Panoramaya dawiya salê ya 2019'an a Rojava (8) 2019-12-27 09:01:41   'Sala 2019’an vedenga pêşketinên jinên Şehbayê ye'   Fîdan Ebdullah   ŞEHBA - Endamên Mala Jinê û Yekîtiya Jina Azad ên Şehbayê di derbarê xebat, guhertin û veguhirtinên ku bi jina Şehbayê re di sala 2019’an de hatine kirin, nirxandin û gotin: "Sala 2019’an vedenga pêşketinên jinên Şehbayê ye. Divê her jinek hebûna xwe li hember zihniyeta desthilatdar bide avakirin."   Piştî herêma Şehbayê hat rizgarkirin, jinên Şehbayê zincîra koletiyê êdî qetandin û tekoşîna li dijî zihniyeta desthilatdar domandin Piştî têkoşîna 3 salan sala 2019’an bû sala pêşketin û guhertina jinên Şehbayê. Têkildarî vê mijarê endam û rêveberiyên Mala Jinê û Yekîtiya Jina Azad ên Şehbayê nêrînên xwe bi me re parve kirin.   'Di aloziya Sûriyeyê de jinan gelek êş û zehmetî dîtin'   Ji Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo di derbarê rewşa jina ereb a berî rizgarkirina herêma Şehbayê de wiha got: "Berî ku herêma Şehbayê ji komên çeteyan were rizgarkirin jin bindest bûn û di nava malê de hatibûn hepskirin Heta di dema rejîmê de jî wiha bû. Di aloziya Sûriyeyê de jinan gelek êş û zehmetî dîtin. Piştî ku herêma Şehbayê ji çeteyan hat rizgarkirin, bi pêşengtiya jinan saziyên jinan hat avakirin û me di aliyê derûniyê de alîkarî bi jinê kir. Me di destpêkê de gelek zehmetî dît. Ji ber zihnîyeta desthilatdar bandora xwe pir zêde li ser jinê kiribû loma jinê xwe nikaribû bi awayekî azad rave jî bikira. Lê piştî şoreşê ev pirsgirêk bi rêya nîqaş û perwerdeyan hat çareserkirin. Hemû jin bi temenên cuda cihên xwe di hemû saziyan de digirin. Her di karê me de hejmara jinan zêde dibe û xwesteka jinan ji kar re mezintir dibe."   'Piştî têkoşîna 3 salan me encam girt'   Rîhabê diyar kir ku nêzî 200 jin îsal tevlî perwerdeya birdozî bûne û wiha dirêjî da axaftinên xwe: "Nêzî 200 ji jinên Şehbayê di perwerdeyan de derbas bûn. Di aliyê siyasî, birdozî û jinê de perwerde hatin dîtin. Me di du salan de du dewreyên girtî dan destpêkirin û nêzî 60 jinî perwerde dîtin. Her wiha me perwerdeyên tenduristî, fêrbûna ziman, ajotin û leşkerî jî dan jinan.  Ew perwerde ji bo jinên Şehbayê gavek gelek pêşketî bû. Piştî têkoşîna 3 salan me encama xebatan dît. Mêran zîhniyeta desthilatdariyê li ser jinê ferz dikirin. Ji ber vê yekê me weke Yekîtiya Jina Azad û Mala Jinê semîner û perwerde da mêran. Heta niha jî bernameya me ji bo perwerdekirina mêran didome. Sala 2019'an salek serkeftî bû. Hejmara jinan tevlîbûna ji civîn, perwerde û çalakiyan re roj bi roj zêdetir dibe. Sala nû jî wê bibe sala serkeftina jinên Şehbayê."   'Pirsgirêkên heyî me çareser dikir'   Ji Rêveberiya Mala Jinê ya navçeya Ehrezê, Semîre Mistefa bal kişand ser karê Mala Jinê û wiha got: "Ev sê sal in ez cihê xwe di nava Mala Jinê de digirim. Ya ku hişt ez pêş bikevim perwerdeya birdozî bû. Di destpêka kar de min gelek astengî ji aliyê malbatan û kevneşopiyên civakî dît, lê em teslîm nebûn. Me her ziyareta malan dikir û pirsgirêkên heyî çareser dikir. Di dema çeteyên DAIŞ'ê de me nedikarî serê xwe ji mal derxînin, lê niha pêşketin ji aliyê jinan ve çêbûye û dixwazin fikra netewa demokratîk nas bikin."   'Mêr li hember derketina jinan dibûn asteng'   Semîreyê di derbarê zihniyeta desthilatdar ê mêr  de axivî û wiha pê de çû: "Zihniyeta mêran li hember derketina jinan a li derve dibû asteng lê bi rêya nîqaşan ev yek hat çareserkirin. Me bawer nedikir ku rojek jinên Şehbayê tevlî kar bibin, lê me ew zincîr şîkand û jin xwe bi xwe civakê bi rê ve dibin."    'Bi yek destî hebûna xwe ava bikin'   Endama Mala Jinê Silava El-Hisên karê xwe wiha nirxand: "Nêzî salekê ez tevlî karê Mala Jinê bûme. Ya ku hişt ez tevlî kar bibim, cewhera jinê bû. Civaka ku em tê de dijîn, her bi çavekî biçûk li jinan mêze dikir. Piştî naskirina fikrên Rêber Apo yên di derbarê jinê û cewhera wê de êdî hebûna min derket pêş. Banga min ji hemû jinên Şehbayê re heye, hebûna xwe bidin avakirin û em ê bi yek destî vê hebûnê bi hev re ava bikin."