'an de li gundê Til Nesrî tevî rêhevalê xwe Têkoşer Kurdistan, şehîd bû.   Di 7'ê Adara 2018'an de jî Meclisa Navçeya Til Temirê bi armanca bîranîna Ş.Îvana Hoffman taxek ji taxên Til Temirê bi navê Ş.Îvana vekirin. Navê Îvana li zarokên Til Temirê hat kirin û roj bi roj rihê Ş.Îvana di dilê wan de mezin dibe.    Di 6'ê Gulanê de Pêngava Ş.Rûbar Qamişlo dest pê kir   Li ser bangawaziya gelê herêmê jî Yekîneyên Parastina Jinê û gel dest bi pêngava rizgarkirinê ya li Til Temirê, Çiyayê Kizwanan, Serêkaniyê û Girê Spî, kirin. Yek ji fermandarên ku pêşengtiya pêngavê dikir Rûbar Qamişlo bû. Di 14'ê Gulanê de berxwedêr Rûbar şehîd bû û pêngav li ser navê wî berdewam kir. Şervanan xewna Ş.Rûbar a daliqandina ala azadiyê li ser Çiyayê Kizwanan pêk anî.    Pêngav bi gihandina her dû kantonan bi dawî bû    Pêngav li ser du qonaxan dest pê kir. Qonaxa yekem rizgarkirina Çiyayê Kizwanan, gundewarê Til Temir û Serêkaniyê bû. Qonaxa duyemîn jî di 22'yê Gulanê de li ser esasê rizgarkirina Mebrûka û Silûk de dest pê kir. Ji aliyê Kobanê jî şervanan dest bi pêngavê kirin û di roja 40'e mîn a pêngavê de Kantona Kobanê û Cizîrê bûn yek û Yekîneyên Parastina Jinê û YPG'ê ala serkeftinê li çarxereya Girê Spî li ba kirin. Di 10'ê Tîrmehê de Fermandariya YPG'ê bi daxuyaniyekê encamnameya Pêngava Ş.Rûbar Qamişlo eşkere kir, ku di nav de  11 hezar km ji xaka Rojavayê Kurdistanê ji çeteyan hate rizgarkirin û paqijkirin, hatibûn ragihandin.   Pêvajoya avakirina ji nû ve û rêxistinkirinê yên Til Temir û Çiyayê Kizwanan   Piştî êrîş bi dawî bûn êdî gelê navçeya Til Temir û Çiyayê Kizwanan ku piraniya wan gelê ereb in yên ji destê DAIŞ'ê kiryarên herî dijmirovahiyê dîtine, dest bi pêngava avakirina ji nû ve kirin. Niha li Çiyayê Kizwanan Rêxistina Kongreya Star, Meclisa Beldeyê, Şaredarî, firin û HPC-JIN u HPC hatiye avakirin û kar û xebatê xwe bi rêk û pêk dimeşînin.   Di 10'ê Kanûna 2016'an de 3 erebeyên bombebarkirî, teqiyan û gelek kesî jiyana xwe ji dest dan    Ji ber têkçûna çeteyan li gelek navçe û bajaran çeteyan xwestin bi rengekî din tola xwe ji gelê herêmê taybet ji gelê Til Temirê hildin, ji ber wê di 10'ê Kanûna 2016'an de di saet 17:00'ê êvarî de 3 erebeyên bombebarkirî ketin nava navçeyê û xwe teqandin. Teqîna yekem li Nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd, Sûka Filestîn û ya sêyemîn jî li Sûka Hal çêbû, di encamê de 26 sivîl di nav de hemşîreya Heyva Sor a Kurd Henîfe Reşad jî jiyana xwe ji dest da û zêdetirî 100 kes birîndar bûn.     23'yê Gulana 2019'an teqîna motoskilêta bombebarkirî   Di 23'yê Gulana 2019'an de jî ji aliyê şandeyên razayî yên çeteyên DAIŞ'ê ve motosîkletek di hundirê navçeya Til Temirê de hat teqandin. Tenê zirarên madî gihaştin mal û milkên sivîlan.   Xebatên rêxistinkirina jin û civakê berdewam bû   Li dijî hemî rengên êrîşan gelê Til Temirê di dîroka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê de xwedî mohrek in . Bi berxwedana li dijî êrîşan jiyaneke nû û rêxistinkirî afirandin. Bi têkoşîna şêniyên Til Temirê pêvajoyek nû dest pê kir   Sibehê: Êrîşa 9'ê Cotmehê ya li ser navçeya Til Temirê.