Ber bi 2020’an: Jin hatin qetilkirin, kujer hatin parastin 2019-12-31 09:13:00       Safiye Alagaş   STENBOL - Li gorî daneyên KCDP’ê di 11 mehên ewil a 2019’an de 430 jin hatine qetilkirin û li gorî daneyên wezreta karê hundir jî 318 jin hatine qetilkirin. Kujerên jinan dîsa hatin parastin û xelatkirin. Nûnera KCDP’ê Melek Onder, diyar kir ku ew dest ne ji azadiya xwe ne jî ji wekheviyê berdidin û got ew bên bêdengkirin jî wê jinên din têkoşînê dewir bigirin.   Li gorî Platfroma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) di 11 mehên ewil ya sala 2019’an de herî kêm 430 jin hatine qetilkirin û herî zêde jî di mehên Çile, tebax, îlon û mijdarê de hatine jiyîn. Di Çile de 43 jin, di meha tebaxê de 49 jin, di îlonê de 53 jin û di mijdarê de jî 39 jin hatine qetilkirin. Jinên ku xwestin der barê jiyana xwe de biryarê bigirin, ji aliyê mêrên nêzî wan ve hatin qetilkirin.   Li gorî daneyên KCDP’ê di 2013’an de 237, di 2014’an de 294, di 2015’an de 303, di 2016’an de 328, di 2017’an de 409, di 2018’an de 440 jin hatine qetilkirin. Lê daneyên KCDP û daneyên ku dewlet aşkera dike hev nagirin.   Li gorî daneyên wezareta karê hundir li Tirkiyeyê di 2016’an de 304, di 2017’an de 353, di 2018’an de 280 û di 2019’an de jî 299 jin hatin qetilkirin.   Qanûnên ku Muzeyyen, Gullu, Emîne û gelekên din neparastin   Parêzer Muzzeyen Boylu li Amedê di 19’ê Gulanê de ji aliyê Mesut Issi yê ku pê re di asta destberdanê de bû ve hat qetilkirin. Derket holê ku Muzzeyen beriya bê qetilkirin der barê gumanbar de biryara dûrxistinê hatiye dayîn û 18 roj beriya qetilkirina wê dema dûrxistinê bi dawî bûye.   Li Erganî ya Amedê jina bi navê Gullu ji aliyê mêrê ku pê re zewicandî, Can Yilmaz ve di 17’ê cotmehê de bi madeya şewatê ve bi giranî hat birîndarkirin. Gullu piştî 12 roj têkoşîna jiyanê di 29’ê cotmehê de jiyana xwe ji dest da. Derket holê ku mehek beriya bûyerê Gullu der barê gumanbar Can Yilmaz de gilî kiriye û gumanbar hatiye binçavkirin lê heman rojê hatiye berdan.   Emîne Bulut bû qêrîna jinan   Di 18’ê Tebaxê de li Kirikkaleyê jina bi navê Emîne Bulut ji aliyê Fedaî Varan ve ku berê pê re zewicandîbû ve hat qetilkirin. Qêrîna Emîneyê ya ‘Ez naxwazim bimrim’ bû dirûşmeya hemû jinan. Derket holê ku Emîne beriya bê qetilkirin çûye qereqolê û di îfadeya xwe de diyar kiriye ku gumanbar Fedaî Varan wê tehdîd dike. Daraza ku Emîne neparast, ji bo Fedayî Varan jî ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ cezayê muebetê da.   Li Eskîşehîrê di 11’ê cotmehê de Yalçin Ozalp jina bi navê Ayşe Tuba Arslan ku dest jê berdabû bi giranî birîndar kir û Tuba 44 roj şûnde jiyana xwe ji dest da.Derket holê ku Tubayê berê 23 caran serlêdana sûc kiriye û biryarên dûrxistinê yên mehek, du meh û 6 mehan daye girtin.   Li Ordu Altinoduyê Kesê bi navê Ozgur Arduç yê ji girtîgeha vekirî fîrar kiribû di 3’ê Kanûnê de xwendekara Zanîngeha Orduyê Ceren Ozdemîr qetil kir. Piştî bûyerê derket holê ku gumanbar ji gelek sucî qeyda sabika wî heye.   ‘Divê zêdebûna kuştina jinan bê lêpirsînkirin’   Nûnera Platforma Em ê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) Melek Onder der barê kuştinên jinan û têkoşîna jinan a tê dayîn de axivî û got: “Kuştinên jinan her diçin zêde dibin. Divê ev bê lêpirsînkirin. Kuştinên jinan bi giştî bi çekê pêk tên. Kuştin jî ji aliyê mêrên ku nêzî wan ve ne pêk tê. Sedema vê ev e ku dewlet di alî siyasî de îradeyekê dananîne holê. Em dizanin ku ji 2011’an heta niha kuştinên jinan zêde bûne. Peymana Stenbol û qanûna hejmara 6284 ji bo jinan gelek girîng e. Ji bo ewlehiya can, gelek tedbîran bixwe re tîne.”   ‘Peymana Stenbolê pêk nayê’   Melekê daxuyakirin ku peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284 pêk nayê û got: “Jinan ji ber qerekolan şûnde dişînin. Hewl didin ku wan li hev bînin û dişînin mala ku şîdetê lê dibînin. Ev jî bêguman cesaretê dide mêran. Peymana Stenbolê peymanek navneteweyî ye. Peymaneke di ser destûra bingehîn de ye. Her roj li dadgehan ji rewşa baş, ji daxistina takdîrê ceza tên kêmkirin. Heta ku cezayên bi bandor neyên dayîn wê kuştinên jinan jî li vî welatî bidome.”   Melekê di berdewamiyê de ev tişt anî ziman: “Di navbera daneyên me û wezareta karê hundir de cudahî heye. Divê ev bê lêkolînkirin. Ger li vî welatî hûn rastiya kuştinên jinan qebûl bikin divê ji bo çareseriyê jî pêngavê bavêjin. Ji ber hûn pêngavê navêjin wê jin her roj bên kuştin. Em li daneyên xwe mirinên biguman jî tevlî dikin. Lê di lêkolînên fermî yên dewletê de ev cih nagirin.”   ‘Civakê di şexê Emîne Bulut de rewşa jinan dît’   Melekê bal kişand ser qetilkirina Emîne Bulut û destnîşan kir ku hemû civakê qetilkirina Emîne Bulut û qêrîna wê ya ‘Ez naxwazim bimrim’ bihîstiye û got civakê di şexsê Emîne Bulut de rewşa hemû jinan dîtiye.   ‘Dewlet cesaretê dide mêr’   Melekê her wiha daxuyand ku li dijî şîdeta li hember jinan di 8’ê Kanûnê de protestoya dansa Las Tesîs pêk anîne û rastî şîdeta polîs hatine û dewletê bi destê polîsan êrîş pêk aniye. Melekê wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Di êrîşa polîsan de jin hatin kelepçekirin û birin emniyetê. Lê kujeran bi kelepçeyan naynin qerekolan. Mînak Helîn Palandoken di encama çekdariya şexsî de hat kuştin. Di rûniştinekê de gumanbarekî şaş anîbûn. Gumanbarê anîbûn jî dest û piyên xwe li ba dixist û ket salonê. Yê ku cesaretê dide mêran dewlet bi xwe ye. Lê ji bo kuştinên jinan rawestin em ê heta dawî têkoşîna xwe berdewam bikin. Em ê bi hemû rê û rêbazên xwe têkoşîna xwe bidomînin.”