Kar û xebatê jinên Êzidî yê salekê 2019-12-30 10:07:25   Nûpelda Tekoşîn/ Ehlam Heci   ŞENGAL - Jinên Êzidî sala 2019'an wekî sala tolhildanê bi nav kirin. Di nav salê de 242 jin û zarokên Êzidî ji destê çeteyên  DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin û radestê malbatên wan hatin kirin. Jinên êzidî li gel êrîşan dîsa xebatên xwe yên rexistinbûnê domandin.    Jina Êzidi ya ku xwedî çand û dîroka kevnare û heta îro li gel 74 fermanan dev jî çand û  dîroka xwe berneda ye. Ji ber vê jî bi dehan caran ji komkujî û qirkirine re rû bi rû man. Yek ji wan jî fermana 3'yê tebaxa 2014’an ya bi destê çeteyên DAÎŞ’e pêk hat û hemû cîhan şahîdiya fermanê kir. Jinên Êzidî ferasate desthilatdar dît hewcedariya xwe bi rêxistinê kir rojeva xwe. Ajansa me xebat û hewladanên jinan û bi taybetî jî ya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya salek nirxand. Em ê xebatên ku mohra xwe li salê xistiye yek bi yek binîn ziman.    Di destpêka sala 2019’an de rojeva gelê kurd bi giştî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullan Ocalan bû. Gelê kurd çar aliyê cîhanê li hemberî tecrîdê tekoşînek mezin dan destpêkirin û beramberî vê tekoşîne cara yekem parêzer bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn. Bi pêşengiya  TAJÊ'yê li Şengalê greva birçibûnê hat destpêkirin, tekildarê mijarê çalakî, civîn, semîner û daxuyanî hatin lidarxistin.   Di nîva salê da yekem car yekem Iraq Tevna Alîkariya Jinên Êzîdî bi awayekê fermî qebûl kir û konferansa xwe ya yekemîn li Şengalê lidarxistin. Her wiha weqfa jinên Êzidî xebatên xwe yê yekem ji bo zarokan da destpêkirin. Ji bo perwerdeya zarokan baxçeya zarokan hat avakirin.    TAJÊ, bi dirûşmeya "Jinên Êzidî nasnameya Jina Kurd a Resen û Cewheriye” 1'emîn kongreya xwe li dar xist. Kongre bi tevlîbûna 300 delegan hat lidarxistin. Li Rojava, Başûr û ji derveyî welat gelek jin tevlî konferansa ku li Şengalî hatî lidarxistin bûn.    Ji bo parastina çand û dîrokê, ji bo perwerdekirina zarokan Navenda Çanda Sitye Neqşe hate vekirin.   Di 3'yê adarê de jinên Êzidî di 2'yemîn salvegera êrîşa PDK ya Xanesor û Sûnûnê de li hev kom bûn banga berxwedanê kirin û şehîdên xwe bi bîranîn. Jinan helwesta xwe ya li hemberî sekna PDK yê revok û xiyanetkar anîn ziman û helwesta xwe ya têkoşînê danîn holê.    Jinên Êzidî wekî jinên cîhanê bi coşek mezin 8'ê Adarê peşwazî kirin. Di çalakiyan de berxwedana jinên Rojava hatin silavkirin û banga xwedî li derketina Rojava hat kirin.     Li dijî polîtîkayên êrîş û tunekirinê agirê Newrozê hat pêxistin û her wiha bi çalakî bernameyên xwe 4'ê Nîsanê silav kirin. Di hefteya lehengiyê de jî bernameyên taybet hatin li darxistin berxwedêr hatin bibiranîn.    Ji hêla TAJÊ'yê ve di nav salekî de gelek bernameyên perwerdê hatin organîzekirin. Derbarê rêxistinbûna jinê, xwe bi hêzkirin û her wiha gelek mijarên cuda de perwerde hat dayîn. Jin 5 sal in bi dirûşma “Rexistina jina Êzidi bersiv dayîna fermanê ye" kar û xebatên xwe didin meşandin û bi taybetî jî balê dikişînin ser perwerdê.    Jin ne tenê dibin banê TAJÊ'yê de kar û xebat kirin, bi her awayî tevlî xebatên giştî, meclîsên giştî jî bûn. Her wiha îsal hevserokên Meclîsa Xweseriya Şengalê jî hat hilbijartin.    Di 5'emîn salvegera fermana 3'yê Tebaxê 2014an de, li Serdeşta çiyaye Şengale bernameya biranînê hat lidarxistin. Her wiha piştî bernameya biranînê civaka Êzidî bi dilekî birîndar 1'emîn salvegera Mamê civaka Êzidî Zekî Şengalî bibîranî. Di bernameyan de hat diyar kirin ku dê bi ruhê 15'ê Tebaxê tola Mam Zekî hilînin.     Bi berxwedana YPG,YPJ, QSD’ê di nava salê de 242 jin û zarokên Êzidi ji destê çeteyên DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin û li Şengalê ji aliyê TAJÊ'yê ve radestê malbatên wan hatin kirin.    Di nava salê de gelêk Êzidi ji kampên başûr û ji rojavayê Kurdistanê vegeriyan ser axa xwe. Vegera civaka Êzidi li ser axa xwe ji aliyê Êzidiyên ku piştî fermanê jî li ser axa xwe mabûn û bi kefxweşî hatin peşwazîkirin.    Korîdora mirovahî ya ku sala di 2014’an de ji aliyê YPG û YPJ'ê ya di navbera Şengal û rojavayê Kurdistanê de hatibû vekirin bi hezaran Êzidî hatibûn xelas kirin. Heta roja îro jî civaka Êzidî gelêk pewîstiyên xwe yên jiyanî bi rêya vê korîdore pêk anîn. Lê hikûmeta Iraqê ev salekê we korîdore ji bo çûyîn û hatine girtiye. TAJE gelêk caran li hemberî vê helwesta hikûmeta Iraqê çalakî û meş li dar xist û daxuyanî da. Lê heta niha jî helwesta hikûmeta Iraqê neguheriye.    Di salvegera 9'ê Cotmehê roja komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, li hemberî Rojava êrîş pêk hatin. Li dijî êrîşan çalakî û meş hatin lidarxistin. Ji bo alîkariya koçberên rojava konê rûmetê hatin vedan û alîkarî hatin kom kirin.    Piştî êrîşên li hemberî rojava li hemberî YBŞ'ê jî êrîşek pêk hat. Di encama erîşan de Egîd Şengalî yî YBŞ'î jiyana xwe ji dest da. Li dijî êrîşan li herêmê berxwedanek hat destpêkirin.    Li dijî êrîşan kampanyaya boykotkirina kel û pelên Tirkiyeyê hatin destpêkirin û li Şengalê jî kampanya hat domandin û derbarê mijarê de daxuyanî hatin dayîn.    TAJE bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya Li Dijî Şîdeta li Hemberî Jinê meşek li dar xistin.