Berxwedana Serdemê ya Efrînê (2) 2020-01-20 09:02:08   'Senaryoya li Efrînê pêk hat li Serêkaniyê û Girê Spî tê dubarekirin'    Xezne Celal   KOBANÊ - Jinên ji bajarê Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî gundê Kobanê bune, bi boneya  2’emîn salvegera dagirkirina kantona Efrînê û êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmê bertekên xwe anîn ziman û wiha gotin: "Dewleta tirk di hemû deman de êrîşî heremên me dike, gelên van herêman qetil dike û yên mayî jî neçarî koçberiyê dike. Hemû deverên di bin dagirkirina dewleta tirk de ji mirovan re bûne dojeh."   Dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018’an de bi 72 balafirên şer, bi sedan tank, obus, bi hezaran leşker û bi hezaran kesên ji komên hevalbeêndên xwe êrîşî herêma Efrînê kir. Dema ku dewleta tirk di 20'ê Çileya 2018'an de dest bi êrişên dagirker kir, gelê Efrînê jî bi hêzên QSD'ê re li ber xwe dan. Her ku dagirker bi bombardûmana giran û komkujiyan bi pêş ve çûn, gelê Efrînê jî neçar ma ku koçî navenda bajêr bike. Artêşa Tirk di 18'ê Adara 2018'an de dor li navenda bajarê Efrînê girt û êrişên xwe zêde kirin. Bombe li qadên sivîlan barand û gel di komkujîyan re derbas kirin. Bi biryara Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ji sedî 80  şêniyên Efrînê ji bajêr derketin. Beşeke mezin derbasî herêma Şehbayê bû, ew kes niha di kampa Berxwedan û Serdemê de dijîn. Di 18’ê Adara 2018’an de dewleta tirk tevahiya Kantona Efrînê dagir kir û Efrîn kirin navenda talan, îşkence, tecawiz û qetlîaman. Dewleta tirk û hevkarên wê tenê bi  Efrînê nehatin ser her ku çû êrîşên xwe berfrehtir kirin. Vê carê jî bi hinceta  "avakirina herêma  ewle" êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Dewleta tirk û hevkarên wê senaryoya li Efrênê, li Serêkaniyê û Girê Spî jî dubare dike.   Bi boneya duyemîn salvegera êrîşên dewleta tirk û hevkarên wê li ser kantona Efrînê jinên ji bajarê Serêkaniyê ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî gundê Donxiza mezin a Kobanê bûne ji ajansa me re behsa êrîş û kiryarên dewleta tirk kirin.   'Dewleta tirk li herêmên me dizî û talanê dike'   Dayika bi navê Fatme Ehmed ku ji Serêkaniyê koçberî gundê Donxiza mezin a Kobanê bûye diyar kir ku ew îro ji ber êrîşên dewleta tirk bê cih û war mane û ev tişt got: "Dewleta tirk û çeteyên wê pêkanînên herî hovane li kantona Efrînê li ser sivîlan didin meşandin û bi sedan şêniyên herêmê neçarî koçberiyê kirin, yên mayî jî bi kuştin, talankirin û tunekirinê re rû bi rû ne. Dewleta tirk piştî dagirkirina Efrînê ku bêdengiya navneteweyî jê re bû piştgir xwest ku qada xwe ya dagrkirinê berfrehtir bike. Vê carê di 9’ê Cotemeha 2019’an de êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kirin, herêmên me dagir kirin. Ev dewlet çi ji me dixwaze? Çima êrîşî me dike? Hatiyê dizî û talanê bike. Em hêvî dikin ku dagriker ji welatê me derkevin û em wek berê bi aramî û wekhev di bajarê xwe de bijîn."   'Dixwazin me tune bikin lê em têk naçin'   Zeyneb Cûma jî ku ji Serêkaniyê ye li hêviya ku vegere bajarê xwe ye. Zeynebê wha axivî: "Em qebul nakin ku Erdogan zarokên me qetil bike û bajarên me dagir bike. Dewleta tirk berî du salan bi balafir, tang û topan li ber çavê cîhanê kantona Efrînê topbaran kir. Cîhanê çavên xwe ji êrîşên dewleta tirk re girtin û bê deng ma. Dewleta tirk çawa êrîşî Efrînê kir vê carê jî êrîşî Serêkaniyê û Girê Spî kir. Li Efrînê hê jî kuştin, talankirin, wêrankirin, tecawizkirin û revandina sivîlan bê navber didome. Şêniyên Efrînê dan koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin. Vê carê jî li Serêkaniyê û Girê Spî heman senaryoya xwe ya li Efrînê dûbare kirin. Bi rêya van êrîşan dixwazin me tune bikin lê em têk naçin. Em ê her tim li dijî dagirkeran têkoşîna xwe bidomînin."     'Em li ber xwe didin û em ê heta dawiyê li ber xwe bidin'   Di dawiyê de jina bi navê Xezne Remedan Hesen jî bal kişand ser kiryarên dewleta tirk û wiha got: "Dewleta tirk di 20’ê Çileya 2018’an de êrîşî Kantona Efrînê kir. Gel di komkujiyan re derbas kirin, mal û milkên welatiyan wêran û talan kir. Piştî ku kantona Efrînê dagirkir, vê carê jî bi  armaca qaşo avakirina herêmeke ewle di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de êrîşî herêmên Bakurê Sûriyeyê kir. Qaşo herêmeke ewle avakiriye, lê dijberê wê ew herêm kir cihê kuştin, revandin, talankirin û wêrankirinê. Dewleta tirk bi çekên qedexekirî zarokên me şewitandin û qetil kirin. Gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên dewleta tirk koçberî Şehbayê bûne dîsa ji komkujî û êrîşên dewleta tirk xelas nebûne.  Herî dawiyê komkujiyek li navçeyaTil Rifet pêk anîn, di encamê de 8 jê zarok 10 kesên sivîl di encamê de jiyana xwe ji dest dan û 12 kes jî birîndar bûn. Gunehê van zarokan çi ye ku bi vî rengî tên qetilkirin. Dewleta tirk û hevkarên wê bi rêya van êrîşan dixwazin vîna me bişkînin. Lê em li hember êrîşên dijmin li ber xwe didin û heta dawiyê em ê li ber xwe bidin."