Dayikên Laçiksipî: Heke daxwaza aştiyê sûc be em sûcdar in 2019-12-29 09:08:38   Medya Uren - Şehrîban Aslan   Serhildana jina kurd   AMED - Di dema grevên birçîbûnê de Dayikên Lacikspî bi hewladanên xwe bûn sembola berxwedanê. Dayikên Lacikspî gotin: "Heke daxwaza aştiyê sûc be, em sûcdar in. Em ê li dijî tecrîd û neheqiyê dê li ber xwe bidin. Ev têkoşîna me dê wekî sembol nemîne û em ê di têkoşîna xwe de bi israr bin. Em natirsin."   Li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Hevseroka Kongeraya Civaka Demokratîk  (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven di 8'ê mijdara 2018'an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Di 16’ê kanûnê de li girtîgehan grev dest pê kirin. Di 1’ê adarê de jî ev grev li hemû girtîgehan belav bû. Piştî demek çalakî gihaşt asta herî jor û 30 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin. Li Hewlêr, Strasburg, Galler, Mexmûr û Torontoyê jî bi sedan kes tevlî çalakiyê bûn. Her wiha 7 girtiyan jî li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anîn. Piştî peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ya 22'yê gulanê grev û rojiyên mirinê hatin bi dawî kirin. Ligel çalakiyan berxwedana dayikan jî girîng bû. Di destpêka heta dawiyê dayik bi lacikên xwe yên spî li kolanan di nav çalakiyan de bûn, li Enqerê bi saziyên sivîl û partiyên siyasî re hevdîtin pêk dianîn. Dayikan ligel zext û şîdetê bi berxwedana xwe çalakiya girtiyan li raya giştî re ragihandin. Dayikên Lacikspî ji ajansa me re qala berxwedana xwe kirin û gotin: "Em mafdarin û natirsin."   ‘Dor dora me ye’   Kurê Aysel Ateş jî li dijî tecrîdê di greva birçibûnê de bû, Aysel jî ji bo piştgiriyê bide greva birçibûnê di nav çalakiyan de cih xwe girt û wekî Dayikên Lacikspî li pêş bû. Ayselê got: "Ez ji bo zarokên xwe li ber xwe didim. Car ez ji zarokên xwe dibûm hêz, car jî zarokên min ji min re dibûn hêz. Bedena zarokên me di grevê de her roj diheliyan. Dema zarokên me li ber xwe didin divê em jî piştgiriyê bidin wan û li ber xwe bidin. Dor dora me bû. Em Dayikên Aştiyê û Dayikên Lacikspî daketin qadan û em bûn dengê zindanan."   ‘Çeka mezin ya me bû’   Aysel, diyar kir ku grevên birçibûnê bi pêşengiya Leyla Guven dest pê kir û roj bi roj li hemû zindanan geş bû û wiha axivî: "Mirin li ber me rawestaya bû. Bê dengî ne dihat qebûlkirin. Şêrên me agirê serhildanê pêxistin û dan destên me. Me xwest li hemû qadan bibin dengê girtiyan. Polîs bi her awayî êrîşê li me dikirin jî lê me disa dev jî berxwedana xwe berneda. Em dayikên kezeb şewat bûn, tiştek nikare bibe asteng li hemberî têkoşîna me."   ‘Em ê bi têkoşînê bi ser kevin'    Kurê Xezal Yildirim Mehmet Yildirim girtiye û Xezal jî di axaftina xwe de bal kişand 7 girtiyên ku li girtîgehê çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî xebera şahadetan zêde dibûn, piştî Zulkuf Gezen. Cenazeye wan bi dizî di direngiya şevê de dihatin definkirin. Goristan ji hêla polîsan ve dihatin dorpêçkirin. Em ji bo Zulkuf daketin qadan. Zulkuf rûmeta me ye û me xwest em xwedî li rûmeta xwe derkevin. Lê polîs bi hêza tang û maşîneyên zirxî bi ser me de hatin. Ligel zilm, zordarî û êrîşan me dirûşmeya 'Em ê bi têkoşînê bi ser kevin’ berz dikir."   ‘Em ê doza zarokên xwe biparêzin'    Yesûre Tufan jî dayikeke laciksipî bû û ji bo girtiyan di nav hewldanan de bû. Yesûre, wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em li ber girtîgehan, li kolanan û li ber parlamentoyê bûn û me dixwest em bibin dengê girtiyan. Medyaya alîgir a hikûmetê bi israr hewldanên me nedidîtin. Lê em bi israrbûn ku dengê xwe bidin bihistandin ji cîhanê re. Me li ber deriyê parlamentoyê çalakiya nobetê da destpêkirin. Zarokên me li girtîgehan serî netewandin. Em îro jî doza zarokên xwe diparêzin. Em ê bê guman li ser vê rêçê bi ser kevin.”   ‘Bi salane polîtîkayên tunekirinê tê meşandin'    Yesûre, bal kişand ser berxwedana Dayikên Lacikspî û wiha dom kir: "Li hemberî êrîşên dewletê çalakiyên Dayikên Lacikspî gav bi gav mezin dibû. Her wiha li kolanan jî nêçîra dayikan dest pê kiribû û êrîşeke bi tund li hemberî dayikan pêk dihat. Lacikên spî bûn sembola aştiyê, lê di nava raya giştî ya Tirkiyeyê de dihat îlegalîzekirin. Ne tenê wan rojan bi salane polîtîkayên êrîş û tunekirinê li hemberî me tê meşandin. Em dayik in û ji hemûyan zêdetir em aştiyê dixwazin."   'Li hemberî lacikspiyan êrîş pêk hat'   Yesûre di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya rûniştinê ya li Parka Koşuyoluyê û wiha axivî: "Em li parkê çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Ev mafê me ya herî xwezayiyê. Lê polîsan dorame dorpêç kir û êrîşê me kir. Em li erdê hatin kaşkirin, şîdeta fîzîkî li hemberî me dayikan pêk anîn û em hatin binçavkirin. Di nav me de dayikên 70 salî jî hebûn. Polîsên jin jî bi hişmendiyeke mêr êrîşê li me kirin. Dema lacikên spî didîtin hersa wan zêdetir dibû û bêtir êrîşê li me dikirin."   ‘Me rapora derbê girt'    Yesûre, destnîşan kir ku derbarê darbeyan de ji bijîşkan rapor girtine û wiha got: "Dayikên ku li Parka Koşuyoluyê hatin derpkirin rapor girtin. Lê derbarê me de lêpirsin hatin destpêkirin û doz hatin vekirin. Em ji bo parastina xwe serî radikin. Ev kesên bi pere dixebitin zilmê li me dikin dê tu carî bi ser nekevin. Wekî her car êrîşkar tê parastin, mirovên mafdar jî dên darizandin."   ‘Em natirsin'    Yesûre, bang li rayedaran kir û got: "Heke daxwaza aştiyê sûc be, em sûcdar in. Em ê ji bo doza xwe ya mafdar her tim di nava têkoşînê de bin. Em ê li dijî tecrîd û neheqiyê li ber xwe bidin. Ev têkoşîna me dê wekî sembol nemîne û em ê di têkoşîna xwe de bi israr bin. Em natirsin."